kurdî do nedîw pif le do naka

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1484 Dîtin
kurdî do nedîw pif le do naka
ke têrîşî xward řû le to naka
ełêy tofanî nûḧe hestawe
bawik ewladî jêr pêy xoy nawe
be xało xało hat be lamewe
bû be tûlemar day wepamewe
eger kełkî bê ewsa xałeye
êsta dewr dewrî sûredałeye
hendêkman heye řegî xew egirin
ta îşyan heye leber pyaw emirin
emřo le layan saḧêb meqamî
pêt hełxilîska şêt û nefamî
seyr ew seyreye emeyş ezanîn
dêyn xoman ladeyn keçî natwanîn
ax xozge hêndey sexî û cesûrîn
çî debû bedił le yek bibûrîn
ew qewme berz û saḧîb menziłn
ke legeł yekda řast û yekdiłn
ewey be beşî xoy nařezaye
be hewłî bê cê řûy le qezaye
tîrî dost le pêy «jyan» dirabû
zorab be tîẍî řostem kujrabû
be berdebaran kurd nemird bû
begułî dostî gyanî derçû bû