melay cizîrî

(1407-1481)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 40 Xulek  6693 Dîtin

gewherêkî şewçira le serawerdî şaxekanî bendenî berzî «botan»ewe, semenderêkî bêperwa le berawerdî xanekanî ’eşqewe û dûr le sûtanewe. şêxê ke pîrî be bîrî berzî perî bûbê her ew buwe, pîrê ke şêxî lebîrî çawî şoxîgerî bûbê her ew buwe, nimûneyekî beřastî le lalezarî ẍeramyatda ke awazî dengekey bulbulî çemen bênête coş, ’aşiqêkî serbestî le baregay mehweşana ke semtûrî şi’rekey dił û demarî yaran bênête xiroş. pêẍemberî ser defterî şi’rî teřî ẍeramî le xakî pakî botan, dił zîndûy bîndirêjî pelhawêjî deryay tesewuf le merzî berzî kurdan, fîkirî awêneyekî bêgerde bo sofîyanî xwaperist, hestî şawêneyekî ser herde bo feylesûfanî ḧeqperist.

bulbulî serçiłî em dastane nawî «şêx eḧmed û kuřî şêx meḧmûd»e, le «cizîra botan» ya «gizirta dû qirdu» hatuwete dunyawe û her lewêş mirduwe. lapeřey jyanî «şêx eḧmedî cizîrî» zor tarîke, pêwîste be lêkołînewe û wirdibûneweyekî dûr û dirêj. ca leber ewe ême le pêşa dênîn ew qisane ke lebarey hatnedunyay şêxewe witrawe, eyanhênîn û lêkyan edeyn, lepaşa baweřî xoyşiman der’ebřîn, lam waye řengibê ew wexte ew perde tarîke hełbidrêtewe û dîmenêkî řûnak bikewête berçaw.

le «alqizbة alkirdîة»y duktor «bilç şêrko»da ełê: «melay cizîrî nawî şêx eḧmede û xełkî «botan»e. le 1160y mîladî her le cizîrî botan mirduwe. şi’rêkî zorî her le ẍezel, îlahyat û tesewuf heye». le tarîxî kurd û kurdistan û meşahîrî kurdî emîn zekî begda ełê: «melay cizîrî nawî şêx eḧmede û le cezîrey «îbnu ’umer» le nîwey dwayî sedey şeşemî hîcrî le dewrî «’imadaldîn» ḧakmî mûsłida jyawe». her weha ełê lepaş «camî» hatuwete dunyawe û dîwanekey xoy be dyarî narduwe bo «xanî xanan» ke le «tewrêzda buwe». dîsan her le meşahîrda qiseyekî mamosta muḧemmed ’elî ’ewnî heye be ser şwênekewe ełê: cizîrî ke basî şi’rî «se’dî» û «camî» û «ḧafiz»y kirduwe, eme hî ew nîye û xirawnete dîwanekeyewe!». řojełatînasî řûsî «misîw’ugist yaba» le kitêbekeya «qise le kurdewe» ełê: melay cizîrî xełkî cezîrey îbnu’umere, le sałanî «540-556»h le dewrî ’îmadeddîn zengîda jyawe». řojełatînasî ełmanî «fun harsiman» ke le 1904da dîwanekey le berlîn çap kirduwe û xoy seretakey bo danawe be ełmanî, we wêneyekî şêxîşî xistuwete pałî wa der’ekewê baweřî her wekû baweřî ewanî tire.

le babet «melay cizîrî»yewe em bełgane heye, we her kes qiseyekî lêwe kirduwe; emênêtewe ser ewe ke ême lemane bikołînewe bizanîn egeyne kwê? we em tarîxane be çî der’eçîn?.

carê mela le şi’rêkî xoyda ełê:

ger lu’lu’î mensûr ji nezmê te dexwazî
wer şi’rî milê bin te be şîraz çe ḧacet?

eme lêreda mela basî ewe eka ełê: «eger şi’rî nayabî ẍeramyatî min bibê, to çît dawe lewe ke biçîte şîraz be şwên şi’rî ḧafzida bisûřêytewe!». eger temaşay dewrî ḧafiz bikeyn ebînîn em şa’îre le axru’oxrî dewrî padşayetî «sułtan ebûse’îd»y kuřî «sułtan muḧemmedî xudabende» ke le binemałey «holako» bû- we le coşî padşayetî «îlkanî»yekana jyawe û le 794 h (1391 m) mirduwe. le dewrî emda binemałey ’ebasîyekan lemlawe le beẍda demê bû dwayî hatbû, çunke ew le 656 h (1257 m) be dest holako biřa buwewe. lewlaşewe dewrî «sułtan muḧemmed fatîḧ»y dîwe ke le 857 h (1452 m) şarî «qistintinye»y girt. ême ke seyrî mirdinî melay cizîrî û ḧafzî şîrazî bikeyn, bepêy ew qisane ke ewan witûyane mela le 1160 m, mirdibêt û ḧafiz le 1391 m, temaşa ekeyn mela 231 sał lepêş ḧafiz mirduwe, ke çî lewlaşewe le şi’rekanya basî ḧafizit bo eka!. ke wa bû şik leweda nemayewe tarîxî 1160 řast nebuwe û ebê mela paş ḧafiz kewtibêt, newek her paş kewtin, belanîkemewe ebê 30 sałêk beynyan bûbê, çunke ta ḧafiz lew dewreda şi’rî le şîraz witbêt û em şi’rane geyştibête kurdewarî û hemû kes lêy tê geyştibêt be corêkî weha ke nawî «ḧafiz»y biław kirdibêtewe, kemtir le sî sałî nawê! mawetewe ser ewe ke to biłêyt: bełkû ew şi’rey şîrazîye ke mela eyłêt, ḧafiz nebêt û şa’rêkî tirî şîrazî bûbêt!. le wiłamî emeda ełêyn: ne êste wine ew dewreye şi’rî hîç şa’rêkî ẍeramî şîrazî le kurdewarîda biław nebuwetewe û nezanrawe. taqe şa’îrêkî şîrazî ke nawî le kurdewarîda bûbêt her ḧafiz buwe. eger «se’dî» ş bê, ewîş her dyare pêştir kewtuwe, çunke ew le dewrî etabekekana wekû «se’dî zengî» û «ebûbekir»y kuřîda jyawe, ke le 656 h (1257 mîladî)da buwe, her gelê pêş mela kewtuwe. înca «camî», carê bêcge le qisey mela xoy, camî ke 817 h (1413 m), hatuwete dunyawe, le «877 h 1472 m», le řêgey kurdewarîyewe beser «hewlêr»da çuwe bo ḧec, we le 898 h (1492 m), mirduwe. le karwanî ḧecekeyda lew kateda ke be kurdewarîda tê peřîwe, le basî şi’ir û edebda ełê:

pîrmirdî بدیدەام z cizîr
nîme mirdî بدیدەام z ḧirîr

saẍ buwetewe em pîremêrde ke ew çawî pêkewtuwe «melay cizîrî» buwe, ca aya mela çûbête ser řêgey ew ya ew çûbête cizîr, eme tozê wine, - her çende ewe zortir eçête diłewe ke camî çûbête cizîr - pîremêrdekeş «’elî cerîrî» buwe. carê em şi’rey camî ke le 1472da bûbêt û mirdinî mel - wekû serçawekan eyłên - 1160y m, bûbêt, 312 sał beynye! wate 312 sał mela pêş camî kewtuwe!. dey eger ewende sał em pêşkewtibê camî çon ełê pyawêkî wam çawpêkewt?!. ke wa bê ebê mela le dewrî camîda bûbêt û belanîkemîşewe «60 - 70» sałêk ’umrî bûbêt, boye camî nawî be pîremêrd birduwe. zortir le řewştî zimanî farsî û kurdîda pyaw kemtir lem temene pêy nałên pîremêrd, we jinîş le «50 - 60» sał kemtir pêy nałên pêrêjin. mawetewe ser ewe le «mişahîr alakirad»da ełê: «mela dîwanekey be dyarî narduwe bo xanî xanan ke le tewrêz danîştuwe». em baweřey lewewe wergirtuwe ke mela dû biře şi’rî heye, yekêkyan seretakey:

«ey şehnişahî mu’ezzem ḧeq nigehdarî te bî
sûrey «aynّa feteḧnaErebî» dewr madarî te bî»ye

we ewî tirîşyan:

«xan xanan lam’ necma te her piř nûr bî
keştîya bextî te jê bayê muxalîf dûr bî»ye

way bo derkewtuwe, çunke mela nawî xanî xananî hênawe, «xanî xanan» ḧakmêk buwe le tewrêz danîştuwe. bełam min lem fîkireye dûrim, carê em xanî xanane eger bûbêt, gelê gelê pêş mela kewtuwe û le dewrî ’îmadeddîn zengî dabuwe, mela be 150 sałêk lepaş ew hatuwete dunyawe. dûhem: eme şerit nîye her xanî xananî wit îtir ew padşay tewrêze bêt. xanî xanan, nawêk buwe le şa’îrekan dawyane be padşakan, betaybetî xanî xanan bo turkekanî ’usmanî bekarhênrawe. ke wa bû min lam waye bepêy ’adat û teqalîd ew biře şi’re ke seretakey «ey şehnişahî mu’ezzem ḧeq nigehdarî te bî... hitid» mebestî pêy «sułtan ḧuseyn bayeqir»e ke axir xanedanî teymûrîyekan û emane le êran le «807 h 1403 m» ta «912 h 1506 m», padşayetîyan kirduwe, we şehnişa çe lew dewre û çe le dway eweş leber ’en’enatî kon her bo padşakanî êran witrawe... we ew biře şi’reşî ke seretakey «xan xanan lam’ necma te her piř nûr bî... hitid» ya beranber be «sułtan muḧemmed fatîḧ»y ’usmanî daynawe ke le «855 h 1450 m» ta «866 h 1481 m», îdareyekî berzî ḧikûmetî ’usmanî kird. weya bo «sułtan bayezîd xan»y dûhem ke le «866 h 1481 m» ta «912 h 1506 m», îş û karî hełsûřanduwe. le şêwey şi’rekan wa der’ekewê ke pîrozbayî bê bo yekêk taze leser text danîştibêt, ke wa bû ebê her bayezîd xan bûbêt. emeş înkar nakirêt ke padşakanî ’usmanî hemû nawî «xan» yan buwe. we eger dabnêyn biłêyn her ew sałeş mirduwe, 75 sałêk ’umrî buwe. lêreda şerit nîye ke em biře şi’re bo sułtanî ’usmanîyekan witbêt, bełam ewende aşkiraye ke le beyn ewan û teymûrîyekana derneçuwe. herlayekyan bûbêt, mela 75 sałê jyawe. ke wa bû mela be corêkî teqrîbî dûr nîye le «811 h 1407yim», hatbête dunya û we le «866 h 1481yim», mirdibêt. eme û şitêkî tirîş: nawî wişey «mela» le tarîxî «1160y mîladî» û gelê dway eweş le wiłatî îslamîda her nebuwe, em wişeye le layen «meẍûl»ekanewe kewte emułate. le pelamarekey «çengîz xan»ewe bo «buxara» ke le «1217y m»da bû. ta geyşte padşayetî «ebû se’îd» le 1335m îtirdiwayî hat, le mawey em 118 sałeda wişey mela le wiłatekanî ’usmanîda - zyatir le ẍeyrî ’erebistanda - biław buwewewe, ewîş leber ewe bû ke meẍûlekan be seroke ayînîyekanyan ewt «lama». em wişeye destikarî kira û bû be «mela» û le wiłatî îslamda her bo serokî ayînî bekarhênra. tenanet êsteyş le çîn û lenaw bozîyekana her be serokî ayînî xoyan ełên «lama». dey eger «melay cizîrî» le 1160da bûbêt nawî «mela»y le kwê hênawe? ke ew wexte em wişeye le îslamda nebuwe!. ebê eweş bizanîn ke wişey mela ’erebî nîye û ew me’naye ke le ’erebîda boy lê edenewe hemûy hełeye!. bo eweş ke hendê kes ełên: «ew şi’rane ke lebarey se’dî û ḧafiz û camîda le dîwanekey melada heye, ewe nûser xistûyete nawewe!», min lam waye eger kesêk zewqî edebîb bê û bênê ew şi’rane û şi’rekanî tirî mela bixiwênêtewe zor çak boy der’ekewê ke ew şi’rane le dem melawe derçuwe û beşî kesî tirî pêwe nîye.

