caran eçûyne ser bawe guřguř

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  967 Dîtin
caran eçûyne ser bawe guřguř
eman gut hatwîn bo zigpiřî û kuř
baweřman nekird şexse û pyawî xuda
ta hatne ber pêy padşa û geda
kuřêkî way da be ’asme xatûn
poylaney geyye sed hezar ałtûn
ewî mindałî nebê newt exwa
minałî ebê be mêrd ya be xwa
karêkî gewrey tir le beynaye
hem dîsanewe ewîş be xudaye
cê meb’ûsêkî kerkûk munḧele
zor kes be hîwa û be pelepele
wezîfey êsta hemûy bo nane
lêy nageřên em dewłemendane
hatûynewe ser nerîtî pêşû
boye kiçêkman bo nadrê beşû
ke fire mîr bîn ber nabeyne ser
«bîrsî ya peřaw birsî yozer»
karyan legeł yek hemûy beqîne
bo nan biřîn bê tûtin şîrîne
dûberekîye û fîtne lenawe
homan kewtote gwêrekey lawe