boç honraw be şêwey hewramî witrawe?

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 9 Xulek  1655 Dîtin

şitêkî tir mawetewe pêwîste lêwe bidwêyn, boye qisey lêwe bikeyn çunke zortir le řojełatînasekanî xistuwete tenguçełemewe, wekû diłî kurde ke xoyşî kirmê kirdewe.

lewe nadwêyn ke biłêyn kurd û goran her kurdin, çunke qiseman lemewe kirduwe, emênîtewe ser ewe aya bo çî zortir le soraxekanî kurd -betaybetî soraxî edeb- her be şêwey hewramî buwe û hewramîye? ke çî şitêkî wa be şêwey erdełan û şarezûr ber çaw nakewî?! lem řuwewe baweřî min emeye:

kurd le berebeyanî mêjuwewe le barî edebîda têkław buwe, ya legeł řom û farisda we ya lem axreda legeł turkida, her çî destey xwêndewar buwe ya serbexo aşna bûn be baregay padşakanî turk û ’ecem, ya nizîk bûn be koşkî ew xanedane kurdane ke ewan hatuçûy baregakanyan kirdûn. be yasay tebî’et bire û lew zimaneda ebî ke padşa qisey pê eka û pêy kirduwe, ew zimane be edib pîşan dirawe û pîşan edrî ke padşa û xawen wiłat qisey pê kirduwe û pêy eka. be dirêjayî zeman em zimanane leser zimanî kurdî sûřawnetewe, be corêk şi’ûrî dapoşîwin, tenanet eweyan be diła nehatuwe ke zimanî xoyşyan eguncê bibê be zimanêkî edbî! şi’rî farsî û turkî le dîwexanî ew koşkanewe biław buwetewe, herweha şi’ir û edbî ’erebîş be hoy îslamîyetewe le mizgewtekanewe tenîwyetewe. dyare şi’ir û edbî her zimanêka ke to bîgrît, ebê ew kese lêy tê biga ew wexte demî bo berêt newek tenya têgeyştin, biłkû hemû sûçêkî ebê bizanê. lêreda řemekî merdim -ye’nî nexwêndewarekan- neyantiwanîwe û neyanzanîwe le kun û qujbinî zimanêkî wekû farsî ya turkîya ’erebî bigen, hîç demyan bo nibirduwe, we bibřaybibřay eweşyan be diła nehatuwe ke bew zimaney xoyan qisey pê eken etwanin şi’ir û edeb biłên, we eger be diłîşyana hatbêt û witbêtyan -wekû hatuwe û witûyane- berey xwêndewarekan ke ewan edebyan be zimanî bêgane zanîwe, çunke zanîwyane, gałteyan pê kirdûn û pêyan witûn emane şayer ya delûn! bem bonewe edebî xawênî esłî zimaneke paş kewtuwe. mebest bem qiseyeman le beynî erdełanCih û şarezûrCih û mukiryanCihdaye, wate kurdî em şwênane bêcge le hewramanCih şîftey ew zimanane bûn. mayewe ser hewraman.

hewramanCih, şwênêkî şaxudax û wişke, ne fars xoy bo kutawe zor ne řom, ne ’ecem be tengyewe buwe ne turk, bem bonewe pyawekanî ewê ewende aşnay baregay padşakan nebûn be corêkî weha ke zimanî ewan swar zimanekeyan bibêt, her ke derûnyan hatbête coş, be zimanekey xoyan deryanbiřîwe, lemewe řemekî merdemekeş fêr bûn ke her le dewrêkî zor konewe şi’ir û edebyan be zimanekey xoyan wituwe, ke ’erebîş le mizgewtekanewe serî hełda, edebî zimanekey xoyanyan be mîratî her bo mabuwewe, îtir xwêndewarî mizgewtekan bêzyan lê ne’ehatewe, boyeş bêzyan lê ne’ehatewe, çunke kabra lepêş eweda biçête mizgewt gwêy le bawik ya le mame nexwêndewarekey buwe ke be zimanekey xoy hełbestî besera hełdawe, eme bêcge lewe ke daykî le bêşkekeda her bew şêweye layelayey bo ekird, eme le mała: ke eçuwe derîşewe leser hełpeřkê, leser kanî, leber beřoçkeda hîçî tirî gwê lê ne’ebû, tenya honrawî zimanekey xoy ebê. emane hemû kirdyane karê katê ke destî da be xwêndinî farsî ya ’erebî ya zimanêkî tirîşewe, edebî zimanekey xoy her be edeb bizanê,

eme eman têkřa be xwêndewar û nexwêndewarewe aşna bûn be edebî zimanekey xoyan û fêrî bûn, ênca berey xwêndewarekanyan be dem xwêndinewe peřewaze ebûn bo wiłatekanî erdełan û şarezûr û mukirî, lewê şi’ir û edebî şêwey qise kirdinî xoyanyan exwêndewe bo merdemî ew wiłate, merdemekey ewêş temaşayan ekird em edeb û şi’re core şêweyeke le şêwekey xoyan naçê, leber ewe şi’ûrî edebî bêgane perestî be carê kişabû beser hoşyana, ewşêweşyan her be bêgane ezanî, çunke le hînekey ewan ne’eçû, ehatin weryan egirt û le dîwexan û mizgewtekanyana biław ebuwewe. ewanîş eger byanwîstaye şitêk biłên ehatin peyřewî ew şêweyane ekird û bew şêweye edebî şi’rîyan da’ena -wekû witra lew baweředa nebûn ya her eweyan be diła ne’ehat ke be şêwekey xoyan şi’ir witin eguncê!- kabra xełkî «sine» bû, xełkî «qełaçwalan» bû, xełkî «bokan» û «sabłax» bû, we lew şwênane goş kirabû, ke çî eger biře hełbestêkî dabnaye, leber ew şitaney serewe ke witman, eçû koşşî ekird bo ewe ke şêwey «hewramî» fêr bibê û bew şêweye honrawekey xoy dabnê!

