germay hawîne germey mîweye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  822 Dîtin
germay hawîne germey mîweye
ax mîwe emsał şeray pêweye
kałek giran bû têrim lê nexward
keçî kutupiř germay tî binard
xwa neydawînê sałê oxey keyn
şadî bê û tałî nekewête beyn
êsta wextêke be xoşî û seyran
hemû êwaran biçîne ser bêstan
keçî be hîçe bo qîneberî
le xoş řabwardin xo dekeyn berî
’eyzaẍa û mîrza zîndû bûnewe
şêrzad û şêrxan têk hełçûnewe
ewe çakî kird bê layî nwand
lay «mi’awye» tîkey xoy egland
nwêjî le piştî «’elî»yewe dekird
ke bû be hełda řay kirde ser gird
xo min newsinim bełam ew nane
ke bonî lê bê nayxom girane
le pişt kesewe cema’et nakem
bo wiłatekem be hîway çakem
hełdayşim nawê boy biçme ser gird
ax hemû layê wek minyan dekird
ême ke leser hîçman nekirdin
dû kes demênê şaystey mirdin
xozge bo çakî wa yek dekewtîn
be hîç quwetê danedekewtîn