ewaney ke şêw be pişêw eken

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  949 Dîtin
ewaney ke şêw be pişêw eken
fîke be biray nîwe lêw eken
zistan xistinye tarîk û lêwe
sed kwêr çawsaẍê naba beřêwe
ke hat sermela destinwêjî şika
îtir kê nwêjî eka le teka
mela serfîtrey kemî werdegirt
îmametyekey bê destinwêj ekird
ewaney lehcey lamyan wek řêye
ezanin pîrî şewkêł le kwêye
ewaney ke řê be ẍeyn exwênin
cîlwey fîłbazî dû qewm enwênin
ewey ke naxwa û pare zorkere
girdkirdnewekey pare zor kere
sikey eşřefî gum bûbû be laf
wa pêman ełên: biřo hey eşřaf