be wate wate pyaw ebyêtewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  957 Dîtin
be wate wate pyaw ebyêtewe
xûy mindałîman lê ejyêtewe
ser û gwêy yekman şikand be kutek
çend lêk xeřo bûyn be şeře geřek
min «goyje»yîm û to «kanyeskanî»
le yek bûbûyne dujminî gyanî
hîtler û yehûd hênde dujmin nîn
ewendey ême lêk hatûyne qîn
ew îşey kewa řacî’ be xwa bê
be zorî bazûy hîç layê nabê
piştîwaneket eger bekare
baraş le aşî jûrû bihaře
egîna karman lêre le paşe
pîşey pêşûman dewen be aşe
caran îtalya şeřegay ekird
wityan xirape pêyan lenaw bird
ême beran û kew û kełeşêr
têk ber edeyn û seg dekeyn be şêr
hemû dersî şeř axir şeřîye
boye hełkirdiman kwêrewerîye