nalî

(1797-1855)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 22 Xulek  9066 Dîtin

le asmanî xeyałatda bazî bê peřwa, le zewî û zarî nuktezanîda sikkeyekî xoş řewa. zewqî be xakî pakî şarezûr pişkûtû, xoyşî be çeşmezarî piř nîgarî kurdistan dił tenyû,!, şeyda be duř û qise û basî berzewe, zana be gewherî me’nay corawcorî sed terzewe. hêndê qisey řewan û gewara wekû awî saf, hêndê witey řeq û qaym wekû telîsmî qaf, hêndêkî şûşe nebatêke pêy ełê «cînas» eme bo laf!. awî jyanî şê’rî le badey teb’î řewana xwardotewe, demar û fîkirî cwanî be bonî baxçey edeb bûjandotewe, gyanî be dengubasî gelê ’îlmî benirx geşandotewe, înca be nazewe pêy nawete meydanî şa’ran û kewtote řewetewe!.

estêre geşekey asmanî edebî kurdî «nalî» nawî «xidir (xizir)» û kuřî «eḧmedî şaweysî, ałî begî mîkaylî»ye, le sałî «1797»y mîladî le gundî «xakuxoł» le deştî «şarezûr» hatote dunyawe bew core jyane ke le pêş 155 sałda le şarezûr hebuwe ewîş gewre buwe. payey berzî xwêndewarî lew serdemeda xwêndin û tewaw kirdinî ’ilûmî îslamî buwe, binaẍey emaneş le pêşewe xwêndinî qur’an û hendê kitêbî wirdełey farsî buwe. nalî emaneyan le qutabxane pê xwênduwe, înca çuwete feqyetî, lem şar bo ew şar lem dê bo ew dê geřawe. ew şwênane ke zor têda mabûbêtewe «sine, sabłaẍ, zerdyaway qeredax, hełebce û suleymanî» buwe. le qeredax lelay «şîx muḧemmedî abin alxyat» xwêndûyetî, le suleymanî le mizgewtî «seyd ḧesen» le lay mela ’ebdûłłay řeş buwe. zortir dewrî «muste’îd»y le xaneqay mewlana xalîd le suleymanî řabwarduwe herweha le hełebce û suleymanî gelêkîşî lelay şêx ewłay «xerpanî» xwênduwe, buwe be melayekî baş û încazey ’îlmî wergirtuwe.

ke le qeredax buwe «ḧebîbe» nawêk hest û şi’ûr le «nalî» estênê û nalî exate meydanî edbyatewe û îlhamî şê’rî pê ebexşê, eyka be hawserî jyanî xoy; bełam wa dernakewê ke ḧebîbey ta dwayî jyanî bo mabûbêtewe, çûnke řoyştinekey bo «ḧîcaz» û «şam» û lewêwe bo «estemul» be bê ewe bêtewe be suleymanîda wa pîşan nada ke diłî pabendî dostî bû bêt le suleymanî dîsan bełgeyekî tir nîye bo ewe ke «ḧebîbe»y legeł xoy bird bêt lew kateda le suleymanî derçuwe. bełkû ewe zortir eçête diłewe ke legełî nebû bêt, çûnke karwanêkî wa dûr û dirêj û her řojê le şwênêk, bo pyawêkî bestirawe be pêwendî jinewe hełnasûřêt. zortirîş ke nehatuwetewe bo suleymanî her leber ewe buwe timaşay kirduwe ḧebîbey nemawe dostekan û erbabî zewqî xoy ke legełyan řaybiwarduwe nemawin, seřay emeş cewrî turkan her zyadî kirduwe îtir diłxoşîyekî şik nebirduwe ke řû bikatewe be suleymanîda. bełkû lew biře şê’reyda ke ełê:

heta tom aşna bûyt aşna bûm
emêsta mû be mû eẍyare bê to
le kin min bawcûdî nas û ecnas
kesî têda nîye em şare bê to
hemû řoje le taw hîcranî emsał
temennay mirdinî pêrare bê to

