babe tahir

(935-1010)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 13 Xulek  2119 Dîtin

řend û dêwane û qelender, xwanas û parêzgar û herdegeř, be sozî ’eşqêkî me’newî kûrey derûnî le giřda bû, le yadî dostêkî nihênî demarekanî le xiroşda bû, şeyday baregay yezdan, herdegeřê çoł û byaban, hawnyazî řojanî çiřistanî «demawend» û hawřazî şewanî dîmenî «meymend». gahê lalezarî zewî baregay bû, gahê cirîwey estêrey asman şewçiray buwe, řoḧî le leweřzarî eřwaḧda le hemû gułêkî mijîwe. demê le dunya dûr be dûr buwe, demê le aheng řûbeřû buwe, tawêk le deştî tefkîrda sergerdan buwe, katêk le kořî ’ewdałanî xwanasîda mey gêřî me’rîfet bû. hendê car xoy win kirduwe, hendê carîş winbûy dozîwetewe, henaseyek derwêşêkî nadan buwe, beynêkîş şêxêkî melewan buwe, zemanêk nezanêkî pekkewtû buwe, dewranêkîş zanayekî gewhernas û duřnasêkî bêwêne buwe!

«babe tahir» şa’îrêkî kurdî sedey sêhemî hîcrî buwe, bepê hendê bełgey tarîxî, dewrey «saḧîbî kuřî ’îbad» û «îbnî sîna»y feylsûfî dîwe, ke emane le zemanî ḧikûmetî «buye» yekana jyawin, em çwar xiştekîyey ke ełê:

mu an beḧrem ke der zerf amedestem
mu an nuqte ke der ḧerf amedestem
be her elfê elf qedî ber ayo
elf qedim ke der elf amedest

ke metełêkî girane û mîrza «mehdî xan» leser ḧîsabî «ebced» lêkî dawetewe, goya hatne dunyay babe tahir der’exa le «326h - 935m» da. we le «401h - 1010m»da mirduwe, we emey le «المجلەە alcimî’e alasîwîّe»da le «bengal» biław kirduwetewe. lêkdanewekeşî goya bem coreye:

wişey «alf qid =215» ke eme legeł wişey «biḧir-derya» yek egrêtewe, wekû çon legeł wişey «tahir» yişda her yeke. ke «alf qid=215» bixeyne ser «alf =111» ekate «326». we em jimareye legeł wişey «alf = hezar» yek egrêtewe, ke ḧînce bikirê ebê be «ha, za, alf, ra» we lay waye ta «401»y hîcrî jyawe.

babe tahir her le «hemedan» mirduwe, gořekey gumezêkî biçûkî peřpûtî besereweye, leser tepołkeyeke ke nawî «bin bazar»e we le şîmalî řojaway şarekeweye, gořî diłxiwazekeyşî «fatme lîre» legeł fatmenawêkî tir û mîrza ’elî neqî kewserî ke emanîş le derwêşekanî bûn, lewêdan.

babe tahir şa’îrêkî kurd û le binemałey «luř»e. wekû lem çwar xiştekîyeda betewawî şêwey zimanî xoyman bo der’ebřêt:

dilî dîrim ’işqit gîc û wîce
muje berhem zenem xûnabe řîce
dilî ’aşiq besanî çûb teř bî
serî sûce, serî xûnabe řîce

wate «diłêkim heye ke le ’îşqit gêjuwêje, birjang beyeka binêm xwên eřjê. diłî ’aşiq wekû şûłî teře, serêkî esûtê, serêkî xwênaw heł’eřêjê» çon darî teř ke eyxeyte ser agir le serêkyewe estûtê û le serêkî tiryewe aw û zîniçkaw der’eda, diłî minîş waye.

bełam leber ewe ke řendêkî dêwane û derwêşêkî bêperwa buwe, hemûdem arezûy ewey kirduwe ew şê’rane ke eyłê têkławyan ka bew şêwanewe ke dengî eyangatê. wekû lem çwar xiştekîyewe ememan bo der’ekewê:

neway nałey ẍem endûh[te] zono
’eyar qelbî xals bote zono
bore sûte dilûn gerd hem ayîm
ke qedrî sûtedil, dilsûte zono

wate: «dengî nałey xemxor to eyzanî, parsengî diłî bê xewş bote eyzanî. were ba hemû diłsûtawekan le lay yek ko bibînewe, çunke qedrî diłsûtaw, diłsûtaw eyzanê.» temaşa ekey lêreda «newa» farsî, «te=to» botanî, «zono» piştikoyî, «bore» le «bewe eyre»y luřî, «bote» kirmancî, emaney hemû lem dû şê’reda ko kirduwetewe, lemewe ewe bo ême der’ekewê ke nefsîyetî «babe tahir» wîstûyetî lenaw hemû hoz û tîreyekî kurdida pelbiław bikatewe bo ewe bitwanê ew derwêşî û bîrubaweřî eway leser buwe, lenawyana binc dakutê û hemûyan baweşî bo bigirnewe û be dił biçne jêryewe.

