bêx û binawanî kurd: baweřî xom ta em şwêne
ta em şwêne ke ême dirêjeman bem base da, hemû qisey ew mêjûnûsane, ya ew řojełatînasane bû ke leber çonyetî serçawey kurd naçar bûbûn be baskirdinî ẍeyrî kurdîş, kem û zorêk qisekanman hênan û nûsîmanin, her yeke le řêgeyekewe boy çûn û her yeke qiseyekyan lêwe kirduwe û le hendê şwêna ke goya zor řûnakyan kirdibêtewe, ew kurdane ke îmřoj û ew řojeş her be kurd enasrên û nasrawin, ewan cyayanyan kirduwetewe û be nawî «goran» le kurdyanyan dapçiřîwin! herweha hendêkî tirî wekû mamosta «řeşîd yasemî» leber ewe ke xoyan kurd bûn, zor be diłsozî qiseyan lêwe kirduwe û xoyanyan pêwe xerîk kirduwe, bełam leber ewe ke arezûyan lê buwe kurd biken be netewey êranî - ya her be êranî - hênawyane be qisey řwałet řengîn basekey xoyanyan řazanduwetewe û le nawendî basekeda ełên: «çi dujminayetîyek leme gewretre ke kurd le netewey «cemşîd û fereydûn û zerdeşt û kûrş û daryûş» la biden û byanken be řołey «lasîrab» û «anrî dapî zîr»y gotîya «tîglat pilîsir» û «sargon»y aşûrî û... hitid».
ême nazanîn «cemşîd» û «lasîrab» ya «kûrş» û «sargon» - ke her yek lemane lapeřey xoyanyan piř kirduwe û řoyştûn - çyan bo ême becê hêşt? çe şaristanî û binaẍeyekyan bo becê hêştîn ke îmřoj ême lenawya řabuwêrîn? çe darêkyan bo naştîn ke êste le sêberya biḧesînewe? em bê ya ew bê bo îmřojî ême hîç cyawazîyekî nîye. qiseyekî kurdî heye ełê: «nan ew nane îmřo le xwane», ca naçarîn biłêyn a ew kesane ke wa bûn koşşekeyan bo ewe buwe ke kurd biken be netewey êranî û hîçî tir, ewende heye ême wekû lemewdiwa basî ekeyn etwanîn ewe biçête diłmanewe ke «pars» le netewey «kurd»e, newek kurd le netewey pars, dyare em dû qiseye cyayîyekî zor lebeynyana heye.
dîsan her ew kesane ełên: «hendê kes leser zewî êranda qewmêk dirust eken û kurd ebenewe ser ew qewme». êmeyş ełêyn: ew qewme ke ew lay waye dirust ekirêt! çar nîye ebê parsîş bibrêtewe ser ew qewme. ke ememan wit, lam waye ewane îtir dan beweda enên biłên: «ew qewme ke ta êste ême emanut ferz kirawin wa nîye, bełkû her le řastîda hebûn û hîç dirustikiraw nîn». eme eman, înca qiseyekîş le řojełatînasekanewe bikeyn:
bełê, řaste řojełatînasekan xizmetêkî zorî merdimyan kirduwe, betaybetî xizmetyan beranber be ême le layen řegez û zimanewe şayanî supase; ême ememan lebîr naçê, bełam legeł eweş zor girane pyaw le zimanêkî ẍeyrî zimanekey xoyda her çende şareza bê û bibê be westa tyaya her wekû kuřî ew zimaney lê naye, çunke gelê nihênî heye meger be zewqî xawen ziman û be perwerdekirdinî zimanî mindałî aşkira bibê û bizanrê, egîne bo yekêkî tir ne wek zor girane, bełkû her hełnahênrêt.