wa egeyenê ke ḧebîbe tenya dû sał legeł nalî buwe, çûnke derdedłî ewe eka ełê; ta to dost û aşnam bûyt hemû kesim bû, êste ke to nemay hemû kesim lê buwe be bêgane. legeł ew hemû merdimeşa ke lem şare «suleymanî»da heye her leber ewe ke to nemawî kesî têda nîye. leber ew koçe ke îmsał to kirdit, daway mirdinî pêrar dekem, çûnke pêrar leber ewe be to şad nebûm hemû demêk awatî mirdinim dexwast, êste ke to nemayt kewtûmete dawa kirdinî ew mirdine! dyare ke nalî daway mirdinî kirduwe le wextî xoyda be hoy ewewe buwe ke ḧebîbey nebuwe, êste ke betwawî le destî derçuwe naçare zyatir daway ew mirdine bikatewe.

be pêy emane, min lam waye bin dar erxewanekanî girdî seywan ke mełbendî dyare nazdarane, bêşkey ḧebîbey diłxiwazî nalîşe!. emeş pêçewaney ew qise nîye egêřnewe ełên goya le estemuł le nalîyan pirsîwe boçî bem pîrîyeş ewendet ḧibîbe her xoş dewê? ewîş witûye: ke «serçawey şê’rutin û îlhamatme» ba emey witbêt û ḧebîbeşî legeł nebûbê. řaste ew bote serçawey îlhamatî şê’rî; lemewe dîsan eweş her derdekewê ke nalî le estemułîş wefay xoy beramber be ḧebîbe her becê hênawe û hemû car sozî ewî le şê’rekanîya derbiřîwe, boye hestyan pê kirduwe û qiseyan legeł kirduwe.

înca ke diłxiwazekey eka be nemamî «girdî seywan» îtir heway baregay «ke’be»y ekewête ser le «1830»da eçê bo ḧec û suleymanî becê dêłê ḧec deka û degeřêtewe bo «şam» çend sałêk lew naweda řaybiwarduwe, heway mełbendî ekewête ser, le «1834»da qaqeze benawbangekey ke le seretakey ełê:

qurbanî tozî řêgetim ey badî xoş mirûr
ey peykî şareza be hemû şarî şarezûr

enûsê bo suleymanî ke wełamekey le «salim» wer’egrêtewe temaşa deka çepgerdîy řojgar û sitemî turkekan nayełn biçêtewe be xakî suleymanîda. le «1835» barge epêçêtewe deçê bo estemuł lewê lelay «eḧmed paşay baban» debê, «’umer efendî babacan»yiş lew serdemeda her le estemuł debê, legeł gelê le pyawe kurdekanî tir jyanêkî xoş û edîbaneyan le dîwaxanî eḧmed paşa řabwarduwe hemûyan be mamosta bangyan kirduwe lemewe degate baregay «siltan ’ibdalimcîd xan» tenanet sułtan legeł xoy deybatewe bo ḧec û pêkewe le biramber «medîne» le kejaweyekda debin «’ibdalimcîd» le kejawekeda řakşabû mezarî pêẍember (s) derdekewê ewîş qaçî řûbeřûy mezarî pak řakşabû bełam neyzanîbû ke geyştibûn. nalî eyewê têy bigeynê piřkêşîş naka, kutupiř em şê’rey bo dełêt û boy exwênêtewe:

siqin terkî edeb der bargahî mistefa derbû
nezergahî îlahî cilwegahî kîbrîya derbû

sułtan ke kwêy leme debêt qaçî hełdekêşêtewe û şê’rekey nalî zor pê xoş debê «siqin»: zînhar, agadarewebe

bełgeyekî wa dest ême nekewtuwe ke nalî le estemuł jinî hênabê. bew jyanî řeşpoşî û xerqepoşîye řay debwêrê ta le 1855y mîladî wekû hemû nemamêkî em gêtîye le dîwaxanî bade noşanda dadenîşê û şerabî mirdin le temenî 58 sałîda le meygêřî gerdûn werdegrê û deyxiwatewe û le gořistanî «eba eyub ansarî»da enêjrê û bo hetahetayî serî nustûyetî denêtewe.

