nazanim boçî em pende bawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1630 Dîtin
nazanim boçî em pende bawe
řemezan be ceng, sefer bednawe
pêm mełên řîst wek xurî xawe
kwêr heta demrê be hîway çawe
jûr dûkełî bû řake derewe
çawî řeşî xot kał mekerewe
pyawan hênd řîşyan taşî tasulûs
wa le turkîye jin bûn be meb’ûs
bexot binazî karit le dwaye
be mêrdî nîye dełên be xwaye
metełyan pirsî nem zanî kame
serî ḧewt leşker jêrî şaname
dendûk dirêje û masîgir nîye
hêlkekerîşe keçî mir nîye
řemezan sê tewnî lê girtûyne dar
ḧewtiringêlî û qumar û xumar
diz û xawen mał kirdeyan yek xen
be kunebana gacût serdexen