ewa nemirdîn kewtîne behar

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1135 Dîtin
ewa nemirdîn kewtîne behar
bizanîn dyarîman çî bo dê le şar
zor kes ebînîn deçête beẍda
her wek petke û nabê be hewda
eger her tîrêk le nîşan bidrêt
bergî mamostay tîr’endaz edřêt
ełên piştîwan her le beẍdaye
herçî řîş sûr bê boç hemzaẍaye?
qesab temîzî bo dûkan ebê
keçî bo ême goşt giran ebê
’îsa mîqrobî pak ekirdewe
le’îsayan da mûsa bûrdewe
ełên goştekey êstaman pake
be sed filsîş bê hêşta çi bake
nanewaxane temîz û cwan bû
lew tołeyeda nokman giran bû
nanî germ exoy tamî tamîye
ke sard buwewe genmeşamîye
ře’îs şarezay em xuwaneye
bełam ax miştey naw hemaneye