yekê te’rîfî qanûnî pirsî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  944 Dîtin
yekê te’rîfî qanûnî pirsî
witî: eyzanî eger netirsî
witim: min êsta le dunyada nîm
be xwardemenî û zemawend ejîm
qanûn bo bezim û bo zemawende
goranî leser «qanûn» pesnide
caran eyangût «qanûn» řêbaze
bew endazeye hergîz menaze
bo silêmanîş qanûn nebuwe
qanûnî xwaman la beser çuwe
hendê be eḧzab xoyan hełdenên
nuqtey serewey lay řast da’enên
ême ke fêrî şeře geřekîn
ke bûyne eḧzab kê dełê yekîn
hendê be ’îlim û xûy çak enazin
ta demirin ḧesret be nan û pyazin
weku aẍakey dêy «syamensûr»
medḧêkî zoryan kird be watey dûr
ke hate êre minîş her wam dî
keçî we’dî da zû hênaye dî
bewe têgeyîm ke nabê be pyaw
çunke be diro «rical» dête naw