heło berz fiřî kewte ser şarê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1585 Dîtin
heło berz fiřî kewte ser şarê
tîrî peřî xoy hênaye xwarê
ewî nedîmî pyawî gewreye
ebê «çak bêj» bê dewran dewreye
diłxoşî nexoş, dermanî derde
xełk bêzar ebê le bigre û berde
duktorê hatuwe ełên keḧḧale
têy wirûjawin ełêy deccale
bo musteşfakey jûr şar řam kêşe
řazyanem xward û bû be zig êşe
dûmełan boye pêy dełên zołe
bebê tow deřwê lew deşte çołe
ełên gułejen le hemû małê
egeřê û derpêy lê dademałê
min boye bistem hênde xoş ewê
çî le dił daye řast derdekewê
wityan pêẍember be kwêda serkewt
witî peyjekey ’îsay bedest kewt
kabra witûye «mîqrubî - hey دەێ»
mîqrob eweye ke le lawe dê