dîsan le bindest emeşewe şêwey edebyatî farsî wa nebê le dese berdabê, wekû lem beyteyda der ekewê ke ełê:

be xincir ger dirarind dîdeganim
be atiş ger bisuzind astixiwanim
agir ber naxunanim ney bikubind
negîrim dil z yar mihirbanim

lem şê’ranewe dewrî sozî tafî cwanîş der’ekewê ke diłxiwazî xoşewîstî hemû şitêkî lebîr birduwetewe, tenanet eger parçe parçeş bikirê her ewende diłî lelay yarî mîhrebanyewe bimênêtewe derbaysî hîçî tir nîye!.

duktor «se’îd xan» ełê: «pyawêkî gawrî kurd ełê: ke babe tahir çend şî’rêkî be şêwey «goran»y petî danawe û nardûye bo «ḧeq»ekan bo ewe ke le bîrubawřî yek bigen, we ewanîş bixate ser ew řêgeye ke xoy leserî buwe». daxekem ême ew şê’raneman çing nekewt.

babe tahir le seretay jyanya diłî be ’îşqî dîmenî mangiřuwekanî hemedan û luřistan pişkûtotewe, cwanî û řewşityan û şoxuşengî bała ’er’eryan sozêkî dêwaneyîyan xistote kelleyewe, lenaw ewaneda «fatme» nawêk be dûçawî mest û ebroy hîlalyewe be dengidanî îmřoj û sibey, kûrey diłî babe tayer dênête coş û ebête hoy ewe ke qapîy şê’rî lê ekirêtewe û ełê:

dû çeşmanet pyaley puř z mey bî
xeracî ebrwanit mulkî řey bî
hemî we’de kunî îmřoz û ferda
xuda dane ke ferday to key bî

em şořşe le kelleya tem û buxar eka û be hemû layekda eyřetênê, dêwaney eka û be çoł û herdida beřełay eka û eyxate saray derbederî û bê cêgeyî, îşî way lê dê ke ełê:

mu an řendem ke namem bî qelender
ne xûn dîrem, ne mûn dîrem, ne lenger
çu řûz ayed bigirdem gêrdê gîtî
çu şew ayed be xiştî wa nehem ser

wate: «min ew řende bê perwayem ke nawim qelendere, ne xwan «sifre»yekim heye nanî leser bixom, ne şwênêkim heye sitarî têda bigirim, ne kesêkîşim heye piştîwanim bê û lengerm bigrêt, ke řoj hat be dewr cîhana esuřêmewe, ke şew hat xiştêk exeme jêr serim û enûm».

babe tahir maweyek bem core řay’ebwêrê, lepaşa ew diłey ke firîştey ser zewî hoşî lê sendibû, sewday ’eşqî řasteqîne şabał ekêşê beserya û le dest kemendî mahřiwan řizgarî eka, ênca řû ekate ew meydane ke nûrî xway têda biław buwetewe, lew deşteda be sozî ’eşqî yezdan esûřêtewe û le hemû sûçêkî em erz û asmeneda bêcge lew, kesêkî tir nabînê, wekû ełê:

be derya bingerem derya to wînem
be seḧra bingerem seḧra to wînem
be her ca bingerm kûh û der û deşt
nîşan ez řûy zîbay to wînem

wate: «le delya û wişkanîda, le çoł û byabanda, bêcge le to hîçî tir nabînim...» maweyekîş lew herde be herdeyeda esûřêtewe, demar û goşt û pêstî le zeryay xwanasîda betewawî nerim ebêtewe, lewêwe ekewête ’alemêk xoy be melêk dête berçaw ke hemû cîhan lejêr pêydaye, we lay wa ebê ke zał buwe beser hemû şitêkda û bełam dyar nîye, we wa ezanê eger bêt û xoy binwênê hîç nîye xoy leber pilarya bigrêt, wekû ełê:

mwem an azerîn murẍî kê der ḧal
bisûce ’alem er berhem zenem bal
musewwer ger keşed neqşem be dîwar
bisûce ’alem ez te’sîrî tîmsal

wate: «min ew bałinde agirînem ke dem û dest bisûtê em cîhane eger bał beyeka bidem. tenanet wênegir eger wênem le dîwar bikêşê, hemû ’alem esûtê lenaw karîgerî ew wêneye». «mwem = minim», «azerîn = agirîn», «bisûce = esûtê», le beyanî řojêkî tofda ke ser leser serînî nûstiwêtî berz ekatewe temaşa eka nûrî me’rîfetî xwa hemû demarekanî ebziwênê, le hemû deryayekî xwanasîda melewanêkî bîndirêje, ełê: «be nezanî nûstim be zanayî hestam». ênca ebê be amojgarîkerêkî diłsoz, be şêxêkî piř soz, be feylesûfêkî řasteqîne û bank be dunyada eda û ełê:

mekun karî ke ber pasengit ayo
cîhan ba în feraxî tengit ayo
çu ferda namexwahan name xwahend
to namê xud bibînî nengit ayo!

