eḧmedî xanî

(1706-1650)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 40 Xulek  7875 Dîtin
qełem ke nûsî nexşî zeřkeftî
şeyday dengî bû ke wa jineftî
çîrok nûsekan ta be homîrus
leber ew denge bûn be çîroknûs
ew denge, dengî neway «xanî» bû
şimşałî gyanî newcewanî bû
badeperistan serxoşanî řaz
qetarey ’aşiq polî çaw be naz
mîr û şaryar, begzadey dyar
firîşte û perî, aẍe û cûtyar
řewałanî «mem», kinaçanî «zîn»
seraperdekey emîr «zeynedîn»
çiko û ’arf, sitî û tajdîn
ḧeyzebûn bekir, weyşûmey be kîn
emane hemû kewtine xoşxiwanî
be tîşkî fîkirî «eḧmedî xanî»

pêẍemberî şi’rî mîllî û çîrokî le xakî bayezîdda, serçawey edebî kurdî û baweřî kurdî le kurd zeyda. cemalî tebî’et meftûn be dûř û mercanî qisey xasî, şimşał û nesîmî fênkî beyan şeyda be lalezarî basî. le dîwanî aşnayanî ḧeqperistîda wek gelawêjî geş, le heywanî zanayanî ’îlim û hunerda wek bazî serawêjî çeş.

estêrey geşî em şwêne nawî «eḧmed»e û wekû bîstûme kuřî «şêx elyas»e û le ’eşîretî xanyanî wiłatî «bayezîd» û «botane», le sałî 1061y hîcrî le şarî «bayezîd» hatuwete dunyawe, wekû xoy ełê:

lo řa kû dima ji ẍeyb fek bû
tarîx hezar û şêst û yek bû

ke be mîladî 1650 degrêtewe.

beserhat û řabuwardin û mirdinî eḧmedî xanî zor tarîke, her ke qiseyekî lêwe kirduwe, ême ew qisane lêre enûsîn û lepaşa agadarî xoyşiman ełêyn dûr nîye řastîman bo derkewê:

le «alqizîة alkirdye»y «duktor bileç şêrko»da ełê: «şêx eḧmed» dastanî «zînumem»y le «1591»da danawe û le «1652»da mirduwe û le «miḧît alim’arfî alsilamye»da ełê: lebeyn «1000 û 1063»y hîcrîda jyawe». emîn zekî begîş le «tarîxî kurd û kurdistan û mişahîr alakirad»da her şwên em tarîxane ekewêt!. herweha le řojełatînasekan wekû «î fun lok» û «uskarman» û «hokumakis» û «řocer lîsko»yiş her yeke û şitêkyan wituwe û hemûyş be texmîn û mezende dayannawe, dûr nîye lem řuwewe lêkołîneweyekî ’îlmî betewawî nekirabê boye wa hemûyan dûrin le yek û dû yan yek nagirnewe!. carê qisekey «alqizîة alkirdye» ke ełê dananî mem û zîn le «1591»da buwe lam waye eme legeł ew mêjuweda řê nakewê ke xanî xoy le dastanekeda ełê:

lo řa kû dima ji ẍeyb fek bû
tarîx hezar û şêst û yek bû
î sał gehîşte çihil û çaran
wî pêşřewî gunahkaran

wate le «1105»y hîcrî le dastanî «mem û zîn» buwetewe. deydey em tarîxe ekate «1693»y mîladî, zyatir le sed sał beynî dû tarîx ebê!. înca ełê le «1652»da mirduwe, manay waye ebê 61 sał paş dananî kitêbeke mirdibêt û bepêy şi’rey xoş le temenî 44 sałîda kitêbekey danawe, ebê bem pêye 105 sał ’umrî bûbêt her çende dûr nîye pyaw bigate temenî 105 sałî, bełam lew lawe ke seyr ekeyn le katêkda ’umrî 44 sał buwe, tarîx «1693» buwe. hînekey «mîḧit alim’arf»yiş ke ełê: lebeyn «1000 û 1063» hîcrîda jyawe le her şwênêk ke witra fiłan lebeynî ewende û ewende wa jyawe, zortir me’nay waye ke tewawî peydabûn û mirdinî lew beyneda buwe, newek tozêkî zor kem le jyanekey, dey eger leser em qiseye bêt, ebê eḧmedî xanî hemû jyanî tenya dû sał bûbêt, çunke ew ke le 1061 hatbête dunyawe le dû sał zyatrî bo nemawetewe, emeyş hîç ’eqłê nayselmênê.

qisekey emîn zekî begîş le «tarîxî kurd û kurdistan»da şwên qisey «miḧît alim’arf» kewtuwe, le «mişahîr al’ekirad»da hînekey «alqizîة alkirdye» ş bas eka, xoy bîrubaweřêkî nîye, ke wa bû wiłamî ew qiseye wiłamî ewîşe.

emênêtewe ser hî řojełatînasekan, ewan hemû leser ew baweřen, ke eḧmedî xanî le seretay çerxêkeyewe ta dwayîyekey, û ew çerxeş sedey ḧevdeyemî mîladîye. yekêk ełê: le seretay nîwey yekemyewe ta seretay nîwey dûhem. tenya leweda yek egirnewe ke lew sedeye derçuwe. eman herçende yekyan negirtuwe, bełam le ḧeqîqetewe wa nebê zor dûr bin.

