kerekey ’îsa bibene mekke

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1108 Dîtin
kerekey ’îsa bibene mekke
biłên: guřawe to baweř meke
zemaney ’îsa û mûsa beserçû
řûy diroznî têda řeş ebû
êsta dewrêke diroy wa dekirê
asmanîlîye û be bał efřê
mûsayî haman ekujin bê aman
zorî wa heye bîken be haman
papa «afeřoz» eka leber qîn
ême boç fêrî «afeřoz» nebîn
boyqutaj ḧîssî mîllî zyad eka
ew pîşe çake nan be zyad eka
çunke muḧtacîn be nanî şewê
bûyne ’îsayî sê xwaman ewê