herçend dost le lat wek bira û kese

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  2957 Dîtin
herçend dost le lat wek bira û kese
hênd amşoy meke, pêt biłên bese!
ke zanît şewe û dizit le dewre
dest be kiławî xotewe bigre!
ke şêweyît dî, biřo têpeře
segî sermile, be dû la weře
gwêy řanekêşî, zor kes bê gwêye
kutek dezanê qonaẍ le kwêye
bo çenebazî ke nezan duwe
le beheştewe kutek hatuwe
ewî bo menseb berçaw çû, fêrin
legeł lê kewtî řû werdegêřn