êste le hatne dunyay «eḧmedî xanî» be pêy şi’rekanî xoy gumanêk nemayewe ke le çe mêjûyekda buwe û derkewt ke betewawî le sałî 1650da buwe, mawetewe ser mawey jyan sałî mirdinekey. emeyan, wekû gelêkî tirî tûş ’ezyet kirduwe, bewcore minîşî tûş kird; ew kitêb û şwênane ke tozê le eḧmedî xanîyewe edwan, lam waye hîç nemayewe ke neypişkênim û lêkî nedemewe, seyr ekem hemû pêçewaney yekin. be pirsyar kirdin lem û lewîş şitêkî wam bo dernekewt ta le sałî «1946»da le melayekî pîrewe şitêkim dest kewt û bom bû be bełge, lepaş ewîş her çende xerîk bûm lewe zyatirim bo saẍ nebuwewe û destim nekewt. goya be pêy ew bełgeye «tar xanî alî řibّe» mêjûy mirdinî eḧmedî xanîye, ke be ḧîsabî «ebced»y hîcrî ekate «1118» ke beranber «1706»y mîladîye, êcgar ke lêkim dayewe legeł mawey hatne-dunyakeşya lewaneye řêkewê, hîç şikim nemayewe ke em mêjuwe mêjûyekî řaste û ebê be kilîlî dergay ew nihênîye ke sałehay sałe řojełatînasekan û ẍeyrî ewanîş be şwênya esûřênewe.

çonyetî řabuwardin û jyanî eḧmedî xanî wa nebê le layen gumbûnewe şitêkî le nawdarekanî kurd geřabêtewe, wekû çon zortir lewan nawwinîşan û řabuwardin û cewherî xoyanyan legeł leşekeyana birduwete xakewe, emîş herwa buwe. be pê bipirsîn û teqalayekî zor ke demawdem gêřawyanetewe řabuwardin û beserhatî eḧmedî xanî goya bem core buwe:

şêx elyasî bawkî be gelê sał pêş hatnedunyay eḧmed le şarî «bayezîd» danîştuwe, bełam aşnayetî legeł ’eşretî xanyan her bernedawe û le bayezîdîş her małe gewre buwe. le «1650» eḧmed dête dunyawe, nazdarî bawik û taqaney dayk ebê. be řê û şwênî binemałeyekî dewłemend lejêr çawdêrî bawik û xułamî bermała le pêřokeyyewe egate ser řêgey qutabxane, enrête xwêndin, řêgey ew ser qutabxane û hî em serî dîwexane, le qutabxane derzî zanayî, le dîwexan derzî danayî wer’egrêt. ta gewretir ebê payey xwêndinî beriztir ebê, eçête naw feqêyan bo derzî ’erebîyan. beriztir[yin] xwêndin lew dewre ewe buwe yekêk boy řê kewê biçête feqyetî û derzî «sirf» û «niḧu» û «bilaẍe» û «asul» bixiwênêt. eḧmed emey bo řêk ekewê her le bayezîd eçête mizgewtî «miradye». le paşmaweyekmanewe le mizgewtekanî bayezîd û dewrûberya, řû ekate «urfe, exlat û bitlîs», egeřê şîrey gułî şwênyan emjê, le her layek ebê ’alemêkî benawbang heye bo wergirtinî ’îlim û zanyarî, řûy tê’eka, ełên serî le mîsrîş dawe. le axra ke îcazey ’îlim wer’egrêt egeřêtewe bayezîd û xerîkî derzutnewe ebê, ’almêkî benawbang û şarezay hemû ’îlmêk buwe, be fermanî şahane çuwete «babî ’alî»yiş le estembuł.

«şêx eḧmedî xanî» wekû demawdem eygêřnewe pyawêkî girdepyaw buwe. serî le çaw leşya gewretir buwe, çawekanî biçûk û geş bûn, řîşî top buwe řeşî zorî tyama bû, dengî nêr û berz buwe, zor kem tûře buwe, diłteř buwe, em diłteřîyey le axirda řaykêşawe bolay tesewuf, le cilubergida kok buwe, mêzerî xiřî sipî leser nawe, bozûy dyarbekirî nayabî leber kirduwe, ełên zorîş hewesî le řaw û şikar buwe, ke çuwe bo řaw cilî řawî leber kirduwe, swarçak û be des û neqam buwe, ełên: pałewanîş buwe, hemûcar cîmlaskî ekird, pyawêkî beřêz û bedesełat buwe lenaw mirdima, dû cêgey hebuwe: yekêkî ’îlmî, yekêkî binemałeyî, herweha pyawêkî dîndar û xwaperistêkî wa buwe ke sozî me’newîyatekey karî kirduwete hemû kes. bem core řa’ebwêrê ta le 1706 le temenî 56 sałîda koçî dwayî eka û her le bayezîd enêjrê, gořekey êsteyş her mezare.

mayewe ser ewe ke aya çe hêzêk bûbêt wa eḧmedî xanî xistuwete hoş û fîkirî şi’rewe? legeł eweda ew dewre û ew şwêne ke ewî lê buwe perdey tarîkî koneperistî wekû şewezeng hemû layekî girtibuwewe. le layekewe bîrubaweřî dar û berd û peristinî mezarekan, le layekewe zebir û zengî turkekan, bo jêrdestekanyan, betaybetî bo kurdan ke neyełn ser derbênin le qułaxî xoyan, le layekî tirîşewe çewsanewey fîkir û hoş leber ew hemû jaraw û taławe ke wekû lêławî baranawî behar be hemû layekda hajey ekird, ke çî sereřay emane eḧmedî xanî bem core xoy bawêjête meydanewe. bełê, tebî’etî şi’ir bo kurd wa nebê şitêkî bełacewî bê, kurd be maderzadî şa’re, çunke şwênekey û awekey û hewakey emey pîşan eda!. sereřay emeş eḧmedî xanî awazî şi’rekanî şêx eḧmedî cizîrî û feqê teyran û mela batî û ’elî ḧerîrî wekû dengî şimşał karî le hemû demarekanî kirduwe û le nîwey şewda be xiroşî ew dengewe awazî sozî geyştuwete asman dîmenî hemû wiłatî botanî kirdibû be kanyawî fîkir û xeyałêkî weha ke hemû wiłatî soran be erdełan û mukiryan û babanewe lwêç lwêç lêy hełêncin û bîken be noşî şa’rekanyan!.