yekem şitêk ke piştî edebyat û mêjû û pyawanî ’îlmî kurdî şikandibêt nenûsînyan buwe; ewe buwe herkese hatuwe be her cor jyanî řabuwardibê ke mirduwe jyan û nawekeşî legeł goř birduwete gořewe. sa eger nawwinîşanêk le yekêk becê mabê her ewe buwe dem be dem gêřawyanetewe, leme zyatir bełgeyekî tir be destewe nebuwe. ca êmeyş le babet jyanî melay cizîrîyewe ta em şwêne birawirdêk bû ke le kun û qujbinî mêjûy tirewe wermangirt; le êste be dwawe bo çonyetî ew jyane ke řaybuwarduwe lepaş koşşêkî zor be demawdem emey xwareweman dest kewt û le tenîşt emewe dîwanekeşî yarmetîman eda bo řûnkirdinewey hendê lapeřey jyanî, betaybetî ew dîwane destixete ke be xetî «’ibdalqadir ’ilî ’imadî» le sałî 1338y hîcrî le şarî «’imadye» nûsrawetewe û êsta lelame:

wekû witra, mela nawî eḧmed û kuřî şêx muḧemmede, le sałî 1407y mîladî le şarî cezîre le ’eşretî «buxtî» hatuwete dunyawe. şêx muḧemmedî bawkî mela, le binemałeyekî şêxî bermałî buwe. bepêy řewştî ew dewre ḧezî be xwêndewarîş kirduwe. lepêşa xoy derzî eḧmedî kuřî da’eda, lepaşa bo qutabxane, lewêwe bo feqîyetî.

şêx eḧmed bo xwêndin hemû nawçey cezîre û hekarî û dyarbekir û ’îmadye geřawe, le xwêndinda zor zîrek û pêşkewtû buwe, le farsîda destêkî başî buwe, le ’îlme ’erebîyekana betaybetî «bidî’» û «byan» û «asul» seramedî dewrî xoy buwe, tenanet ełên lew wiłateda hîç feqêyek neytiwanîwe le řûya bwestê. le axra le temenî 32 sałîda le gundî «sitirbas» le dyarbekir lelay mela taha naw îcazey ’îlmî wer’egrêt û çend sałêk le gundî sirbaher le dyarbekir ebê be mela. lepaşa serêk le «ḧesen keyf» eda û maweyekîş lewê ebê. ta le dyarbekir buwe tedrîsî zorî kirduwe û gelê îcazey dawe, lepaşa ḧałetî ’eşqî serî pê kêşawe belay tesewwifewe û le kełkî tedrîsî exa, ḧałetî dêwaneyî egrêt řû ekatewe bo cezîre ta le sałî 1481da her le cezîre le temenî 75 sałîda emrêt û enêjrêt, gořekey êstayş mezarî diłsûtawane. mela wekû demawdem eygêřnewe, ya le hendê şitda wêneyekî xeyałî hebê pyawêkî sûr û sipî kełeget, belay barîkîda řwanîwyetî, ełên le tafî gencîda le hemû layek nawbangî derkirdibû; çawřeşî gewre û birjang dirêj, biroy piř, lûtî barîk, demuçaw pan, le cilubergida perdax buwe. le dewrî feqîyetîda bozûy zaxoy ekird be çoxewřank û destûrî ew wiłate nexşî lê edra û leberî ekird, camedaney ebest be serewe. řankî ew wiłate destûrî řankî «soran» nîye, bełkû her wekû pantołî êste waye, bełam em be benexwêne newek be dugme. eme cilubergêkî taybetî kurdewarîye? dûr nîye her emřankuçoxey wiłatî botane bûbêt û ewrûpayîyekan destikarîyan kirdibêt û kirdibêtyan be çaket û pantoł!. mela le dwayîda ke cwanî egořêtewe be pîrî cilekanîşî egořêtewe be cilêkî tir: keway dirêj, mêzerî sipî, řîşî řeş be řîşî sipî dirêj tengî be nawkî hełçinêwe. le qisekirdinda zor zor zimanparaw buwe, tebî’etî açux û bêperwa buwe, lenaw merdima xoşewîstîy hemû bineçeyek buwe, qelenderî û herdegeřî pê xoş buwe. mela le temenî 30 sałîda le gundî «dîrhan» le «ḧesen keyf» ebê, lew serdemeda yekê le feqîyekanî îcaze wer’egrêt, zemawend û hełpeřkê û îcaze ebê, «selma»y kiçî «melîk kamîl» - ke em melîk kamîle lew serdemeda le layen mîrza şahřux kuřî emîr teymûrî gurkanîyewe emîrî ew wiłate buwe - leser telarekewe temaşay hełpeřkêy feqêyan eka, melayş le hełpeřkêkeda ebê û çawî be kiçe ekewê û pabendî ’eşqêkî bêwêne ebê. agirî ’eşqî selma le hemû demarêkî melada kar ekaw eyxate ’alemî şi’rewe, eyxate ’alemêkewe ke be bê îxtyar bang bida be dunyada û biłê:

şoxuşengê, zuhre řengê, dił ji min bir, dił ji min
awrîn heybet pilingê, dił ji min bir, dił ji min

dîsan ełê:

îro ji ḧusna dîm duřê, dîsan hîlak û serxuşîn
řemzî divê şîrîn suřê, sohtim be pêta ateşîn

karî le kar etrazê, le ’alemî penamekîyewe ekewête ’alemî řaz û nyazewe, be naçarî bang eka û ełê:

dilberê îro seḧer avhite cergî min dû dox
yek li sîne, yek li diłda lew ji min tên ax û ox
xûn ji dił coco řewan tê wek ’eqîqî erẍewan tê
li ji dest selwa cwan tê, ew şepala şeng û şox

em agire ke "selma" le diłî melada kirdyewe biłêsey be tînî ta axir henase mayewe, melay le ’alemî ẍeramîyewe xiste ’alemî tesewuf û îlahyatewe. melay wa lê kird

ke dest le dunya bişwa û awarey peykerî xeyałat bêt, way lê kird le axir henasey ew jyaneya ke îtir hîway çawpêkewtinî selmay biřa be berîdî sebada em şi’rey bo binêrê:

«balim’ilî» can fizana, vî me bînit carekî
«baldi’a bilẍ tiḧyatî bislima ya birîd»

gelê efsaney seyr seyr egêřnewe le ’eşqî mela beranber be selma!. yekêk lewane ełên: ’eşqî mela karêkî way kird hemû kes pêy zanî, naḧez çûne lay «melîk kamîl» û pêyan wit: çon ebê melayekî kes nenas bem core diłî biçê le kiçî to û nawî to û kiçî to le hemû ’alema biziringênê!? melîk melay girt û ḧepsî kird û be kuştin tirsandî, mela le ḧepsa ’eşqekey her zyatrî ekird. lepaşa be melîkyan wit: êste ke ełên ’eşqî mela beranber be selma ’eşqêkî ḧeqîqîye, bêne taqî bikerewe, eger wa bû hîç egerîş wanebû bîkuje!. melîk hat selmay narde kêwêk û lepał taşeberdêkî gewreda dayna û melayşî narde ewê, xoy û çend kesêk le dûre xoyanyan lêda girtin, mela ke çawî be selma kewt destî kird be giryan û kewte şi’ir xwêndinewe, selma her eçuwe tenîştyewe ew her lêy dûr ekewtewe. selma pêy wit: mela çend sałe em dêwaneyîyet bo min beser hatuwe? ewa min le tenîştitewem!? mela witî: to nît û zirîkeyekî kird kiłpey send, ke çûne serî buwe be qeqnes û selmaş her lew şwêneda mird. hendêkî tir ełên: karesat corêkî tir buwe, her çende selma xoy lê nizîk exsitewe ew her dûr ekewtewe û seyrî ekird û şi’rî exwêndewe, lepaşa melîk hat nawçawanî maç kird û witî: selmat lê mare ekem, mela ke emey bîst deştî girte ber û řoyşit, ta ma dêwane bû, le axra bew ’eşqewe sûta û bew agirewe le dunya derçû!.

dîsan ełên: carêk bawkî selma be mela ełê: ewa selmat edemê, heste biçore mûsił şitumekî zemawendî bo bikře, ewîş pareyekî zor hełegrê û eçête mûsił û gelê şarî tirîş egeřê û herwa be dest xałî eřwatewe. ełên: boç hîçit nekřî? ełê: her çende geřam şitêkî wam dest nekewt ke bo selma bişêt!.

aya ême lem sedey bîsteme ebê be çe çawêk temaşay şi’rî mela bikeyn? ke le demdemey sedey panizdehemda hatuwete kayewe? aya dengî telî sozî sedey bîstem gwêman eziringênêtewe bo ewe berew paş awřê bideynewe? ba karebayekî nihênî le sedey panzedehemda xoy dagirtuwe û hemû hoşî ademîzadî sedekanî paş xoy řa’ekêşêtewe? bo ewe be dengî pyano bebê byanû, le jûrêkî dûr le bêgane û nizîk le yegane hemû demarekanman wekû wêney çilçiray ser şepolî aw le şewêkî mangeşewda bebê siza bikewne niza!. lam waye emey dwayîyane, dyare emeyane, çunke řakêşanî karebay řoḧî gelê behêztire le karebay maddî, çunke ke madde xoy nema ewîş namênê, bełam řoḧî beşêke le maddey «’inasir», tyaçûnî be tyaçûnî kewne, ta kewn bibêt ewîş heye, ta gyan le weçeweçey gyanlebera bibêt, ewîş heye. sedey pazdehem madam karebay nefsîyetî melay têda hełkewtuwe be dengî pyanoy şi’rî, newek diłî zanayanî şi’rî ew, le sedey bîstemda, bełkû le sedey sêyem û paş eweş řa’ekêşêtewe bo ewe lew jûreda bew denge serxoş û bew řenge řûgeş bibin!. ke wa bû mela pêẍemberî sedey pazdehemî şi’ir bû le kurdîda!. şi’rî mela zengêkî dengidar bû le sedey pazdehemda wekû dengî beynî dû şax ke em eydatewe bew û ew be ew, emîş heta dunya pêştir kewê dengî le beynî dû lêwarî sedekana zyatir deng edatewe!, emeşyan dîsan her bo ’alemî kurdî.

înca bikewîne ser basî ewe bizanîn aya ew şi’raney melay cizîrî ke em şořşeyan xistuwetewe çe payeyekî le edebyatî kurdîda heye? we çe hêz û pêzêkî be lalezarî wişe û mîrẍuzarî me’na dawe?.

mela dê be baskirdinêk ke ser ta pay î’caz û belaẍet bê, basî ew yare xoşewîstey eka ke serçawey em îlhamateyetî û eyka be perdeyekî awrêşim be tanupoy xeyałî xoy eytenêtewe û ełê:

[1] min dî seḧer, şahê meceř, lebsê di ber, mexmûr bû
ew dîm, zeřî suř muşterê, yařeb perî ya ḧûr bû?
[2] ḧûrî weşe, şîrîn meşe, kakul řeşe, xal ḧebeşe
xalên diqer, mîskî teter, nazk beşer kafûr bû
[3] nazk, letîf, gerdin xefîf, libsî şerîf, kêxme û qedîf
min dî bi wext, ew nîk bext, îro li text, feẍfûr bû
[4] feẍfûr suře, sîma duře, heybet piře, piř dił giře
ew hate meş, min çûme heş, dił min ji ’eşqê fûr bû
[5] dił bû giřî, zaya berî, lazim herî, dî ew zeřî
min dî gelek, ew suř melek, wek meş’elek piř nûr bû
[6] dîm fenere, xał ’enbere, bo mawere, leb şekere
ew mey perist, meşha û mest, cama di dest, ferfûr bû
[7] mey ber kefê, meşha û sefê, soza defê, da qerqefê
ḧusna li dîm, wesfa neşîm, her çî de bîm, jê dûr bû
[8] da min sirûş, wer mey binûş, zewq û xirûş, lew çûm ji hûş
jî ’îşeweya yar bû xuya, ew ne ji meya engûr bû
[9] min dî be xwab, ew mahtab, da dił kelab, cuhtî ẍurab
dił şewîşand, xûn lê řişand, xoş her řişand? têk hûr bû
[10] hur kir cesed, qewsî semed, tîr dan kebed, dad û meded
cerḧan ji new, xûn daye kew, ’îşqa me lew meşhûr bû
[11] lew yek neseq, min tîn sebeq, nûra be ḧeq, da dił şefeq
şîrîn lebê, dîm kewkebê, lê bende bê destûr bû
[12] dilber seḧer, da min nezer, xeclîm ji ber, lê ew qeder
zanîm, kewa, ew meh řuwa, wek «lûْlûْ»y «mensur» bû
[13] paş fîrqetê, zor muḧbetê, meh tel’etê, çûm ḧezretê
wesła ḧebîb, min bû nesîb, mel’ûn řeqîb řencûr bû
[14] cama zelal, xemra ḧelal, yarî şepal, da min biḧal
’îşqa ẍedar, suhtî sitar, nav me we yar, sed sur bû
[15] şahî çevîn ẍem jî řevîn, marî şevîn îsand evîn
derd û bela, wîn çûn hela, ’umrek «mela» mehcûr bû
[16] piř min zecir, dîtin hecir, ma bû ecir, subiḧ û fecir
şem’a me helbû sed meḧel, minit me dil mesrûr bû
[17] îḧram mebest, eswed be qesd, yar hate mest, ez çûme dest
cuhtî ḧebeş, tîrdan bweş, ḧeca me xweş mebrûr bû
[18] yar we’de da, be ’eyn xuda, derbame da, çîn perde da
despîdeyê, çûm we’deyê, kû ji badeyê, mexmûr bû
[19] wî kakulê, çînin dilê, qelbê «melê» dav dane lê
dava dilan, nav sunbulan, sersur gulan, menqûr bû

