şewî payîzan pîran nanwênê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1055 Dîtin
şewî payîzan pîran nanwênê
kełeşêrêkîş nye bixiwênê
zorbey kełeşêr le dêy «mawete»
kełeşêr kuştin layan le’nete
şewman dirêje û řojman be hewre
nimekman swêre û piławman çewre
hîç kes nabînim diłsoz bê boman
zû pyaw egořê awî «kanyeskan»!!
gunay kes nîye xetay xomane
cêgay hîwaman «girdî seywane»
hendê be kêlî bawkyan enazin
hendê bo aşûb awatexwazin
hendê kitkyan lela wek şêre
hendê hêndeye ta sikyan têre
ełên mirdû şor parey berê zû
xway dekird mirdû goř be goř deçû
perdey bînayî esp û şêr waye
samî însanî wek dêw le laye
egîne ême çon swaryan ebîn
dû hêndey êmen lêyan natirsîn
jin tełaq edeyn şû eka zor baş
ełêyn qey naka boman bû «becaş»