bonî gul le lay qalonçe derde

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1064 Dîtin
bonî gul le lay qalonçe derde
jin bê řûsûrî naçête perde
«bira! em pyage seyrî çend xoşe
min bêjim: nêre, bêjê: bîdoşe»
oxeyç ke êsta zordar bê hêze
le bîrte eygut gałit wegwêze
nek emrî wezîr fermûdey şa bê
lem zewye řeqe çewender nabê
ke to xot şil kird le řûy nakesê
ełê: biřwane çon lêm etirsê?
çake legeł bed xirap naw ebrê
ke gurg bexêw key xway meř etgirê
mêrûle ke xwa ẍezebî lêgirt
katêkit zanî le piř bałî girt
xanwêkim heye zor natewawe
dar û perdûy baş êsta nemawe
sałê sê carî hełdegêřmewe
le piř deřûxê naḧewêmewe
emsał meb’ûsî hatwete řewac
řesmî îftîtaḧ kewte ber mî’rac
bełam ’umir û řizq le berataye
bizanîn be berat kê dête kaye
şayî şayîker loẍey dirawsê
le tazyey jinan serim de’awsê