wa «řeşemê»ye miřmyaw miřmyawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  939 Dîtin
wa «řeşemê»ye miřmyaw miřmyawe
bore swar bûnî «dawud» dem xawe
«miryem» bernada hênde be coşe
ta ker le beẍda nezeřê boşe
eme şertêke bo mindałane
êsta ta ḧez key hênde asane
le xewda swarî ker î’tîbare
bełam be dîmen her ew sware
burcî pîrêjin emsał kem sexte
ew le pyaw zortir be řaw û bexte
eger bê û bîka bezuqim û sehoł
hejarekanman çî degirne koł