le pêş eweda biçêne ser basî şê’rekanî «nalî» pêwîste ewe bizanîn ke «mela xidir» leber zimanî kurdî buwe be şa’ir, boye nawî xoy le şê’irda nawete «nalî» ke eme gewretir şitêke bo şa’rêkî kurd lew serdemeda hest bewe bika ke nawî şê’rî kurdî bê.

wişey «nalî» le zimanî kurdîda be sê me’na hatuwe, le her sêkyana lamekey lamêkî zile: yekemyan - ke mebestî şa’re - «nalî» ke, ke le «nałe» we hatuwe û bo ẍa’îbe, wekû eme ke lew şê’reyda derdekewê ke ełê:

ekem nałe nałê «min sîqay qyane
siqî hil şifî mîn nałe» nalî bidirde?

dûhemyan «nałê» wata ew qiseye naka û nayłêt goya mela xidir leber ziman parawî le bazařî şê’irda nawî xoy bepêçewane nawe «nałê = yiskitErebî» em core şitane le ’îlmî belaẍeda heye û pêy ełên «tesmyeةwalşّey î byasim sedّyةErebî»

sêyemyan le «nał» nałî kewşewe hatuwe wate: nawî xoy nabête nalî kewşî dostî hamřazî. mela xidir wenebê emeşyanî mebest bê mebest nebûnekey leber ewe nîye ke pêy sûke xoy bika be nalî kewşî diłxiwazî, bełkû eger yarî bem bareda bîgrête xoy em zorî pê xoşe, çunke em ke bewe řazî bê biłê:

ser berdebazî řête, ten textebendî cête
dił meylî xakî pête, řoḧ małî xote, bîbe

serî bika be berdebazî řêgekey bo ewe carcar pêy pêda binê, ebê çon ewey pê xoştir nebê ke xoy bika be nalî kewşekanî û hemû dem legełî bê?. ewende heye hîç bełgeyek be destewe nîye ke emeyanî mebeste. ke wa bû nawî řastî û dirustî şi’rî mela xidir «nalî»ye ke ke yekemyane û- nabê be lamî biçûk butrê.

nazkî û nermî û swarî şi’rî nalî nimûneyekî zor benirxe bo bazařî edebyatî kurdî; aya dîmenî lalezarekanî kurdistan? ya řabuwardin û ahengî legeł dost û hawřêkanî? aya hêzêkî karebayî ḧebîbey diłxiwazî řoḧ û gyanî? emane her kamyan bûbêtin be serçawey îlhamî şi’rî nalî, nalîyan geyanduwete koşkî serberzî. çunke her yek le mane şayanî ewe hen ke teb’î nalî le xak û xołî «xakuxoł»da bexêw biken û be awî hest û geşe û sozewe awî biden ta ebête nemamêkî zumřûtî ke dête ber, guł û gewher le şam, le ḧîcaz, le kurdistan exate der, ke wa bû şi’rî nalî hemîşe beharêke ke hemîşe behare.

le tebî’et û qisey nalîda ewe zyatir der’ekewê ke le seretawe ḧebîbey diłxiwazî îlhamî şi’rî pê bexşîbê. ḧebîbe her çende le diłî min û tod acwan nebuwe, bełam le diłî nalîda karebayek buwe ke hemû wirde demarêkî bizwanduwetewe û xistûyete ser ewe ke nêşî be noş têbga, we tenya tapoyekî cwanî nebê hîç şitêkî tir le ḧebîbeda nebînê wekû xoy ełê:

pêm dełên meḧbûbe xêl û qîçe meylî şeř deka
xêl û qîçe? ya tirazûy nazî nextê ser deka?!

ełê: meḧbûbey min emane hîçyan nîye ke êwe eyłên, bełkû ew dû çawey -ke nazî lê ebarê- carcar tozê ser eka û yekêkyan leber naz girantir ebê!