řaste şi’rî şa’rekanî botan her ewendeye telî ’atîfey eḧmedî xanîyan bizwanduwetewe, yaxud betaybetî şêx eḧmedî cizîrî be řoḧêkî lahûtî ya dengêkî nasûtî her ewende pałî be eḧmedî xanîyewe na ke xoy bawêjête kořî seraperdey şa’ranewe; bełam aya řoḧî mîllet û neway qewmîyetekey lekwê hêna? lew serdemeda ke řom û ’ecem newek tenya çwar çimkî xeyałî kurd, bełkû hemûy asoy kurdyan wekû jêy kewan hênabuwewe yek û kurdyan be berdî cewr çewsanewe moł dabû, wekû xoy ełê:

ev řom û ’ecem bi wan ḧesarin
kirmanc hemî le çar kenarin

weya derdedił bika le dest bext û leber text, wekû ełê:

emma ji ezel xudê wisa kir
ev řom û ’ecem li ser me řakir

we lew dewreda çon kewte ser ew şi’ûre? ke biłêt:

ger dê hebwa me ser firazek
saḧêb keremk, suxen newazek
neqdî me dibû be sikke meskûk
ne dima wehe bê řewac û meşkûk

weya çon geyşte ew asmane berze ke be dû çawî dił û dîde temaşay kurd bika û le gewre û biçûkyan tê biga û biłê:

cwamêrî û hîmmet û sexawet
mîrênî ẍîret û celadet
ew xetme ji bo qebîlê ekirad
wan dane be şîr û hîmmetê dad

ke çî legeł eweş ke wa bin, be çawî giryanewe biłêt:

ez mame di ḧîketê xudê da
kirmanc di dewłeta di nê da
aya be çe wecih mane meḧrûm
«بیالجûملەە» ji bo çe bûne meḧkûm?

em karesatî eḧmedî xanîye min lam waye ne perî bizwandûyetewe, ne firîşte xoy pîşan dawe, ne diłî xoy leber baweşênî egrîcey çawkałana dîwe, ne wêney xoy le gonay ałî řewałana çawpêkewtuwe!. bełkû dostî diłxiwazî ew, sereta bêcge le dîmenî wiłatekey tenya dîwanî şa’rekanî pêş xoy buwe, çon dengî kemançe kar ekate ser dił, boyeş kar eka çunke ew tele demarî gyanleberêk buwe ke gyanî ew gyanlebere le ’alemî eřwaḧda legeł gyanî em gwêgreda - ke xawen diłekeye řaz û nyazêkyan pêkewe kirduwe, êste ew řaz û nyaze dênêtewe fîkir, şi’rîş bew core kar ekate ser dił, newek tenya dił, bełkû kar ekate ser hemû demar, boyeş kar eka çunke şi’ir řastewřast dengî ’alemî eřwaḧe û le mêşkî xawenekeya ke şa’re eziringêtewe, lewêwe eçête diłyewe û deng edatewe, ekewête ser zimanî û biław ebêtewe.

ca leber eme şi’rî ewan bû be serçawey îlhamî şi’rî, emênêtewe ser mîllet û qewmîyetekey.

aşkiraye, heta hêzî gûşîn zyatir bête qîn zûtir eqewmê, hetahêzî gûşîn zyatir bê dengî ew teqeye zortir berz ebêtewe, heta bay pêçewane zortir bêdengî give giveke qayîmtir ebê. mindał ya kesêkî tir heta lêydeyt dengî giryanekey zyatir eřwa, eger em hêzane hîçyan nebûn, ne dengî teqîn û ne dengî give û ne dengî giryan ber gwêy kes nakewê. zor û sitem û çewsanewe lew dewreda ke emane karesatêkî ẍeyre tebî’în geyştûnete payeyek ke ’atîfey eḧmedî xanîyan be corêkî wa gûşîwe ew denganey lêwe peyda buwe, ew denganey ke nałey xoy komełekey buwe.

řengibê butrê: eger ’amîl bo bizwandinewey ’atîfey şa’rêkî wekû eḧmedî xanî ew cewr û siteme bwaye ke lew dewreda řûy kirdibuwe ew şwêne, xo wa nebêt şa’rîş her eḧmedî xanî bûbêt, bełkû le dewrî ewda û lepêş ewîşa gelê şa’rî tir hebûn, boç hîçyan derûnyan neheja?! boç hîçyan ew karesatane karî tênekirdin ta ewanîş be cewrekey ew wekû bulbul bikewne newaxanî û řaz û nyaz?!. êmeyş ełêyn: aşnayetî řoḧî dû core: corêkyan peywene be şikłewe [û] şwên şikłeke ekewê karêkî be maddekewe nîye, wekû yekêkî arezûperist çon eger çawî be însanêkî şikił cwan kewt bo cêbecêkirdinî arezuwekey diłî lê eçê, ke ew însane cwanîyekey beser çû, emîş diłî leser la’eçê û diłî eçê le yekêkî tir û her bem core pêwe eřwa. eme wa nebê kabra diłî le maddey cwanî çûbê, bełkû diłî le şikłî cwanî çuwe, eger diłî le maddeke biçwaye ew cewherey maddeye le însanekey ewełda her mawetewe, ewende heye şikłekey têk çuwe. boyeş ełên her mawetewe çunke madde nafewtê. bełgey em qiseyeman eweye ke kabrayek diłî eçê le yekêk, yekeke bełê le seretada cwane, bełam le axra zeman, keř û kwêr û pîrî eka, ke çî kabra ew diłlêçûne, ke diłî lê çuwe hermawetewe legełya û bełkû zyatrîş ebê. eme nîşaney eweye ke diłî le maddekey çuwe û maddekeşî têda mawetewe, boye diłlêçûnekey emîş mawetewe.

eme le layekewe, le layekî tirîşewe diłêk ke peywend bû be maddey şitêkewe ba le řwałetda hezar tenguçełemeşî beserda bêt, ew peywendibûne ke peywend buwe, mumkîn nîye lêy bibêtewe û binûsê be şitêkî tirewe. diłêk ke peywend bû be maddey cwanî jinêkî taybetîyewe ba hezar car çermeserî kabra biden ke diłî lêy bibêtewe û diłî biçê le maddey cwanî mang, ya gułêk, her hest bew çermeserîyeş naka û her lay waye hîçî beser nehatuwe, wekû minałêk diłî eçê le sêwêk û řikî lê egrê û eygirê be destewe, her çende lêy eden sêwekey le dest nabêtewe. eme nîşaney eweye ke ewende diłî lew sêwe çuwe hest be azarî lêdaneke naka, eger hestî pê bikirdaye, xêra sêwekey le dest ebuwewe!.

