bêsaranî

(1702-1641)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 14 Xulek  2769 Dîtin

pîrêkî dana, melayekî zana, diłî awêney çyakan û fîkirî berzî elkitrîkî bendenekan. şeyday asmanî hewraman, şabazî kiławey bêsaran, mamostay edîban û řengiřêjî şa’îran. diłî řûnak kirawetewe be îlhamêkî yezdanî û buwe be hêlaney edbyatî goranî. hendê car meygêřî meydanî xasxiwakan buwe, hendê carîş bwêjî kořî diłxiwazan buwe. serçawey xeyałî wirdî kanî geşandinewey gyan, baxçey gewherî edbyatî gelê behêztir le aw û le nan; çunke em dwane tenya bo jyane, bełam ew dwane kirokî jyane!.

em şa’îre kurdey sedey yazdeyemî hîcrî nawî mela «mistifî» û kuřî mela eḧmedî bêsaranîye. be pêy lêkołîneweyekî zor ke boman derkewtuwe le «1052y hîcrî» (1641y mîladî) le dêy bêsaran hatuwete dunyawe û le «1113y hîcrî» (1702y mîladî) le temenî 61 sałîda koçî dwayî kirduwe le gořistanekey beynî «dûřo» û «řezaw» û «terxanawa»da nêjrawe û mezargay merdime «bêsaran» gundêke le «jawero» be mawey mîlêk kewtuwete cinubî řojaway şarî «sine» we le netewey «mela eḧmed» êsteyş gelê kes mawe hem le bêsaran û hem le dereweyda. le mela eḧmed be dwawe hemûyan be melayetî hatûnete xwarewe, berey «qazî» «cwanřo»yiş her le netewey mela eḧmede. bêsaranî tamawe jinî nehênawe.

bêsaranî leber ewey melazade buwe sereta le qutabxane û lepaşa le ḧucrey feqêyan xwêndûyetî, bo xwêndin hemû hewraman geřawe, maweyek le «nodşe» buwe, maweyekî zorîş le dêy «paygelan» lelay mela qasim xwêndûyetî, lepaşa le sine xwêndinî tewaw kirduwe û geřawetewe bo bêsaran.

bêsaranî melayekî zorbała buwe, paşmawey jyanî be derzutnewe řabirduwe û gelê îcazey dawe be feqêyan... pyawêkî şoxu şeng û qise xoş û fîkir wird buwe, le ’îlmî usûłda destêkî berzî hebuwe, ke danîştûn qisey xoşî zor kirduwe, betaybetî ke sebîlkey tê kirduwe demaxî tewaw çax buwe.

mela mistefa wekû zor şa’îranî tir ke şeyday dîmenî êłaxan bin - çawendazî bêsaran qapî çirîkey şi’rî bo kirduwetewe, lepał emewe şoxî xoşewîstîşî ewendey tir agirî îlhamekey xoş kirduwe. dewrî cwanî be ’îşqêkî dawênpakîyewe legeł dostekey «amîne»y kiçî «şêrmuḧemmed»y paygelanî řabuwarduwe, nazî řazî amîney kirdûyete karê ke le kełîn û qujbinî deryay şê’irda be hemû cor bigeřê, em sozey ke zyadî kirduwe îtir diłî buwe be perwaneyek û bełagerdanî nûrî xwanasî û felsefey ’îşqî řasteqîney buwe.

bełê! amîne nawêk le dêy paygelan ke beşêkî tewawî hebuwe le hełqułînî serçawey şi’rî mela mistefada piştîwanêkî behêzî buwe ke xeyałî wirdekarî bikewête kelleyewe lew peřî şi’irda derîbřî. em dostey gelê carîş buwe ke perdey diłî melay řûkanduwe, be her barêka legełî bizûtuwetewe ew her leser řewştî dostî be naz lêy be xeşim buwe!. ca mela wîstûyetî legeł em diłřifêneyeyda bikewête řaz û gileyî, bełam leweyş tirsawe ke îşêkî wa neka peřey gułî diłî dostî bijakê!. zor be parêze û le penawe pêy ełê:

qîblem ye ḧeyfen wêney to şayê
bigêro be dił xeşmî gedayê
eger gunahê wenem kerî bar
ye ser, ye şimşêr, ye tenaf, ye dar
wegerne ḧeyfen be watey bedgo
ne perde mano řazî min û to!