pakjî em şi’rane ełê:

[1] min le demdemey beyana padşay meceristan, ke yarî xoşewîstime, çawim pê kewt, le cilubergî mexmełda. řûmetî wekû estêrey muşterî edrewşayewe, xwaye, ew perî bû ya ḧorîy beheşt?.

[2] yarî min le wêney ḧorîdaye, řûmetî çend cwane, kakołekanî řeşe û xałî wekû zengî waye. xałekanî mîsk amêze wek mîskî teter, pêstî cwan û nazk û sipîye we kû kafûr!.

[3] nazkêkî nazk, gerdinêkî barîk, cilubergekey cilî pyawmaqûłan bû ke tafte û qeyfeye. min çawim pê kewt lew wexta, ew çak bexte îmřo leser text bû wekû feẍfûr «nawî padşay konî çîne».

[4] duřiř û kasey çînî le řûmetya bû, heybetêkî zor û diłêkî qayîmî heye. ke ew hate řêkirdin min le xom burdimewe, diłî min le ’eşqa coşî xward û fwarey kird!.

[5] dił twaye we û dazayîye xwarewe, ebwa way lê bihataye madam yarî zêřînî çawpêkewt. boyeş ebwa wa bwaye çunke min gelê car çawim pê kewt, ew wêne mela’îkeye, wekû meşxełan piřnûr bû!.

[6] řûmetî wekû fenere «çira» xałekanî ’enbere, bonî, bonî guławe, lêwî şekere. ew mey-peristey serxoşî meye cwane camekey destî ferfûrî bû.

[7] ew meye ke leser destyewe bû zor muşteha û saf bû, meyekî wa bû sozî defî da be şerab. natwanim basî cwanî yarekem bikem û pêm nakirê tarîfî bikem, çunke her şitêk biłêm ew lewewe dûre û zyatre.

[8] bang kiram were mey bixorewe bo ewe coş û xiroşêkit bibê, be gwêm kirdin û le hoş çûm. emem ke be sera hat leber naz û ’îşwey yar bû newek leber awî tirê - ke şerabe -.

[9] min le xewa ew mahtabem çawpêkewt, diłmî daye ber qulapî cûte qelekey çawî. diłî têk da - diłî min - xwênî lê derhêna û birîndarî kird, cwan cwan hařîyewe û wirdî kird!.

[10] leşî wird kird «leşî min» dû kewaneke «ke biroyetî» kirdî be tîr û day le dił, hey dad û bêdad. birînekan serlenwê ekulênewe leber ewe ’eşqî ême benawbang bû.

[11] be yek cor û leseryek leseryek bo min dên nûr, beřastî řêy řûnak kirdewe. emane hemû hîn lê û cwanêkî řûmet estêreyek bû, bełam bo em bendeye hîç destûr û fermanêk nebû.

[12] diłber lebeyna seyrêkî kirdim terêq bûmewe zor zor; çunke zanîm ke ew mangiřuwe wekû lu’lu’î pexşubław wabû.

[13] lepaş cya bûnewey ew mangiřuwe û xoşwîstinêkî zorî çûmewe lay. wesłî ew bû be beşim, ca ba řeqîbî mel’ûn bo xoy her diłgiran bê.

[14] camî zełał le şerabî ḧełałda yarî şox û şengim xêra day be min. ’îşqî sitemkar sûtanî perdi lebeyn min û yarda, ke ew perdane sed şûre bûn.

[15] şay çawan xemyan řifan, marî şew ḧubbî westan, derd û beła helatin, zemanêk mela dûr kewtewe lem êş û azare.

[16] min bû bûm be hêlaney zecir û dûrî, tołeyekim ke bo mabûbêtewe beyan û be şebeq bû. şem’î ême le sed lawe heł bû, supas bo xwa dił zor keyfixoş bû.

[17] îḧramman best bo řeş «ḧicralasud» yar serxoş bû, min bêhoş bûm. cûtequlekey dû zułfî bûn be tîr û xoyan bo hawîştim, ḧecekeman be puxtî qebûł bû!.

[18] yar we’dey çawî xoy be ême da ke çî qapî lê daxsitim û perdey çîn çînî dadayewe. le beyana ke çûme ser we’deke seyrim kird leber bade be serxoşî ketuwe.

[19] kakoł û egrîcekanî dił eçninewe, dawî bo diłî mela danawe. dawî diłan lenaw guł û gułe ser sûrekana bû ke nawekanyan hełkinrabûn.