şitêkî tir sêhem, her yek ceř û mengeneye û her yek hêzî heye, narincokêkî exeyte ber, her ke tozê hêzî geyştê eteqê, ke çî parçelokeyek girtimołke ekeyt û eyxeyte berî her çend hêzî bixrête ser hîç wekû xoy emênêtewe; eme řû lewe ekatewe ke şiteke xoy ebê qablyetî teqînî bibê, eger neybê ba hezar gûşîn û karesatîş bibê her be hîç der’eçê!.

ew şa’rane ke le dewrî eḧmedî xanîda ya le pêş ewda bûn, ya şikłiperist bûn ya madde perist, ewaneyan ke şikłiperist bûn hêz û pêzêk le şi’rekanyana nîye, wekû gelê şa’rî şikłipersitî tirî dway xoyan. boye hêzî nîye çunke şi’ir yan leber arezûperistî bo şikłî dîmenêk wituwe, şi’ryan leber şi’ir wituwe ne wek leber fen!. ewaneşyan ke madde perist bûn, bełê şi’rekanyan bo fen û hunere wekû witra ew ke řoḧî ała be maddeyekî taybetîyewe, îtir hemû ’alemî lê ebêzrê, tenya ew madde taybetîye nebê ke wekû tîşkî řoj lew tarîkistanîyeda giznigî bo eda, bêcge lewe şitêkî tir nanasê û nayê be diłya ke şitêkî tirheye. we leber eweş ke řoḧekey aławe bew şitewe îtir mumkîn nîye dest lê hełgirtinî.

yekêkî wekû «melay cizîrî» řoḧî peywend buwe be maddey «selma»yekî taybetîyewe, ke maddey ew selmaye giznigêke le nûrî maddeyekî ḧeqperistîyewe, taze lewmeydaneda ’ewdał buwe, ba hezar karesatî tir ya têwejendinî tir řû bida, derçûnî lew meydane ne be eqłî xoya dêt ne be eqłî yekêkî tirda!.

yekêkî wekû eḧmedî xanî carê şikłiperist nebuwe, ke maddeşî peristuwe řoḧekey lepêş ’alemî leşekeyda aławe be maddey mîllet û qewmîyetewe. ke leşeke bû be qefezî řoḧekey û kewte ’alemî şikił û wênewe, ew sozey ’alemî eřwaḧey taze kirdewe. leber ewe qablyetêkî řastewřastî têda bû qablyetekeşî peywend bûnî řoḧekeyetî bew madde taybetîyewe ke ew cewr û sitem û karesataney bînî, wekû lafawî awêkî lêł ehat beser xoy û qewmekeya, kewte ew soz û gudazewe ke dengekey wekû dengî ziringey zeng le gwêçkey ewe be newey kurdida deng edatewe!. ca leber em şitane ke bas kira eḧmedî xanî kewte bazařî şi’ir û qapîyekî deryay tebî’etî bo kirayewe.

bełê «xanî» le dewrûberî 1683 le «newbehar» ke ferhengêkî kurdî û ’erebîye buwetewe, bełam wa nebê êcgar emeyan bûbê ke qełemî nûserekanî le barî eḧmedî xanîda xistibête kar, we ya namîlke şi’rîyekey ke be nawî «’iqîde alayman»ewe daynawe û 71 şi’re, nawî ewî berz kirdibêtewe. bełkû ewî zor nałey eḧmedî xanî berz kirduwetewe dastane benawbangekey «mem û zîn»yetî, ke wa karesatî ew dastane agirêkî karîgerî le diłî xanîda kirduwetewe bo ewe «xanî» birête řîzî şa’re here gewrekanî ’alemewe le dû şitda: le barî çîrokda, le barî nîştimanîda. serçawey em dastane le dewrûberî 1350y mîladîda «amîr zîn aldîn» nawêkî kurd hebû ke dûr nîye şwênî danîştinî le dewrûberî xelîcî eskenderûne bûbêt û fermanřewayî beser hemû wiłatî botana kirdibêt dûkçî perî amêzî hebuwe, yekî «sitî», yekî «zîn» dû perîzadî wiłatî botan, ya cûte firîştey xakî kurdan bûn, yekî le ser darekanî emîr zeyneddîn, «eskender» nawêk buwe, em eskendere sê kuřî buwe: «tajdîn, çeko, ḧîfo» emane her yekî pałewanî meydan û şêrî bêşey «botan» bûn. «tajdîn» destebrayekî diłsozî xemxorî ebê «mem»y naw ebê ke le binemałeyekî berzî wiłatî «alan» ebê mem û tajdîn şew û řoj le řaw û şikara le gund û le şara, le baxçe û kenara pêkewe ebin û bebê yek hełnaken.