em karesate bem core mayewe ta «nalîKes» le wiłatî şarezûrCih peyda bû, qapîyekî zilî xiste ser gazî pişt, bo witnî şi’rî şêwey «mukirî». bere bere peyřewî şêwekey kira û edebî şêwey mukirîş biław buwewe be corê biław buwewe ke le wiłatî mukirî û şarezûrda be tewawî le barî şi’rutnida şêwey hewramîyan le fikir çuwewe. mayewe ser wiłatî «erdełanCih», şêwekey mukirîş wekû şêwey hewramîye ke be hoy çeperî mizgewtewe be edebî şi’rî kewte ewê, dîsan seyryan kird emeş wekû şêwekey xoyan nîye, şwênî kewtin û xerîkî fêrbûnî ebûn bo ewe şi’rî pê biłên. derdekey ewan girantir bû, le layekewe ebwaye xerîkî şêwey hewramî bibûnaye, le layekewe hî şêwey murkirî! em řewşte ta em dewrey dwayîye lewêda her mawetewe, ewa tazeyî ewanîş eguncê şi’ir û edeb butrê, çend sałêke destyan dawetê.

lêreda řengibê ew pirsyare bikirê ke: eger ’amîl bo biławbûnewey şêwey hewramî lew wiłataneda be bêgane zanînî hewramî bê, bo çî şêwey «luř» û «botan»yiş biław nebuwewe tyayana, xo ew bêganeyetîye lewêşa her hebû? wiłamekey bem core edeynewe, ełêyn: eha hatuçûy řoḧî û edebîye lebeyn wiłatî hewraman û soranda hebuwe, lebeyn botan û soran ya lebeyn luř û sorana nebuwe, eger bibwaye bêguman emanîş biław ebûnewe.

emênêtewe ser wiłatî «botan», ewanîş lew şwênaneyana ke şaxudaxe û be ḧukmî tebî’et zor têkławî bêgane nebûn, řemekî merdimeke hełbestî şe’bî yan her le zemanêkî konewe kirduwe be baw lebeyn xoyana. xwêndewarî mizgewtekan lêy bêgane nebûn, şwênekey xoyanyan parastuwe û kirdûyane be edebêkî berz. ’eynî karesat le wiłatî «luř» yişda řwî dawe, legeł emeş ke eman zyatir têkław be ’ecem bûn, serçawey edebekey xoyanyan her bo êmey hêştuwetewe. eme û min lam waye şitêkî tirîş hoy manewey buwe eweş emeye: leber ewe wişey luř le řwałeta cyaye le wişey kurdiwe leber ewe şêwekey ewan zortir eguncê legeł pehlewî konda farsekan ewende bo tyaçûnî edebî kurdî xerîk bûn ewende xerîkî ewan nebûn! êcgar ’atîfey ayînîş kirdibûye karê heta em dewrî dwayyeş luř xoy be fars zyatir ezanî ta kurd! ca em karesatane eweyan amade kirduwe ke edebî luř her le zemanêkî konewe bimênêtewe.

be corêkî têkřayî ême ebê lew baweředa bîn ke edebî têkřay kurdî le çaw xoya edebêkî berz û benirxe min em qiseye leber ewe nakem ke kurdim çunke nûsînî mêjûw nûsînî mêjûy edeb yekê lew şitane ke le nûserekeya pêwîste bêlayengirîye ke wa bû min bo layengerî kurd em qise nakem bełam be lamewe eme şitêkî ḧeqîqete kurd wiłatî nedîwe bîrubaweřî bêgane berzekanî ber çaw nekewtuwe danişgakanî ’alemî nedîwe legeł emaneşda edebekey kemtir nîye le edebî qewmekanî tir hendê carî wa tûş ebî ke kabrayekî şa’îr le aşe konêka buwe le serçaweyek buwe le bindewarêka buwe ke çî fîkirî wa derbiřîwe kemtir nîye le fîkirî ew kese ke le dewrî řapeřînî awrûpada le sorbun û aksiford fîkirî wergirtuwe bełam ewende heye edebî kurdî bê xawen buwe xizmet nekirawe be xamî û kałî mawtewe eger hanehane bidrayet û be serçawey xwêndewray řasteqîne aw bidraye û aw bidrêt payey gelê gelê le jûre em payeyeweye ke êste heyetî.

ta em şwêne bem core hatîn, înca emanewê be sere qise le şa’îre here gewrekanî kurdewe bikeyn le dewrêkî konewe ta axrî nîwey yekemî sedey bîstem hî ewane ke twanîwmane byanxeyne dest qise le jyanyan le nefsîyetyan lew hoye ke kirdûnî be bwêj le wiřê çikane ke le honrawekanyan girtûyane le lêkołînewey honrawekanyan bikeyn.