nalî bewewe newestawe ke biłê meḧbûbey min xêl nîye, bigre be corêk em xêlnebûney bas kirduwe û geyandûyete ew peřî nizaket; çawî kirduwe be tirazû - boye ełêm «çaw», çunke xêlî û qîçî le çawdaye - we xerîke nazî pê ekêşê, lew kateda ke ew naze efroşê katî seyrkirdnî - yekêkyan nextê be ’îşwetir hełdênêtewe!. ełê: merdim emeyan lê kirduwe be xêlî û qîçî, bełam řastîyekey eweye ke min eyłêm.

nalî bem yare taqaneye şad ebêt, bełam her tirsî ewey heye ke lêy bitorêt, pêy ełê:

destim le gerdinî xot hełmegre ey ḧebîbe
we bizane xwênî xome ya minnetî řeqîbe!

ełê: nekey destim le gerdinî xot bikeytewe, çunke to ebê wa bizanî ya her min şeydat bûm, ya bêcge le min kesî tirîş hebuwe, eger her min bûm, min kujrawî řêy to bûm, kujraw ebê xwênî bidrê. xwênî min eweye ke pêm dirawe- dest le mil kirdinekete - eger xo her minîş nebûm, em destgeyştinem be gerdinit minetî le řeqîbeweye le řiqî ew wa diłit bo min nerim buwe, eger ew nebwaye wat legeł min ne’ekird. ke wa bû be her barêkda bê bazařit germe û bem îşet gewreyî xot enwênî. nalî le basî diłberya ser’ekewê, awazî wirdekarî û belaẍetî deng edatewe û ełê:

le dugmey sîne dwênê nwêjî şêwan
beyanî da sifîdey baẍî sêwan
le tirsî tel’etit řoj her wekû şêt
be řûzerdî hełat û kewte kêwan
dû çawî min ke wa seyrî siruşkin
depêwin awî beḧrî xwê be pêwan
meke lomey peşêwî dił ke emşew
peşêwawe leber perçem peşêwan
şerabî le’lî řummanî le «nalî»
ḧerame bê mezey maçêkî lêwan

beřastî lêreda nalî awazî wesyayetî le meydanî belaẍet û wirdekarî şi’irda deng edatewe. çunke ełê: lew kateda ke nwêjî şêwan ebê, tarîkayîda dêt ke çî be pêçewaney ewe ke to dugmey suxmey ser singit tirazandibû û baxî sêwan -ke sing û memkite- wekû řoşnayî beyanyan çon lenaw şewda der’ekewê û şewe ke řûnak ekatewe û eyka be řoj, sing û memkey toyş ew karesatey gêřa û tarîkayî şewekey kird be řoj!. we řojîş boye kitupiř her lew wexteda awa bû, ke řûmetî geşî toy çawpêkewt, ewende şermezar bû, le tirsa hełat û xoy geyande kêwekan bo ewe xoy bişarêtewe!. ew řûmet û sing û beroket lew lawe ewey kird, lem laşewe minî bew derde bird ke her ebê le tawit bigrîm û her dû pyałey çawim bibê be kotkey pêwan, bo pêwanî ew firmêskem ełêy deryay xwêye!, lomeşim meke ke em firmêske zorem heł’eřêjim, çunke peşêwî egrîce û zułfeket leser řûmetta way peşêw kirdûm bêcge le qułpî giryan hełřijandinî firmêsk hîçî tirim le dest naye!

ew dû peşêwîye ke nalî hênawyanî û kirdûnî be beranberîyek, zor seyrin, yekêkyan le ewpeřî nazkîdaye ke peşêwî zułfe, zułf ke perşubław buwewe zor cwane. yekêkyan peşêwî diłe ke peşêwî diłîş le hemû şit naxoştir û naşîrîntire!.