řojê le řojan serî sałî newroz ebê, zewî řayexî sewzî xoy řa’exa, şax û çya serpoşî befir la’eda, dar û dewen gwarey gopke le gwê eken. dengî hajey kanî û serçawe ebête semtûr û sazî ew nawe, heway fênkî asman têkeł ebê be bay berî beyan. mîr zeyneddîn be xoy û baregay ehlî şarewe bo ew seyranî cejnî newroze eçne derewe. «mem û tajdîn» le serçaweyekda «sitî» û «zîn» yan lenaw polî kenîşkana berçaw ekewê, agirî ’eşqî «tajdîn» le diłî «sitî»da û hî «mem» le diłî «zîn» ber ebê. nemamî bałay sitî le diłî tajdînda û nîgarî ałuwałay zîn le diłî memda nexiş egrê, maweyek bem core eřwa, lepaşa dêne ser xwazbênî dûyar bo dû diłdar. zemawendî «sitî» bo «tajdîn» qapîy xem bo «mem» ekatewe. «bekir mergewř» m ke qapçî baregay mîr bû, lêyan ebête şimłîşeř û ekewête kar bo îşî nahemwar, «mîr û mem» leser diłxiwazîy ew bo mem ekewne şetrenc, dîsan «bekir mergewř» dest ekatewe be fêł û befiř, agirî zîn le diłî memda biłêse esênê û pejarey mem le diłî zînda pere esênê. mîr lêyan tê’ega, be dû zimanî bekir mem ekewête goşey zîndanî tarîkewe, zîn le tawî mem ekewête baxçeyekî tarîkewe. sitî û tajdîn, ’arf û çeko ekewne řezim bo řizgarbûnî mem. bekir ekewête dû zimanî. le axrî kara mîr peşîman ebêtewe, ke eçne serwext memewe, mem ewa le ’eşqî zîna gyanî kirduwe be gyanbazî û nardûye bo mezarî ’aşiqan, eyhênin be tedarkewe eynêjin. zîn eçête ser gořekey û beserya ekewê, katê ke serî lê eden seyr eken gyanî ewîş perwazî kirduwe bolay gyanî mem! leşekey letenîşt memewe enêjin. tajdîn le ax û daxî em karesata bekir mergewř lebeyn gořekey herdûkyana ser ebřê, xwênekey ebê be çiqłêk lebeynyanda ser hełeda, neyhêşt le gořekeşa yek bigirin!. ełên êsteş hemû sałê ew çiqłe ser heł’edatewe!.

em dastane ke «eḧmedî xanî» be 2661 şi’ir egêřêtewe, beriztir dastanêkî kurdîye ke tînuwanî meydanî edebî û nîştimanî û çîrokî û melḧemîy pê têraw kirduwe û nawî «eḧmedî xanî» le řîzî «homîrûs»y yonanî û «fîrdews»y farsîda le lapeřey tarîxî kurdida hêştuwetewe. em dastane lepêş eḧmedî xanîda dem be dem wekû çîrokî gwê agirdan le dîwexanekana be çîrok eyangêřawe û qałbêkî řêkupêkî nebuwe. nebûnekeşî leber ew serlêşêwawîyane buwe ke kurd heybuwe wekû xanî xoy basî eka. înca em hênay û xistye em qałbey êsteyewe. ême çend parçeyek lem şi’rane eyxeyne berçaw bo ewe bizanîn mêjûy edebî kurdî çe kełkêk lem edebey xanîyewe wergirtuwe? ya eḧmedî xanî çe payeyekî le edebyatî kurdîda buwe?

xanî lem dastaneda dû perde pîşan eda: yekem perdey nîştimanî û qemî, dûhem perdey çîrokî û qesesî. leser em řewşte hênawye kitêbekey leser 95 bas danawe. her basêkî kirduwe be bendêk, her bendê le 10 şi’ir kemtir û le 97 şi’rîş zyatir nîye. seretay basî be sitayşî xwa û pêẍember ekatewe, lêyan epařêtewe û daway lêbûrdinyan lê eka. çwar bend her legeł em sitayşaneda xerîk ebê, le bendî pêncem û şeşemda basî kurd û bêçareyîyan eka ełê: leber ewe xawenêkî edebîyan nebuwe, hemû dastanî qaremanî û řaz û nyazî edebîyan tyaçuwe û nemawetewe, wekû gelê pyawî şaswar û nawdarîşyan herweha řoyştûn bebê nawwinîşan beser çûn!. ełê: kurd eger xizmetî bibwaye zimanekey wanebêle zimanekanî tir kemtirbêwnirxîlewan herzantir bê, wekû eygêřêtewe û ełê:

saqî to ji bo xudê kerem ke
yek cur’ey mey di camê cem ke
da cam be mey cîhan nima
her çend îradeye xuya bit
***
qet mumkîne ev ji çerx lewleb
talî’ bibtin ji bo me kewkeb
bextê me ji bo mera bibit yar
carek bibtin ji xwab huşyar
řabit ji me jê cîhan penahek
peyda bibtin me padşahek
***
ger dê hebuwa me ser ferazek
saḧêb keremek suxen tewazek
neqdî me dibû be sikke meskûk
ne dima wehe bê řewac û meşkûk
***
ger dê hebwa me padşahek
layeq bidya xudê kulahek
***
ẍałb ne dibû li ser me ev
řûm ne dibû ne xirabey di destibûm
***
ema ji ezel xudî wisa kir
ev řûm û ’ecem li ser me řakir
namûse li ḧakim û emîran
tawan çîye şa’ir û feqîran?
***
ez mame di ḧikmetî xudê da
kirmanc û dewłeta dinê da
aya be çe wece bûne meḧrûm
«باالجمله» ji bo çe bûne meḧkûm?
***
em řûm û ’ecem buwan ḧesarin
kirmanc hemî li çar kenarin
herdû terefa qebîlê kirmanc
bo tîrê qeza kirîne amanc
goya ku li serḧedan kilîdin
her tayfe seddêkin sedîdin
ev qulzum řûm û beḧrê tacîk
hindê ko bikin xirûc û teḧrîk
kirmanc debin be xûn mulettex
wan jêk vidken mîsalî berzex
cwamêrî û hîmmet û sexawet
mîrênî û ẍîret û celadet
ew xetme ji boqebîlî ekirad
wan dane bi şêr hîmmet û dad
hindê ji şica’etê ẍeyûrin
ew çend ji mînnetî nefûrin
ev ẍîret û ev ’uluwê hîmmet
bo manî’ê ḧemlê barê mînnet
lew pêkve hemîşe bê tifaqin
dayîm bi temeřřud û şiqaqin
ger dê hebuwa me îttîfaqek
vêkira bikira me înqyadek
řom û ’ereb û ’ecem temamî
hemyan ji mera dikir ẍulamî
tekmîl dikir, me dîn û dewłet
teḧsîl dikir me ’îlim û ḧîkmet
temîz dibûn ji hev meqalat
mumtaz di bûn xudan kemalat

