xwa ’eybî biznî derxistiwete řû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1114 Dîtin
xwa ’eybî biznî derxistiwete řû
keçî kiławî kirdiwe bo beřû
çêştit bo nakułê be bê agirê
xurmayş muturbe nekirê nagrê
dîcle em hemû xelîqey dîwe
le lencew larî xoy nenexşîwe
her kelwê berdê le taqî kîsra
ayetêke bo «leyleةûالاەسرا»
be zorî pencey ’eşqêkî xayen
şîrînî ermen kewte medayen
bêstûn be ’eşq le bin kenrawe
şoretî şorî bo ferhad mawe
ełên: ferhadîş kurde becêye
řenceřoy wek ew kurd nebê kêye?!
efsaney sewda nema beserçû
êsta «cyazîy» kiç eda be şû
xizmetî weten guzeştey pare
hemû bo pare ebîn be pare
hawar lîrey zerd zirîngey xoşe
ke hate bergiwê xudgîrî boşe
dewran dewrane wek babî babî
meb’ûsî buwe be nuqłî babî
cûcełe dendûk le hêlke eda
dûpişk be bê qîn pêtewe eda