le řûy cîhanda, to were pak be

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  2422 Dîtin
le řûy cîhanda, to were pak be
ewsa le watey xełkî bêbak be
hîç kes le watey xełk řizgar nabê
pyawî qîn le zig, qet be yar nabê
be hîway hawsê, bê çêşt emênî
çaweřêy dest bî, her xew ebînî.
çaw mebřere dest, xirap fêr ebî
be parûy xełkî, direng têr ebî!
ke qelbî «îqbał» labqa’îye
be kem hełkirdin, padşayye
ta xot dost nebî, kes nabê be kes
çepłe lê nadrê, be tenha yek des.
bo dostit çake, ẍeyr bê’encame
mał řawestabê, mizgewt ḧerame
bo dunya debê dest bideyte dest
hîç kesê, hîç kes nabate beheşt
dewran dewłetit le dest desênê
bełam nawî çak ta ser demênê
nîyetit çak bê, îş debeyte ser
dirext «ziř» nebê, her bot dête ber