lêreda eçête ser bendî şeşem pênc şi’ir eřwa û ełê:

da xelq nebêjin ku ekirad
bê me’rî fetin, bê esił û bunyad
enwa’î mîllel xudan kitêbin
kirmanc tenê dibê ḧisêbin
***
ger dê hebûya me jî xudanek
’alî keremek letîfe danek
’îlim û huner û kemal û îz’an
şi’ir û ẍezel û kîtab û dîwan
ev cîns bibal bawî me’mûl
em neqid biba li nik wî meqbûl
min dê ’elema kelamê mewzûn
’alî bikira lyan gerdûn
bînave řiḧa «melê cizîrî»
pî ḧey bikira «’elî ḧerîrî»
keyfêk we bida feqê teyran
ḧetta bi ebed bi maye ḧeyran
çibkem ku qewî kesade bazař
nîtin ji qumaşřa xirîdar
***
kirmancîye serf bêgumane
zêř nîne bibîn sipîdmane
sifrê me sore aşkare
zîv nîne bibîn ku kem ’eyare
neqdê me mebêje kem behaye
bê sikkeyê şah şehřewaye
ger dê bibwa be zerbê menqûş
ne dima wehe bê řewac û meẍşûş
***

pakjî em şi’raney xanî ełê:

meygêř leber xwa bimanderê, yek qum bikere camî cemewe, bo ewe ta came ke be mey hemû dunyay tya dyar bê, her şitêk ême arezûy ekeyn bawabêt. înca basî ewe ekat ke be hoy em meyewe hemû şitêkî bo der ekewê û ełê:

aya řê ekewê lem çerxî dołkeyîyeda estêrey ême le burc ser bênête der?. bextî ême bibê be yarman, carêk axo bibê le xew hoşyar bînewe? hestê lem cîhaneda bo ême piştîwanêk peyda bibê le ême ya bo ême padşayek? bo ewe şîrî hunerî ême derkewê û bizanrê nirxî qełemman aşkira bibêt û derdiman derman bikirêt û ’îlmiman birewêkî bibê?

eger bibwaye bo ême serferazêk, xawenkeremêk û nirxî qisezanêk. neqdîney ême ebû be dirawî sik ke lêdraw, e’awa bebê řewac ne’emayewe. mebestî eweye ke qisey cwanî kurdî her çende bê xewş û pak û puxte ke çî leber bê xawenî awa bê naz mawetewe. eger bibwaye bo ême padşayek, eger řeway bidyaye xwa bo ême kiławêk mebestî tacî padşayetîye wate: eger kesêkî wa le ême hełbikewtaye tac û textêkî bibwaye û xemî êmey bixiwardaye, zał ne’ebûn beser êmeda em řome, ne’ebûyne wêraney berdestî bayequş. wa lat ne’ebûyn û ne’ekewtîne jêr dest hemû kes. bełam her le seretada xwa way kirduwe, em řom û ’ecemey beser êmeda hênawe. biłêbin çî zêr desteyî ewan her çende nenge, bełam desełat le dest êmeda nîye, eme şûreyîye ke bo ḧakim û emîrekan, tawanî şa’ir û hejaran çîye?. înca dê be basî eweda ke dunya wekû «bûke» wefay nîye û dîsan însan etwanê be çake û çake kirdin hemû şit bênête dest, lepaşa ełê:

min le ḧîkmetî xwa sersamim, kirmanc «kurd» le dewłetî dunyada, leber çî bêbeş buwe? be kurtî boçî bûne jêr deste? legeł eweşa hemû aza û pałewanin her mîrêkyan le sexa û desełatda nawbangî derkirduwe, ke çî em řom û ’eceme bewanewe parêzrawin, eman bûn be perjîn, kirmanc hemû kewtûnete çwardewryan û eyanparêzin. her dû layan em dûdestey kirmanc «kurd»eyan bo tîrîqeza kirduwe be amanc. goya emane leser sinûrekan boyan bûn be kilîl! her tayefeyekyan seddêkî qayîmin boyan. em deryay řom û tacîke «deryay qezwîn» her ke tyaçûn û bizûtnewe, kirmanc lenaw xwêna etlênewe, lewê dawa deken leşekanyan wekû tepołkey lê bê. wate: kurd her ke wîstyan tozê bibzûnewe îşêkî wayan beser dênin ke deryay řom û qezwên be xwênyan sûr bibê, leşekanîşyan lew şwêneda ewende bikewê beser yeka diryakan le yek cya bikatewe û bibê be tepołke le naweřastyana!. înca basî azayetî û cwamêrî kurd eka û ełê:

cwamêrî û hîmmet û nanbideyî, pyawetî û azayetî û diłqayîmî, emane hemû biřawin be bałay kurdida, ewan dawyane be şêr hîmmet û dad. hendêkyan dûrin le minet û şabaşî kes hełnagirin, ew ẍîret û em berzî hîmmete bû ke kirdye karê neyełê minetî kes hełgirin!. bełam daxekem leber ewe ke hemîşe pêkewe nařêkin, hemû dem wa dûberekê û nakokî řûy têkirdûn!. eger ême hemanbiwaye řêkupêkî û îttîfaqêk, têkřa pêkewe serman boyekêk dabnewanayet, řom û ’ereb û ’ecem giştyan, be hemuwanewe ebûn be řixułanî ême; îtir pêkewe ayîn û dewłetman ebû, herweha ’îlim û ḧîkmetman dest ekewt, dyar ebûyn lenaw ḧew îqlîmda, ser bederewe û xawen hoş û bîr ebûyn.

