ke dujminit kewt to pêy pya menê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
3445 Dîtin
ke dujminit kewt to pêy pya menê
zebûn kuj mebe, lay xwa lamenê
sermayet bo xot, zekat bo xuda
mêw ke bîbřî, çaktir ber eda
zor be ser dosta meyê xetere
taney dost le tîr dujmin bedtire
řaste dû mîwan lêkyan xoş ناێێ
bełam xanexwê le her dû layê
to çake bike û bîde be awa
xełkîş nezanê, lay xwa nûsrawe
kirdewe û îman hatûne nuşust
gewre awî řişt: biçûk pêy lê xist
ke baweřit bê, hîwayşit debê
ke bê baweř bî, çît des ekewê?
hem pyawî dunya, hem pyawî řêy xwa
wek «yaroy» naw co le dû la dexwa.