wecaẍ kwêr małî ebeşnewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  2118 Dîtin
wecaẍ kwêr małî ebeşnewe
ker topê nałî ekêşnewe
lem dinyayeda kes bê ẍem nîye
eger bê ẍem bê binyadem nîye
kewtûyne řojê bû be way nefsî
zorkes hewłî da xuda neynûsî
ełên tewr kilkî xoy nabřêtewe
way ebřêtewe ke nebêtewe
kurd be ’îbadet du’ay meqbûl kird
leyletulqedrî le jina xerc kird
behar gyandarî pê ejyêtewe
etirsim marîş bibûjêtewe
bîstûme wirde me’mûr der’ekirê
beře her le lay tenkî edřê
ey ew kesaney ke kem wer’egirin
dest be kiławî xotana bigirin
îtir legeł kes nabme destexuşk
min û wêraney pîrêjin û mişk
wek caran bêstan berełła nîye
em dûge çewre bê beła nîye