 

ême ke temaşay em şi’rane û me’nay em şi’rane ekeyn, xêra ekewîne ’alemêkewe, lewêda tenya řoḧîyetêkî ẍeramî nebê ke le botey zêřînî wişey î’cazda dařjawe, hîçî tirman berçaw nakewê, gelê kes kewtûnete ’alemî ẍeramewe, gelê kes çawî çawkałan le goşey syamałana karî tê kirdûn, ya buwe be gewherêk boyan bo ewe ke tîşkekey lebin deryakana şitî benirxî pê bidoznewe!, bełam newek ewan û newek mela!. mela şêwey core ẍeramêkî sedey pazdehemman pîşan eda ke ayetî cemal le binaẍey wişekanî le binçîney tyaya sersame. eme le layekewe, le layekî tirîşewe goya ’ulemay belaẍe tenya ew ’îlmeyan her bo mela danawe, we ya mela destî ’ulemay «bedî’» û «beyan» û «me’an»y řakêşawe bo ser zewqî xoy û derzî dadawin ke ebê «cînas, telmîḧ, bedî’, teşbye, asti’are, mecaz, kinaye, aytinab, waycaz» lew wergirin û nabê kesî tir dest bo asmanî xeyał û xeymegay ẍeram dirêj bika, tenya ew nebê!

bełê řaste em şi’rane tewnêke tan û pokey wişey ’erebî û kurdîye, bełam ême nabê ewe le dił derkeyn ke wane bê le dewrî melada tenya mela ’erebî bekar hênabê. berzîy mela lewedaye ke dewrî ’erebîyet geyştibuwe çiłepope ke çî mela lew řêçkeye layda û ’erebî be kurdî řazandewe. eme û dîsan ême lew dewreda seyrî me’na ekeyn newek wişe, eger yekê berawerdî ’en’enat û wişe û me’nay ew dewre bika - ke be her zimanêk witrabê - zor zû ekewête ew baweře ke mela meşxełanêkî hełgîrsanduwe bo ewe ’ulemay edebî ’erebî zengyaney leber bihonnewe, we bo ewe udebay kurdî şwên řiçekey melayan bo bibê be şařêge û le ’alemî bêganeda melayan bo bibêt bew sîmurẍe ke awî jyanî edebîyan lepişt kêwî qafewe bo dênêt ke wa bû mêjûy edebî kurdî be dirêjayî zeman kuřnûş bo ew tapoye eba ke heykelî zêřînî melaye û pêẍemberî edebî sedey pazdehemyetî.

***

mela le baweřî xoyda perdey ẍeram da’edatewe û be corêkî zor wird eçête parêzî tesewuf û ’eşqî ḧeqîqîyewe, daway nasînî xwa le badey azmayşda eka û be şerabî me’newîyat řubabî diłî exate lerze û ełê:

[1] ewel ku yar dame yek zeřřeyek ’înayet
qismet me xemir û came, di deftera hîdayet
[2] ḧusin û cemal canan nadêrtin to payan
herçî nebit bîdayet, esłen nihîn nîhayet
[3] feyza ’ilûm û ḧîkmet cama sedef ku gîra
me ji dest muẍbeçan dêt û musḧef û be ayet
[4] ’arf heta nenoşê mey ji dest meyfiroşê
ẍa’îb nebû ji hoşê, peyda nekir wîlayet
[5] gunah û zuhd û ta’at hełnagirt xerabat
ke sê bivî derê dit divê bikit řî’ayet
[6] ’îşqî ji herdû çeşman ewel di dil eser kir
lê zeřře zeřře axir sûtin kire sîrayet
[7] «şakî alsّlaḧ» herdem bi kuştina milê dêt
gaznideya ji kê kim, be kê bikim şikayet?
[8] cama ji dest şahîd jengî ji dił di şûtin
pîrî muẍan ji řendan we we dikir řîwayet
[9] etwar ’îşq û mestî, esrar butperistî
teqrîr sed řîwayet nakit ji bo kîfayet
[10] «lîyetme’înّe qelbîErebî» , «’eyn alîqînErebî» di bexşêt
«’înal’yan» divêtin kafî nihîn dîrayet
[11] ger mîr û padşahî mwîk link «melayî»
nadim be mulk ’alem, «byalilّhErebî» yek ’înayet

wate:

[1] le ewełewe ke yar «xwa» day be ême tozê ’înayet û çawdêrî, beşî ême mey û cam bû le defterî hîdayetda.

[2] cwanî û cemałî canan payanî bo nîye, her şitê ewełî nebê axrîşî bo nîye.

[3] be ayet û be qur’an swênd exom ême behrey ’ilûm û ḧîkmetman çawpênekewt meger leser destî beçke muẍanekan, ya ew kuřane ke le meyxanekandan.

[4] pyawî zana ta nenoşê mey le destî meyfiroş, le hoş xoy naçê û wîlayet peyda naka.

[5] gunaḧ û zuhd û ’îbadet, meyxanekan aşnayetîyan legełyana nîye, yekêke hate em qapîyewe ebê temaşay yasa û usûl bika.

[6] ’eşqê ke le dûçawewe serî hełda lepêşa kar ekate dił, lewewe wirde wirde etenêtewe bo leş û eysûtênê.

[7] be çekî řûtewe hemûcar bo kuştinî mela dêt, bangîkê bikem û pena berkê berim û şîkayet lay kê bikem?.

[8] camêke le destî şahîd «yar» bêt jengî dił eşwatewe, pîrî muẍan le řendanî xerabatewe away egêřayewe.

[9] basî ’îşq û serxoş û nihênî butperistî, eger sed tomar û defterî bo piř bikeytewe hêşta beş naka!.

[10] ayetî «lîyetme’înّe qelbî» payey «’eynalîqîn» man pê ebexşê, bełam ewey ême emanewe «’înal’yan»e, řîwayet kirdin be kełk naye.

[11] eger mîr bêt û eger padşabêt, lelay mela wekû yek waye, swêndim be xwa bê be hemû mułkî dunyay nadem tozê çawêrî xwa.