ew lêwe ałanet ke le řeng û karîgerîda şerabe; le řenga ałe wek şerab, le karîgerîşda serxoşkere wek ew. çon pyaw ke şerab bixiwatewe serxoş ebê, emîş herweha ke pyaw temaşay bika serxoş ebê. ca temaşakirdinî ew şerabî lêwanet le «nalî» ḧirame, ta maçî legeł nebê û maçeke nebê be mezey! mezey şerabî xwardinewe çwale û fisteqe, mezey temaşakirdinî şerabî lêwî to maçe, xwardinewe bebê meze nabê!

meger her nalî twanîbêtî bew cînas û wirdekarîye basî ew zołfe bika ke ełê:

ew sîlsîle ew mîşkî xuten nêwî birawe
piř pêç û şiken xem be xem û ḧełqe kirawe
lawlawe ke lawlawe be em lawe kişawe?
ya yasemenî xaw be řûy řoje řwawe?

ełê: ew zincîreye ke le řeşî û bonxoşîda naw nirawete mîskî xuten û pêçpêç û lûl û kiłafe kirawe û beser yeka kewtuwe, ewe aya zułfe? ya lawlawe û lewberî řûmetewe kewtuwete em berewe, çunke lawlaw hełeçê û xoy e’ałênê be nemama. wate:

bałay emîş nemamêke lawlawî zułfî bember û bewbera xoy tê ałanduwe! ya, yasemenêkî tazeye ke le řûmetî wekû řoj ya řwawe û beserya pexiş buwetewe?...

nalî le barî «tişbîh» û «cinas» û «lif û nişir»da kem kes twanîwyetî destî ewî bibê. lew biře şi’reyda ke seretakey ełê:

’aşiqî bê dił denałê meylî giryanî heye
bê şike hewretrîşqe tawî baranî heye

diłî ’aşiqî kirduwe be hewr, çon peydabûnî hewr le hełmî aweweye be xoy germay řojewe, ’eşqîş le şořşêkî leşewe ebê be hoy germayekî me’newî me’şûqewe, hewreke ke tunditir bû egirmênê û baran heł’eřêjê, ’eşqekey emîş ke tuntir bû baranî firmêsk heł’eřêjê be girmegirmî sozewe!. ca lew şi’raneda ełê:

asmanî ḧusnî meḧbûbim le ebro û zułf û řû
dû hîlal û dû şew û dû mahî tabanî heye

lêreda leser qa’îdey belaẍe dû hîlalekey bo dû biroke, dû şeweke bo dû zułfekey emlaw ewlay, dû mahî tabanekeşî bo dû gonakey birduwetewe. mebestî be «řû» dû gonayetî newek řûmetî. nalî bem core le wiłatî suleymanîda şořşêkî tazey xiste naw edebyatî kurdîyewe û derwazeyekî gewrey xiste ser gazî pişt bo ew kesane ke şeyda û tînûy edebyatî kurdî û ’îbaratî řengînî kurdîn, êcgar lew biře şi’reyda ke seretakey ełê:

gułbenî qedit le qubbey sîne ẍunçey girtuwe
ẍunçe bem şîrînîye qet neyşeker neygirtuwe

beřastî soz û edebyat û cwanî ’îbaratî derbiřîwe, hênawye bałay newnemamî yarî ’îşwedarî kirduwe be darêk ke gułî girtibê û le gopkey ser sîngyewe ẍunçey derkirdibê - ke gopkey memkye - ca ełê: ẍunçey wa tam û bon xoş qamîşî şekir neygirtuwe, ẍunçey qamîşî şekir şîrînîyekî têdaye ke neş’ekey her ser zarekîye, bełam ẍunçey memkî to hem cwanî dîmenekey, hem şîrînî şîrekey hêzêke bo çaw û xwardineweyekî řoḧîye bo hemû şi’ûrêkî ademîzad!

