zordar û hejar, wek serma û hetîw

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  2959 Dîtin
zordar û hejar, wek serma û hetîw
bizin hewłî gyan, qesab hewłî pîw
dewłemendî řijd xoy heł’ekêşê
pare mêşêke le gûş denîşê.
le qapî namerd meke «dequlbab»
bê goşt be, newek minetî qesab
le pirdî namerd mepeřerewe
cerde řûtit ka, ba lem berewe
emřo pêwîste to be dost derçî
ke baran nema «kepenek» boçî?
«bexîl» xoy nayxiwa û hewłîşî zore
małî xonexor, bo çekmebore
çiray dirozin satê degřê
beřeyş her le lay tenkî edřê
dirozin agirî le mał berbûbû
wityan diroye, kesî bo neçû.
suḧbetî nadan, tał řabwardine
le dûy ker řoyn, ters bon kirdine
hênde berz mefře, biłên bê bake
dyare bê bakî her bo xwa çake
tûrekey co bo kerî dêz pêwî
topînî dewê û zererî xêwî