ême ke çaw bem felsefegêřîyey melada exşênîn ebînîn kabra be corê xoy le deryay tesewuf û ’eşqêkî řasteqîneda nuqum kirduwe meger her le dest duřnasanî ew derya bê peye hatbêt, egîne nîmçe melewan natwanê, ba hezar şan û qołîş bikutê, bigate lêwarî řizgarî, emeş řaste waye çunke ew xoy be aşkira ełê:

me’şûqî řasteqîne ke nûrî baregay yezdane sereta, ke tozê lay le ême kirdewe kewtîne řîzî ew kesane ke nawyan le defterî řizgarbûna nûsrawe û le kuřî serxoşanî aşnay baregay yezdanîda be badey taqîkirdinewe şerabî «me’rîfeةwalilّe» man noş kird, bûyn be yekê lew kesane ke le ’alemî maddewe kewtine ’alemî me’newîyat, kewtîne ew ’alemewe ke qapî nûrî baregay kirdigarman bo kirayewe û perde le řûy kar ladra, her çende temaşaman kird ew peřî ew nûreman bedî nekird, çonî bedî ekeyn? şitêk ke seretay ne le ’alemî maddewe, ne le ’alemî eřwaḧewe dyar nebê, bêguman serekey tirî her be carê dyar nabê. îtir bebê perwa bûyn be perwaney ew nûre ke tîşkêk bû le zatî pakî xwa û bû be xoşewîstêkî řasteqîneman, wa nebê min em îşem serbexo kirdibêt, bełkû ke çûme kořî badenoşanewe seyrim kird koga koga ḧîkmet û zanyarî lewêda mexşełanyetî, temaşa ekem eme hemû lew kesanewe berz ebêtewe ke badegêřî ew kořen, ewaneş hemû newnehałanî meyxaney ḧeqperistîn û be camî îxlas û diłpakî şerabî ḧeqîqetî weḧdanîyet biław ekenewe, lezzetî ew şerabe serxoşî ekirdim bo ewe ke zyatir lew meyxaneye û lew newnehałane nizîk bikemewe!, boyeş wam ekird çunke ewane ke arezûy ḧeqperistîyan le serdaye ta şerabî ḧeqîqî le dest ew meyfiroşe ḧeqîqîyane -ke şarezay cemalî weḧdanîyetin- wernegirin û nenoşin le ’alemî madde dûr nakewnewe û nakewne ew ’alemewe ke hemû nihênîy kewnyan wekû řoj bo derkewê û nakewne deryay me’newîyatewe û naçne řîzî ew padşayane ke be çaw le yek nanêk em peř û ew peřî dunyayan bo řûn ebêtewe.

baregay kořî serxoşanî xwanasan wa nebê pyaw be gunaḧ ya be ’îbadet destî kewê, çunke ew şwêne şwênêk nîye bibê be cezay ew kesane ke le gunaḧ dûr kewtûnetewe. tołe eweye be endazey kirdewe bêt, tołey ew kesane ke le xirape dûr kewtûnetewe her eweye ke xwa byanbexşêt, ew şwêne ke danîştuwekanî le lezzetêkî ebedîdan, eme tołey kirdewe nîye, bełkû zyade mîhreyanîyeke ke xwa legeł hendê kesya eka, ca ew kese ke řû ekate ew qapîye û be temay eweye biçête jûrewe û be lezzetî nûrî xuda şad bibê, nabê bo bûnekey ’îbadet bika û bo nebûnekey gunaḧ, çunke şwêneke şwênî ’îbadet û gunaḧ nîye, bełkû tenya hêlaney mîhrebanî xwaye.

bełê řaste seretay ’îşq le tîşkî dûçawî řwałetewe etenêtewe bo leş û eysûtênê, bełam eme wa nebê karesatî hemû me’şûqêk bêt, ewe tenya le dest ew me’şûqe ḧeqîqîye dêt ke sereta le heykelî nûrî dûçawda der’ekewê. ca eger yekêk twanî ew erke beřêwe berê û xoy leberya řagrêt ewa řizgarî ebêt, xo eger neytiwanî, wirde wirde etenêtewe bo dił û bo leşî ta be carê eysûtênê û eyxate naw řîzî gumřahanewe.

min lemlawe eme karesatme, lew laşewe nefsêkî pîsim legełaye, maddyatî be fîkirî xoy bo řazandûmetewe, we be fîkirî min boy kirdûm be xencerêkî řût û bew xencere pelamarim eda bo ewe le lezzetî me’newîyat bê beşim bika û le deştî sergerdanîda bimsûřênêtewe!. ca ke nefsêkî wam legeła bêt nazanim aya eger pena nebirme ber baregay weḧdanîyet û bang lew nekem, hawar bo kê berim û şikat bixeme ber kê? naçarim her ebê pena berme ewê bo ewe her ke nizîk bûmewe bitwanim be hoy ew kesanewe ke le sêberî ’erşî xwada be celalêkewe řawestawin û hendê le awî me’rîfetî ḧeqîqîm dest kewê û weswesey şeytanî û nefsanî bew awe bişomewe û xom pak kemewe. serbexoş emem nekirduwe û naykem, pîrî serxoşî ew řawêjem bo eka, ew her ewende amojgarîyeke eka, egîne min leber ewe hêşta le boteda qał nebûmetewe, natwanim ne basî ’îşq bikem û ne basî zanînî serxoşanî ew meydane bikem, çunke ne min û ne ewan hîçî lê nazanîn; min lêy nazanim çunke hêşta nekewtûmete nawyan, ewanîş lêy nazanin çunke lezzetî řwałetî nûreke way serxoş kirdûn le ḧeqîqeteke hîç tênegeyştûn! dey karesatêke eme bê çon be hezar tomar û defterîş enûsrêtewe?!.

ême xo neçûyne řîzî ew kesane ya yekê lew kesane ke xwa pêy wit: «اەûەلەم tûْmînْErebî» ewîş witî: «belî we likin leyetْme’înّe qelْbîErebî» ; bełê, bełam bo ewe diłim damirkêtewe. ca ew dił damirkandinewey ewan yeqîn û biřwayekyan bo dirust eka, ewa îbrahîmî xelîl bû, pêẍemberî xwa bû, ême bendeyekî şermezarîn ta be çawî xoman şit nebînîn be gêřanewe biřwa nakeyn, êcgar boyeş wayne, çunke nefsiman pak nebuwetewe! ke wa bû ebê ême bo ewe koşiş bikeyn ke serbexo bigeyn be baregay weḧdetperist û xoman bixeyne kořî serxoşanî weḧdetperistinewe, egîne be gêřanewe biłên şit heye, eme dadêkman nadatê!.

min ke «mela»m eger bigeme ew payeye ke xwa layekim lê bikatewe, ewe hemû ’alemî me’newîyatim řûn ebêtewe, dest le dunya eşom û hemûm belawe hîçe, ke geyştime ew payeye, padşahî û hejarî, emîrî û řecałîm belawe yeke û wekû yek dête berçawim, çunke hemûyan bew ’unsure ezanim ke le min xiraptir atacî lwêçêkin lew deryay me’rîfetî xwaye!.