nalî lew biře şi’re beharîyekeyda ke seretakey ełê:

germî û teřî behare ke pişko kujayewe
pişkoy guł ateşînî be nesîm bû geşayewe

ew beda’et û cwanîye ke ew kirdûyete kar, meger her le dest nalî hatbê ke: gułî sûrî darî sewzî behar be bay nesîmî beyanyan bênête pêkenîn, we le heway tozê germ û meylew teřî kewtinî pişko, pişkoy agirî bo tofî sermay zistan bikujênêtewe!. ca ew biře şi’rey beřastî dawêkî belaẍete û nayetewe bo ew kesane ke meftûnî new beharî edebyatin bo ewe pêwe bibin!

bełê, ełên le şa’rekanî ’ereb «abu timّam» le şi’irda lankey dirustkirdnî «asti’are» û peydakirdinî me’nay wird û arezûy «cînas» û pêkhatnî sîfet buwe, bełam eger legeł nalî êmeda bixrêne dû takî tirazuwewe, bêguman şayen belay nalîda gelê eřwa!

nalî dû řêçkey girtuwe: yekê ’îlim, yekê edebyat, îtir gwêy be hîçî tir nedawe. betaybetî řêçkey şêxayetî û terîqet, wa nebê aşnayetîyekî legeła bûbêt, bełkû hendê car qisey way kirduwe ke bonî řênekewtinî lê hatuwe, wekû lew biře şi’reyda ke le kirdewey şêxêk hendê edwê û lepaşa ełê:

nalî serit le gunbedekey xaneqa eka
layê piře le meş’ele, layê [piře] le meşẍele

nizaketî nalî û zimanpakî lêreda der’ekewê, wîstûyetî le barî şêxayetî bikołêtêwe, bełam lepêşa xoy şiştuwetewe, înca witûye meselekey xanqa wekû to waye!. ełê: kelle û mêşkit wa nebê saf bê û her xerîkî yek şit bê, layekî piře le çira û nûrî dyanet bo ewe bîka be daw bo ew lakey lebarî îşî dunyayîda. legeł emeda nabê wa bê, pyaw nabê dîn boye bigrê ta řawî dunyay pê bika. ełê îş û karî xaneqa û şêxîş awaye!. nalî ke le suleymanî der’eçê kitupiř ke çaw ekatewe xoy le beranber ew karwanewe ebînê ke řûbeřûy baregay qîbley musułmanekan û koşkekey destikirdî îbrahîm eřon. şi’ûrî ke ta ew wexte her leber bîstinêkî dûr be dûr nałeyekî be soz û zarî lêwe ehat û peřî xeyałatî tenya le asmanî kurdewarîda ew xoşxiwanîyey ekird ebê be mînayekî bêgerd, wêney barega û karwananî řêgey ew baregaye û ’aşiqanî ew ayînseraye wekû awêney berî mang lew mînayewe der’ekewê. ewîş be hemû soz û gudazêkewe lwêç lwêç le deryay belaẍetîda heł’eyncê û eyřêjênêtewe beser wiłate dûr lêkewtuwekeyda!. lew biře şi’reyda ke seretakey ełê:

ela ey nefsî bûm’asa heta key ḧîrs û wêrane?
legeł em ’îşqibazane biřo azane bazane

tenya me’nay em şi’re lwêçêke le deryay ew ẍezełey. lwêçêke, çunke ełê: ey nefsî dûr le awedanîy me’rîfet û yaxî le kořî xwanasan wekû kundebûy diłkirawe be kelawey wêrane! ta key em tema’ û wêraneperistîye?!. takey em dûrkewtinewe û be parêzîye le ’astî zanînî ḧeqayeq û xwaperistî?! heste bebê westan legeł em ’aşiqanî baregay weḧdetnasaneda biřo, be tîjî biro her wek baz, biřo bo ewe lew awî me’rîfetî ḧeqperistîda zaxawî xot bideytewe bo ewe bibît bew nefsane ke legeł nûrî birîskedarî kirdigarda têkeł û aşna ebin be hemû nihênîyek!. ca tenya bem şi’re lew ẍezeleda ême etwanîn nefsîyetî nalî lebarî tesewuf û ḧeqperistî û şeydabûn be gułistanî xwanasîda bênîne dest, îtir ba basî ewanî tirîşî nekeyn!. herweha biře şi’re «mustezad»ekeşî ke seretakey ełê:

ey taze cwan, pîrim û uftade ewa kewtûm ta mawe ḧeyatim
destê bidere destî şiksitem ke beser çûm qurbanî wefatim

wêneyeke bo ew řaz û nyaze ke le medîne beranber be mezarî lalezarî pêẍemberî payeberzyewe le diłî buryanewe derî’-ebřê. ke egeřêtewe bo şam lewê bîrî mełbendî taze ebêtewe be qesîde 42 şi’rîye benawbangekey ke seretakey ełê:

qurbanî tozî řêtim ey badî xoş mirûr
ey peykî şareza be hemû şarî şarezûr

wiłatî suleymanî beser ekatewe, ke ezanê çûnewe sernagrê, řastewřast eçê bo estemuł!. nalî, gelêkî şanazî bewewe kirduwe ke kurde û be kurdî şi’rî wituwe, wekû ełê:

teb’î şekkerbarî min kurdî eger înşa eka
imtîḧanî xoye meqsûdî le ’emden wa eka
ba le meydanî fesaḧetda be mîslî şehsiwar
bê te’emmul bem hemû new’e zibanî wa eka
kes be elfazim nełê xo kurdîye, xokurdîye
herkesê nadan nebê xoy tabî’î me’na eka

ełê: tebî’etî şekerřêzî min ke be kurdî şi’ir da’enî, boye waye çunke xoy be kurd ezanê û bo îmtîḧan be desenqes wa eka, ełê bizanim řaste kurdim. eger kurd bim wekû swarçak le meydanî zimanparawîda taw edem, çunke her kesê le zimanî xoyda şaswarê ke. lepaşa ełê kes be wişekanim nełê: ca eme çîye kurdîye û xoy kurdîye? çunke her kesê jîr bê çaw le me’na wird ekatewe. legeł eweşda nalî le zimanî ’erebî û farsîda her bew core meydandarî kirduwe û dîwanî şi’rî danawe, wekû xoy ełê:

fars û kurd û ’ereb her sêm be defter girtuwe
nalî emřo ḧakmî sê miłke, dîwanî heye

yanê: xawenî sê zimane û dîwanî şi’rî le her sêkyana heye. nalî lepaş ewe suleymanî becê dêłê, ew şi’rane ke le dyarî bêgane witûnî, hendêkî wekû baskira mawnetewe ta egate estemuł, bełam lewaney estemułî hîç bełgeyek nîye bo maneweyan ke kewtibête wiłatî kurdewarî, ewende heye lewêwe carêk be qesîde 7 şi’rîyekey kaẍezêk enûsê bo yekê le hawřêkanî qeredaẍî le «zerdyawa» em şi’reşî be dyarî têda enûsê:

diłî nalî ke enîsî qeredaẍe êsteş
daẍî «serçawe» û «dêwane» û dar û dewene

legeł eweş ew jyane ke ew le estemuł legeł edîb û zanakan çe le dîwexanî «eḧmedpaşa» û çe le dereweyda řaybuwarduwe, bêguman be pêy te’sîrî şwên û daxî dûrkewtinwey le wiłat, ebê dîwanêkî gelê beriztirî lê becê mabê û kewtibête lay berey eḧmedpaşa. ew dîwane kurdîyey ke le wiłatî suleymanîda biław bûbuwewe bo carî yekem le «aẍsituz»y 1931y le çapxaney «daralsilam» le beẍda le layen «kurdî» merîwanîyewe le çap dirawe, bełam gelêkî waş mawetewe ke ew çingî nekewtuwe û le dîwanekeda çap nekirawe. le 1327y şemsî wate 1948y mîladî bo carî dûhem le layen ’elî muqbîl senendicî le çapxaney behramî, we bo carî sêyem le layen gîwî mukiryanîyewe le 1962 le hewlêr çap kirawetewe.