wate: «îşêkî wa meke berd bête berpêt, dunya bem firawanîye le to teng bibê û le hîç laye cêt nebêtewe. eger sibeynê namexwazekan nametyan wîst, to nawî xot bibînî şermezar bibît!».

dîsan be derwêşekanî ełê:

şebî tarîk û seḧra piř xeter bî
der în řah řoşnayî kemterek bî
şebî tar û byaban dûr û menzil
xoşa anan ke bareş kemterek bî

«kemterek: kemtir» ełên: felsefes nefsîyetî babetayer gelê gelê cyawaze legeł hî «’umer xeyyam», ’umer xeyyam be dû çawî seyrî ’alem deka û le her dûkyan ekołêtewe û le ’astî her dûkyan řêgey bê perwayî girtuwete pêş; bełam babetayer çende lem ’alemeda bê perwaye, ewende le ’alemekey keda be parêz û zor be wirdibînî řûy diłî merdimî tê eka, ke çî em dû beytey ke ełê:

mu an řendem ke ke ’îsyan pîşe dîrem
be destê cam û be destê şîşe dîrem
eger to bê gunahî řew melek şo
mu ez «ḧewa» û «adem» řîşe dîrem

wate: «min ew řendem ke bê fermanî pîşeme, destêkim pyałekey têdaye û destêkîşim şûşeke. eger to hîç gunaḧêkit nîye biço bibe be firîşte, min eme mîratme ke le bawe adem û daye ḧewawe bom mawetewe û řîşey lewêwe dakutawe». her ew bîrubaweřeye. bełam wa nîye, emeş her yekêke le felsefekanî babetayer, çunke ełê:

min dêwaneyekim ke bê fermanî le bawe adem û daye ḧewawe bom becê mawe, çon ewan bê fermanî xoyan kird, minîş ke lewan bim be tebî’et her ebê wa bikem! ke wa bû em bê fermanîye le şerab û badeda becê dênim, to eger xot bebê gunaḧ ezanî řastewřast bigo bibe be firîşte, çunke firîşte lew řegeze nîye ke minî lê bûm, ewende heye ew şerab û badeye ke to be bêfermanî ezanî min be fermanberdarîy dadenêm, çunke şerabekem xwanasîye le badey ḧeqperistîda eyxomewe bo ewe biçme řîzî ew bawik û daykem ke katê bêfermanî xwayan kird be řyazetî nefsî, xoyan geyande ew lalezarî beheşte ke hetahetayî têyda e’ênnewe; eger ew nafermanîyeyan besera nehataye ew manewe hetahetayyeyan çing ne’ekewt, minîş lewanim û ew şwênem ewê. to ke etewê xot bebê gunaḧ bizanî, dyare natwanî ew erkî řyazete beřêwe berî, ke emet pê nekira, biço wekû firîşte çon maweyek emênin lepaşa bebê ewe le beheştida bimênnewe seryan tya eçê, toyş wa be, ke wa bû to bo beheşt dirust nekirawî tenya bo tyaçûn dirust kirawî, yekê eger gencî bwê, ebê řenc bikêşê.

leser qisey «f. mînoriskî» «ḧuseyn weḧîd desticirdî esfehanî» nûserî govarî «ermeẍan»y farsî dîwanêkî babetayerî le 1927da biław kirduwetewe ke 365 çwar xiştekîye. lemane sê dûbeytî řojełatînas «hirun aln» dozîwyetewe û witûyetî hî babetayere, we 62 beytîşî ḧuseyn weḧîd xoy lem la û lew la koy kirduwetewe, ewanî tirîşî lepêşa be dest merdimewe buwe. ca le tazekana babetayer gelê car nawî xoy û kêwî «ełwend» û «meymend» dênê, soz û xoşewîstîy xoy beranber bew dû kêwe der’ebřê. lemewe der’ekewê ke babetayer bepêy ewdewreye ledway xwanasî xoşwîstinî mełbendî le hemû şit belawe gewretir buwe.

nawbangisendî babetayer bem nawe leber řewştêke ke le kurdewarîda bawe, lenaw kurdekana yekêk eger şêx bê ya le binemałey şêx bê, leber řêz lêgirtin û xoşewîstî pê ełên: «babe fiłan» wekû «babe şêx, babe řesûł, babe ’elî» babetayerîş waye.

dwayî be serguzeştî babetayer dênîn bem dû beytey ke betewawî zimanekey xoyman bo der’ebřê û pêşman ełê: min lepaş taqîkirdineweyekî zor bom derkewt ke guł û wenewşe û jin piştyan pê nabestirê, çunke dujminêkyan heye ke řûmet û ał û wałayane û nayełê le botey maneweda qał bibnewe ta bibin be hawřaz û cêy řazunyaz:

benewşey cokenaran hefteye bî
ełałey kohsaran hefteye bî
munadî meykerin şehro be şehro
wefay gul’uzaran hefteyê bî

wate: «wenewşey gwêy cogekan her ḧefteyeke, gułałey kwêstanekan her ḧefteyeke. cařçî şar be şar her bang eka, ełê: wefay řûmet gułan «jin» ewîş her ḧefteyeke»!