***

melay şa’îrî ême wa nebê her mey noşî badey ẍeram bêt, ya serxoşî kořî tesûf bûbêt û hîçî tir, bełkû ke dête basî «aylhîّat» û felsefewe, le layekewe etxate cergey kořî feylesûfekanî yonanewe, le layekewe ethawêjête ew kongireyewe ke ’almekanî îslam û ẍeyrî îslam tyaya ko bûnetewe û hemû bas û xwasêkyan her «aylhîّat» û felsefey îlahîyate, wat lê eka ełê mela bo hîç dirust nekirawe tenya bo felsefey îlahîyat nebê. boyeş emet pîşan eda, çunke ebînê to wa lew meydaneda bêperwayt, ya serxoşî maddeyt ya desxoşî nefsît, serî řa’eweşênê û pêt ełê:

«alilّe, alilّe» to di ’umrê xu ku carêk ne bihî
çe seda têt ji vê gunbed dewwar «ḧidus»
to ji pêş perdey wehmî were der da bibhî
çe newa têt be sed neẍme ji ewtar «ḧidus»
«ḧal» û «mistiqbil» û «mazî» di xuda her sê yekin
subiḧ mewcûde be ’eyn xu dayvar «ḧidus»

pêt ełê: to boç ewende serxoşî maddeyt û řwałetperist? kewn ba zor konîş bêt şite wirdekanî eweman pîşan eda ke duruştekanîşî her le ’alemî nebûnîyewe hatûnete ’alemî bûn, to boç ebê carêk hoşt be berxota neyetewe? bo ewe ke bibyet lem gumeze şîneda her dengêk ke dêt bangî tyaçûn eka, bangî ewe eka ke mewcûdatî ’alem hemû ḧadîse, em perdey wicûde ke kêşrawe beser toda sêberêkî řûte. carêk lejêr em perde wehmîyewe serêk bêne derewe bo ewe ew denganet gwê lê bê ke le telî diłî zanayan, ya ew kesanewe ke le ḧeqîqetî wicûd û ’edem tê geyştûn, bangî hoşyar bûnewet eken; bangî ewet eken ke ’alem bo tyaçûn dirustikirawe newek bo manewe. em şite řwałetîyane ke to eyanbînît ya em perde corawcorane ke hełedrênewe û demêk řabirdû, demêk êste û demêk zemanî dahatût pîşan eden, emane ba le řwałetîşa cya bin le ḧeqîqeta yekin, lew ḧeqîqeteda ke «ḧidus»e, le ḧidûsda hemûyan ’unsurêkî hawbeşin, ew beyanîye ke to berçawit ekewê û be mewcûdî da’enêyt, her ew beyanîye perdeye ke lew êwareye ke becêt hêşt û bû be «ḧadis» emîş ’eynî «ḧidus» pîşan eda.

***

ta em şwêne ême le basî melay cizîrîyewe diwayn. eger lem layenewe xerîk bîn gelê tomarî ewê û hêşta be tewawîş nageyne ḧeqîqetî nefsîyetî mela. ewende heye etwanîn ewe biłêyn ke: mela le sê perdeda xoy pîşan ême da, perdey ẍeram, perdey tesewuf, perdey îlahîyat û felsefe, lemaneda «şêx eḧmedî cizîzî» seramedî dewrî xoy û paş xoyşî buwe, boyeş êsteş herle wiłatî cizîz û botana şi’rekanî şewçerey dîwexanî řewałan û şêx û melayane; bezim hełgêřî hełpeřkêy û ser şexsane, zem zemey kořî cum’e û ahengî feqyekane.

şêx eḧmed wekû çon şa’îrêkî kurdî buwe, herweha bulbulêkî fars û newaxwanêkî ’erebîş buwe.

mela dîwanêkî berz û bałay heye, řojełatînasî ałmanî «fûn martin harsiman» le 1904 le berlîn be «lîtugraf» çapî kirduwe xoyşî seretayekî be ałmanî bo danawe. goya yekê lew nusxane kewtibûne lay «aba nistas kermelî» le beẍda, kitêbxanekey lepaş xoy bû be hî «mektebey asarî qedîme» her le beẍda, min gelê koşşim kird ke ew nusxeyem berçaw kewê, daxî giranim nemdî, legeł eweş mamosta «gurgîs ’ewad» mudîrî mektebe koşşêkî zorî bo kirdim, lepaşa wekû boman derkewt kitêbekanî «ab» her şitêkî be zimanî ferensizîye le «deyr»ekey xoya mawetewe û le kełkî îstîfade kewtuwe.

nusxeyekî tir le layen «muḧemmed şefîq arvasî ḧuseynî»yewe le estembuł le «1340 h 1922m» bem pîtane le çap dirawe. le řûy nusxe ełmanîyeke nusxeyekî destixetî mamosta «muḧemmed ’elî ’ewnî» lê wergîrawe û êste le kitêbxaney «daralkitib alimsirye» daye le qahîre lejêr jimare «140/112» le beşî farsîda. dû nusxey tir desxet her lay mamostay nawbiraw heye yekêkyan le sałî 1322y hîcrî le şarî cezîre le layen ’ebdusselam kuřî murad kuřî ’ebdusselamewe nûsrawetewe. yekêkî tiryan le sałî «1945 - 1941» le beẍda nûsrawetewe. bêcge le çapeke, destixetekeşî lay min heye ke «’ebdulqadir» kuřî ’elî ’îmadî le 1338y hîcrî le ’îmadîye nûsîwyetewe. cyawazîyekî kem lebeyn em nusxeda ebînrê, wekû çon lepaş û pêşkirdinî hendê «qesa’îd»da em cyawazîyeş her heye.

min le çapkirdinî em lapeřeyeda bûm ke çî daxî giranim kitupiř pêyan witim wa mamosta «muḧemmed ’ewnî» le xestexaney «eskenderîye» le řojî 1952/7/4da koçî dwayî kird.

ew xerîk ne çoł şam ’edemda
min ne kerbelay saray matemda
ew yezîd merg we esîrberde
min zadey zyad xem paqîr kerde

awatî her dû laman çuwe gił!.