melay bêsaranî twanîwyetî sikałay diłî xoy be corê hełbijêrê ke neyełê diłî gułî xoşewîstî gerdî qisey lê binîşê û legeł eweşa xoy bikat be gedayekî bênewa û zor be kizîyewe pêy biłê:

qîbley şîrînim ḧeyfe bo padşahêkî wekû to kîneberî legeł kemtir kesêka bikey ke bênewayekî wekû mine çunke bê deretanêk yiwekû min legeł şikuhî baregay ’eşqî toda çî pê ekirê?!. eger to hatît û kemtir sûçêkit leser min dîyewe min larî nîm xom şêr û tenaf û sêdaret bo dênim ba to nekewîte ezyetewe, serîşim leber destida da’enêm; arezût heye be şêreke bîpeřêne, arezût heye bîke be tenafekewe. eger xo hîçîş le benya nîye ḧeyfe be qisey bedgo řaz û nyazî min û to lejêr perdeda bişarêtewe!... bêsaranî wişey «ye»y le batî «îne» bekar hênawe.

ke legeł dostî nazarya řêy ekewêtewe be dił û dîde řûy tê’ekatewe bebê tirs, ebînê: wa zułfî lûlî şewe bê yarî azîzî - ke xemłîwe leser gonay ałyewe -wêney mang û estêrey řûmetî pîşan eda kitupiř nesîmî saray kosaran şiney dêy û ew zułfe lûle eşekênêtewe; demêk herwa pêkya eda, demêk wekû řeşmarî pepke xore, demêk wekû lawlawî seretay behar be nemamî bałaya aławe, hendê car pasewanîy xałî ser gonay eka, tawêk ebê be perjînî baxî gułî řûmet û nawçawanî. kanyawî şi’rî hełequłê û ełê:

şîrîn zułf lûl, şîrîn zułf lûl
fîday zułifit bam ga girjen, ga lûl
ga çûn syawmar peşêwen melûl
ga wêney lawlaw mepêçû ne tûl
ga tatan ne des gerdişî şemał
ga xeften sakin ne dewran xał
gahê peşêwen, gahê girincen
gaga girebend miłemay zincen!

ke eme ebînê dest eka be pařanewe û pêy ełê: qîbley xoşewîstim aya çî ebê? eger tałê lew zułfe bon xoşe lûl û ser be kiłafeyetim bideytê bîxeme gerdenim bo ewey ew ’umrem ke řambuwarduwebû taze bêtewe û ew xwê naw û zûxawe ke be hoy dûrîtewe xwardûme la biçêt û nemênê:

qîblem çêş mebo tayê çew zułfe
cew zułfî weş bo lûlî serkiłfe
wezîm ne gerden, ’umrî wiyerdem
tecdîd bû, defi’ hûnawan werdem

ełên lew serdemeda ke mela mistefa le bêsaran dûr ekewêtewe û çawî le bendenekanî mełbendî ebřyê gełê ełhay çûnewe eka bełam mamostakey řay lê nabê û be çend şê’rêk yadî bêsaran ekatewe û ełê:

cewsawe dîdem dûr keften ce to
lêławîş lêłen, lêławtir mebû
řoşnî bisat wenem byen tar
zîndegîm tałen wêney jarî mar
kesê ke beytewr ḧałî cesteş bo
pêse coyay to awat wasteş bo
xasiş her îden mergiş mîhman bo
meger ew be merg derdiş derman bû

wate: lew řojewe ke çawim le to biřawe piřî buwe le firmêsk hîçî pê nabînim ke çî dûkełî cergî hełqirçawî berizbuwetewe kewtuwete beynî ew û beynî ’alem ewendey tirberî řûnakî girtuwe û firmêsk û dûkełeke wekû quřawî lê hatuwe be carê nabînay kirdûm!. ca leber ewe ke řûnakî ser zewîm lê tarîk buwe jyanim ewende tał buwe wekû jarî marî lê hatuwe, kesê ke bem corey lê bê û hemû awatêkî her geyştine to bê ke çî ewîşî bo řêk nekewê çak her eweye mirdin bibê be mîwanî; çunke mirdin nebê hîçî tir lem dûryet řizgarî nakat û hîç kesî tir wa dermanî nakat!

carê mela le dêy «paygelan» le katêkda ke sozî ’îşqî yarekey egate serdemêk wekû mîwey kał çon wirde wirde řoj be řoj dest eka be geyştin ta egate serencamî puxteyî, emîş le dewrî naweřastida ebê û dête ewe ke em ’eşqe pê lê hełbiřê û bigate ’eşqêkî řasteqîne û nałey derûnî piřxiroşî têkław bibê be dengî firîştekan! eçête ser banî mizgewteke bo ewe yarekey ke le ḧewşî małî bawkyaye û dirawsêy mizgewte çawî pê bikewê, bełam dartûyek le ḧewşekeda wekû şimłîşeř liqî biław kirduwetewe nayełê bêsaranî bem awatey bigat! ke eme ebînê le řûy şi’ûrêkî pakewe be nałeyekî ciger soz em çend şê’rey bo dêt:

çiłî ne pena, çiłî ne pena
çiłî çon řeqîb medran ne pena
hur’aman medran ne řûy temena
mer badî qudret bideroş fena
we badî qudret letar letar bo
nimazo bałay qîblem dyar bû
bisozo bahir ba zedey seḧer
řîşeş ce zemîn berbaro we ber
ta bałay qîblem çon şem’î xanan
bwînû we çem ne berze banan

wate: çiłêk le penawe, liqêk le goşeyekewe wekû řeqîb le penawe dyare. derhatuwe û xoy dawe beser nyaza, nayełê nyazekem ke çawpêkewtinî yarme bîhênme dî, meger bay desełatdarî qudret lenawî berê egîn be min la naçê. desa ba bebay qudret parçe parçe bibê çunke nayełê bałay şoxekem lêwe dyarbê. bisûtê bew agirî berbeyane ke «ba» lêy eda û eygeşênêtewe û zor tîj û bebřişitite, tenanet be corê bisûtê ke řîşekeşî le zewî derbênê bo ewe le beyna nemênê û bałay qîblem wekû çiray momî małe gewre be çawî xom leser bane berzekanewe bîbînim!.

ełên ke emey wituwe bayek hełî kirduwe liq û popî darekey têk şikanduwe bedłinyayîyewe hemû demê yarekey çawpêkewtuwe, îtir lemewe sozî geyştuwete bargay yezdan diłxiwazî řasteqîney buwe be nûrî pakî bînayî çawan. lepaş eme zortir şê’rî le perdey ḧeqîqetda derbiřîwe wekû lem çend şi’rey xwarewey ememan bo der’ekewê:

êmeyç perwaney şem şinasanîm
peř û bał suftey dîn xasanîm
mîlletî pak dîn pêẍemberanîm
nek çe tayfey kem nezeranîm
binmane cebîn nur paketen
er to pakenî ce kê bakten?!

wate:

êmeyş ew pepûlaneyn ke mom enasin û be dewrîda desûřênewe çunke şeyday ew řûnakîyen. peř û bał kunkirawî ayînî pyawçakanîn. çun perwane lenaw ’eşqekey agay le xoy namênê ewende be dewr çirakeda desûřêtewe ta le seretada bałekanî be hoy germay agirekewe wirde wirde esûtê û lepaşa xoyşî ebê be qeqnes, êmeyş beranber bew nûrî ḧeqîqetî xwanasîye le seretada be dewrîda esûřêynewe û lepaşa bebê ewe hoşêkman bimênê ekewîne nawyewe û esûtêyn bełam sûtanekeman tenya le barî ’alemî maddeperestîdaye newek bo ’alemî eřwaḧ û me’newyat... êmeyş boye waman beser dêt çunke peyřewî ayînî pakî ew pêẍemberaneyn ke pêşeway ḧeqîqetî ademîzadin řêgey řizgarbûnyan le deştî nezanî û bêhoşîda řûnak ekenewe. lenaw ew pêẍemberaneşda tenya peyřewî kirdinî ayînî «muḧemmed» dirûdî xuday leser bêt ekeyn ke ayînî îslame, çunke her îslam ayînêkî bê xewşe lenaw ew hemû ayînaneda ke pêẍemberekan hênawyane û înkarî ewanî tirîş nakeyn.

bêsaranî lêreda serî ayetî «îynّe aldîّyine ’înde alilّehî alْ’îysْلەامûErebî»y derxistuwe mebest be «pak dîn pêẍemberanîm» wate dînêkî pak ke lebo pêẍemberan heye, ew dîne pake her dînî îslame çunke ew ayetey bo hatuwe. eger mebestîşî dînî pakî hemû pêẍemberekan bê eweş her ebê çunke ayînî pakî hemûyan xwa be yek nasîne. ca ełê: lewaneyn newek lew kesaneyn ke wirdibûneweyan nîye dest eken be dar û berd peristin û hawbeş peydakirdin bo xwa!. ke wa bû ey yar nawçawanî xot derxe; ew pêşanîye ke heykelî nûrî pakî toye, derî xe çunke eger to pak bît bakit le kêye?. pakîşît çunke ême her dûkman be şwên mebest û sozêkî ḧeqperistîda esûřêynewe.

be pêy em qisane şa’îrî berzî bêsaran eger bimanewê bînasîn ełêyn şa’îrêkî ẍeramî û felsefeçîyekî ayînî buwe legeł şi’ûrêkî pak û hestêkî berizda. bêsaranî le zor şitîda mamostay gelê le şa’îre berzekanî kurdî buwe bełam dîwane nayabekey hêşta le çap nedrawe, şi’rî be gelê layekda biław buwetewe, kem kesî wa heye hemû dîwanekey bibê.