pare xercî key, debřêtewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  3683 Dîtin
pare xercî key, debřêtewe
be xerc nekirdin, ko debêtewe
me’aşî belaş, bê pîte û bê xêr
destî manduwe le ser zigî têr
aẍay tema’kar her dełê bîde
ker be co bimrê ewsa şehîde!
dêy firekwêxa naḧesêtewe
bizin hercarê deřûtêtewe
kes û kar lepyaw cwê nabêtewe
tifî berew ba, řîş egrêtewe
wextê ke jin bû be gewrey geřek
ba îtir ême dest deyne xeřek
bê kasbîye em şeř û ḧałe
dyare tebeqî piř aştî małe
wa damenîşe be destî betał
ta negrî, memk nadrê be minał
řaste dû mîwan lêkyan xoş naye
bełam xanexwê le herdû laye
qet řêk nakewn gewrey em şare
tarîkayî şew êware dyare