zor baran barê deẍił jeng dênê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1277 Dîtin
zor baran barê deẍił jeng dênê
aw zor mayewe kirim hełdênê
herçî ke kon bû bê tîne boşe
tenha şerabe ta kon bê xoşe
çawî cwan ełên: pyałey şerabe
mezey sermestî diłey kebabe
ewîş ke kon bû kes lêy napirsê
zeq ekatewe xełk lêy etirsê
nîsan sîwicgerî kird be çwar ane
bêzûy pêdekeyn ełbet herzane
le hemû lawe şayî kewte şar
dengî zuřna dê behare behar
ełên gya leser bincî xoy eřwê
wecaẍ zade boç xełkî lêy edwê
boç mirîşkî řeş hêlkey sipîye
boç peyîn feyz û hêzî zewîye?
ke xwa day hîç kes nałê kuřî kêy
desełatdarî her xot gewrey dêy
ewî xwêndûye be îqtîdare
xanîş neweşê ew her ser kare