ke çuwe ser bendî şeşem basî ewe eka ełê: «xanî» boye em dastaney wa honîyewe û xistye ser duřiř û gewherî zimanî kurdî ta wekû merdim nełên ke: kurd hîç nazanin û binçîne û binaẍeyekyan nîye. dîsan ta wekû nełên: hemû qewmê xawen kitêbin, kirmancî tenya nebê ḧîsabêkyan nîye!. înca ełê: merdim ełên: kurd «kirmanc» ’îşqêkyan bo xoyan nebuwe û hîç şitêkyan nekirduwe be amanc û herwa be xořayî sûřawnetewe. bełê, eme ełên, bełam wa nebê wa bin, wa nebê bê ’îlim û ’îşq û bê kemał bin, ewende heye bê xawenin boye wa bem core berçaw ekewn. eger bibwaye bo ême xawenêk, paye berzêk, qedir şinasêk, ’îlim û huner û kemał û biřwa, şi’ir û ẍezeł û kitêbî dîwanî şi’ir, emane hemû lelay ew baw bwaye, em neqdînane lelay ew řewacî bibwaye, çawdêrî ’alme qisezanekanî bikirdaye, payeyanî berz bikirdayetewe bo ser gerdûn, bîhênayetewe gyan «řoḧ»y melay cizîrî, nawî ’elî ḧerîrî pê zîndû bikirdayetewe, sozêkî bidaye be feqê teyran, sozêkî wa heta dunya dunya bwaye sersam bwaye, biłêm çî xo kesêkî wa nebû wa bikat? ke madam nebû:

çî bikem ewa bem core bê bazařîye, hîç kałayek xiřîdarî nîye. înca lêreda be bê bazařî huner û cewherda eřwa û basî ewe eka ke be corêkî têkřayî lem dewreda ’îlim û cewher bawî nîye û pûł û pare şwên hemû şitêkî girtuwetewe û hemû çakeyekî le fîkir birduwetewe, sereřay emeş:

wa mezanin nextîney ême bê nerxe, bełkû bebê sikey padşahîş her le birewdiwaye. bełam ewende heye eger bihataye em nextîney êmeye nexşî leser bwaye, awa bem core nařewa û piř xewş ne’ebû!.

lepaşa basî ewe eka ke emane hemû bêbextîn boye wane; eger bext legeł êmeda yar bwaye, waman beser ne’ehat. înca baseke ebřênêtewe û eçête ser bendî ḧewtem ke seretay dastane çîrokîyekeye û lewêwe dest pê eka binaẍey dastanî diłxiwazî be şi’rî teř û taze da’emezrênê û qełemî belaẍet exate kar ta egate bendî 22 ke binçîney şadîkirdinî «sitî» û «tajdîn» ebê, lewê basî řêkewtinî «mîr zeynedîn» û «tajdîn» eka û sitayşî ew baregaye eka ke çon bo em ahenge řazênrawetewe û ełê:

kêşa wî bi meclîsa xo xwanek
goya kire ferş asmanek
qursê meh û mîhrê asmanî
înan te degu bicay nanî
ev lengeryê di zîv û zêřîn
şibhet felekê di jor jêrîn
her seḧnê mezin mîsalê burcek
serpoş li ser jireng durcek
her tebsî û kaseyêk di feẍfûr
yek exterî piř «zya» yê piř nûr
cedî û ḧemelê di asmanî
biryan û kebabê mîhmanî
her kase û tebsîk yek enbar
sûr şar şebîhê nefsê emmar
enwa’ê te’am çerb û şîrîn
elwanê ẍeza û nuqłê řengîn
van meşrebe û eyaẍê çînî
dewran dikirin bi nazenînî
seyare sîfet biket we seyran
herçî ku didî dimayî ḧeyran
narinc û turinc û nar û lîmo
newbaweyê şaxsarê mîno
vanîz û nebat û qend û şekker
mawerd û zebad û mîsk û ’enber

xanî eyewê ew base bika ke biłê mîr zeynedîn:

řay kêşabuwe dîwexanî xoy xwanêk, xwanêkî wa goya asmanî kirdibû be řayex. parçey mang û řojî asman, emane to etut le şwên nan dayannabûn! em lengerîye zîw û zêřane, wekû çerxî felekî xwarewe leserewe eyanniwand!. me’nakey pêçewaneye û belaẍetêkî ’îlmîbeyanî têdaye, eme wekû «abuḧnîfe ki’ebî yusif» waye. her kaseyekî gewre wekû burcêk wabû, serpoşyan leser bû be řengî deste buxçe, we ya futûy ’etrî kiçan. her sînî û kaseyekî feẍfûrî, wekû estêrey tîşkidar û birîskedar. karjole û berxî asman- mebest be karjole û berx eweł mangî zistan û eweł mangî behare, «cedî» û «ḧemel» nawî ew dû mangeye û le tafetî nuwandiwe bûbûn be kebabî û biryanî mîwan!. her kase û qawesînîyek yek ’enbar bû, dîmenyan ewende cwan bû wekû nefsî pîs wate: çon nefsî xirape pyaw hełexłetênê û bayî eka, ewaneş bew core pyawyan bayî ekird bo ewe pelamaryan bida. sûr «dîmen, şar»: cwanî û menzerey cwan, hemû core xwardinêkî çewr û şîrîn, řengawřeng qawełtî û nuqłî řengîn, ew perdaẍ û kase çînîyane, egêřran be cwanî û nazenînî, wekû estêrey geřok kewtibûne geřan, her kesê ke eybînî sersam ema. narinc û turinc û henar û lîmo taze pêgeyştûy baxî çyakan. «vanîz» core nuqłêke û nebat û qend û şeker, guław û ’etir û mîsk û ’enber.

bem core basî ew şayî û dîwexanî şayî û bangêştinî zemawend eka ke qełem le basya kołe û meger her şa’rêkî wekû eḧmedî xanî bitwanê kurey mang û řoj teşbîh bika be xiř nan û basî dewrî û bayey zêř û zîw bika û xwardinyan tya bê û seryan dapoşra bê û byanka be sendûqçey biçkoley kiçan ke ’etrî tê exen û serî da’exen!. meger her ew bitwanê cedî wiḧemel ke dû burcin û nawî karjole û berxîşin, byanka be kebab û buryanîy em zemawende û giłas û tongey bilûrîn bigêřêt û awî safyan tyaya bidrewşêtewe û hemû core mîweyek amade bika û be hemû core bonxoşîyek dîwexan guławpaşî bika. lepaş emane pêwe eřwa ta egate bendî 29 ke řaz û nyazî «mem»e legeł «mom» û ełê:

[1] mem şem’ dikir ji bo xo demsaz
key hemser û hemnişîn û hemřaz
[2] her çendî bisuhtinî wekî min
ema ne be guhtinî wekî min
[3] ger şibhetê min te jî bigu hita
dê min be xo dił qewî nisuhta
[4] derdî min û te jîk bi ferqe
ew ferq ji ẍerb ta bi şerqe
[5] meşrîq tivî agirê te zahir
meẍrîb ez û batnê min agir
[6] da’îm di sijit me řişteyî can
te nasjitin bi ẍeyrî ezman
[7] pehtî min li ser di dił peřinge
canî me di gel piringî cenge
[8] şewqek te li ser serî dyare
sewdayêke serserî dyare
[9] ew şewq ji bo te řa zibane
ev pehet ji bo me řaz yane
[10] pehta ji diłî me dayye ser ser
ḧukmê di ketin li bay seřseř
[11] herçendê bi şev dimînî bêdar
sibḧan dinvî ḧeta ve êvar
[12] êvar û seḧer bi řoj eger şev
ez her di sijim we sa li ser hev
[13] geh gah ji dest diłê birîndar
naçar di bû ji can bêzar

wate:

[1] mem řûy ekirde mom û bo xoy eykird be hawdem, eyut ey hawser û hawinşîn û hawřaz.

[2] her çend be sûtan wekû minît, bełam be witin û qise kirdin wekû min nît.

[3] eger wekû min toyş bihatyaye witin, îtir mindiłim bo xom ne’esûta.

[4] derdî min û to le yek cyaye, ew cyawazîyey beynyan le řojawayewe ta řojełat.

[5] řojełat toyt û agireket dyare, řojawa minim û derûnim agire.

[6] hemû dem ême esûtêyn, ke eşsîwwitêyn řiştey gyanman esûtê. to nasûtît tenya zimanit nebê.

[7] řûnakî û şewqî leser dił jîlemoye, gyanî ême legeł ew jîlemoye le cengidaye.

[8] řûnakîyek to leser sertewe dyare, sewdayekî řwałetî sawîlkeyîye dyare.

[9] ew řûnakî û şołeye bo to zimane, em řûnakîye bo min zyane.

[10] şołe le diłî êmeda kewte serewe û day leser, ferman eka be bay seřseř ke xoştirî ka.

[11] her çende be şew be agadarî emênêt, bełam êwaran enwît heta êware.

[12] êware û beyanî, řoje eger şew, min her esûtêm bew core leseryek.

[13] hendê car le destî diłî birîndar naçar ebim û bêzar ebim le gyan!.

 

seyr ekeyt be çe core fîkireyekewe hatuwete nawewe û çon em gileyî û binaştîy beynî mem û şeme der’ebřê? we çon be şi’rî teř û taze hestêkî diłbirîndarî mem bas eka?.

emane çend perdeye bûn le şi’rî eḧmedî xanî le dastanî «mem û zîn» da. mêjûy edebî kurdî le babet wişewe qise lem şi’ranewe naka, çunke zortir le wişekanî wişey zimanêkî ẍeyrî kurdîye û beranber be edebî saẍî kurdî, we nebê nirxêkî way bibê, bełam le layen me’na û şi’ûrî şa’rewe etwanîn lêy bidwêyn û şi’ûrî şa’irman bo derkewê:

em şi’rane wa be ême pîşan eden ke eḧmedî xanî beriztir şa’rêkî kurde le hemû em çerxaneda ke hatuwe, leweda ke hest û şi’ûrî qewmîyetî kirduwe lew dewre tarîkeda. leweda ke barî çîrokî řazî qewmî kirduwe be řêçkey edebî kurdî. le her dû em řêgeyeda pêşengî karwan buwe û pêşřewî hemû şa’ranî kurd buwe, betaybetî îmřoj ke nirxî çîrok ezanrê!. eḧmedî xanî be pêy ew zirûfî şwên û wexte ke kurdî têda buwe, we be pêy ew perdey ’eqłîyete ke leseryana buwe, natwanîn biłêyn kemtir buwe le «homîrûsî» yonanî xawenî «ezîse û uzîse». ca leber eme eḧmedî xanî be xoy û «mem û zîn»yewe estêreyekî here geşî zor berze le asmanî edeb û edebyatî kurdewe û namûsî tebî’î hêştûyetewe.

ewey min agam beserya bêt em «mem û zîn»e le sałî 1337h (1919m), bo carî yekem bem tîpane le «estemoł» çap kirawe. le sałî 1365h (1947m), bo carî duwem leser ḧîsabî «beşîr şêx ḧesen haşmî» le çapxaney «aras» le «ḧełeb» çap kirawetewe. herweha le layen «pîremêrd» yişewe kirawe be şikłî řîwayet û her çende mêjûy çapî nenûsîwe, bełam le sałî 1935 le çapxaney «jîn» le suleymanî le çapî dawe.

le ewrûpayîyekanîş ewaney şerḧyan lê kirduwe: yekem: řojełatînas «î susan» le sałî 1890. dûyem: «fun lokuk» le 1930. sêyem: «uskar man» le «9-1906». çwarem: «hogumakis» le 1926. le 1936 yişda komełeyek le şerḧ û şi’rî mem û zîn le «erîvan» derçuwe. le 1942da řojełatînasî ferensizî «řocerlîsku» be zimanî ferensizî şerḧêkî lê kirduwe û lejêr nawî «çîrokî mem û zîn hî xawenekey eḧmedî xanî» le çapxaney beyrût le çapî dawe.