ca ew kesane ke bêgane bûn û le babet karwanekey xoyanewe şitêkyan nûsîwe û nawî kurdîşyan tê xistuwe, ya řojełatînasêk bûn ke wîstûyane basî şwênan le barî ’îlmî û abûrîyekî hêmnida biken, bo ewe ke dest bida paşeřoj qewmekey xoyan le barî abûrîda kełk le qisekanyan werbigrin, yaxud kabra ne geřokêkî heregerd û ne ’almêkî payeberz buwe, bełkû xoy le xoyewe bo her şite û bo her şwêne şitêkî řûbazařî bînîwe û leserî řoyştuwe û îtir neytiwanîwe betewawî lêy bikołêtewe. ca ême seyrî her kam lem sê kese bikeyn, ebînîn ew şitey witûyane ya nûsîwyane betaybetî kabray yekem û sêyem - wa nebê serencamêk biden be destewe, ya şi’ûrêkî saf beranber bew şwêne binwênin. ewende heye destey dûhem - ke le řojełatînasekanin - leber ewe amancêkî ’îlmîyan legeła hebuwe, qisekanyan zyatir cêy baweře xałî le kełkilêwergirtin nîye. ke wa bû qisey emaneyan - ba le seda deyşî qisey xoy bê - pyaw etwanê şitî lê derbênê, bew bonewe êmeyş hatîn le baskirdinî serçawey kurdida ew řojełatînasane ke qiseyan lêwe kirduwe zortir qisekanyanman hêna û nûsîmanin, bełam hêşta be puxtî negeyştîne mebest. înca minîş emewê bîrubaweřî xom be aşkira û bebê layengerî lebarî kurd û serçawey kurdida derbiřim, bo ewe em gencîneye herwa be qufłilêdrawî nemênêtewe.
min nałêm bîrubaweřekem le seda sed řaste, boye nałêm, çunke ademîzad xałî nîye le hełe û le kem fîkirî, qisekanî minîş fîkirîye ke le řûy berawerdî hendê fîkirî tirewe derimbiřîwe. zor nizîke çewtî têda hebê, amadem bo berengar bûn, bełam be nûsîn, newek be qisey řûtî gwêy agirdan; çunke şit ke nûsra le axra řaste ke der’ekewê, lepaş xoyşim hîwadarim řołekanî kurd eger eweyan bo derkewt ke min le bîrubaweřekanma be hełe çûm, be çawî lêbûrdin lêm ebûrin û řastîyekî řastitir exene berçaw netewekeyan.
lepêş kirdinewey basekeda pêwîste ewe biłêyn ke hendê kes ełên: kontir xakêk ke ademîzadî têda ko buwetewe «xûzistan - îlam» û «bîn alinhirîn»e. carê «zagrosCih» - ke şwên û mełbendî kurde - û îmřoj kewtuwete řojaway êran û řojełatî turkya û şîmalî ’êraqewe, leber ewe le wextî xoyda şwênêkî be pît buwe danîştuwanî wiłatî babil û akad û sûmer, çunke wiłatekey xoyan bê xêrubêr buwe, wîstûyane zagrosîyekan bixene jêr çing xoyan, bo ewe le pîtî wiłatekeyan kełk wergirin, bem bonewe hemûdemêk le çingepirçêda bûn. gelê car nawî danîştuwekanî zagros wekû «gotî, kasî, amada û parsiwa» le nûsrawekanî ewana berçaw ekewêt.
le layen binaẍey nijadî ewanewe zanakan ebin be dû beşewe: beşêkyan ełên: hendê lemane wekû amada û parsiwa bebê qise «arî» n. beşêkyan ełên: arî bûnî hendê lemane wekû gotî û kasî tozê wirdibûnewey ewê. ca leber ewe ke em dû biřwaye lebeynyana peyda buwe, nawî emaneyan hemû nawe qewqasî. goya le zemanêkî zor konewe le kêwekanî qewqas û zagros mawnetewe û jyawin. dîsan desteyekî tir le zanayan nawî em qewmaneyan be «tayfey zincîre kêwekanî zagros» naw nawe. desteyekî tir pêyan ełên: «azyanîk». mebest lem hemû qisaneş her ew qewmeye ke le zimanî pêş tarîx û pêş peydabûnî arîyewe le yekê le şwênekanî asyawe koçyan kirduwe û çûnete kêwekanî zagros. sereřay ewe ke eguncê arîş bin, bełam ta bełgeyekî qayîm nebêt êste her lejêr nawî qewqasîya azyanîk ya qewmekanî zagros nawî ebeyn.
serçawey mêjûy têkřay ademîzad zor tarîke, bepêy ew berd û şitûmeke ke dûhezar sałêk pêş mîlad kewtûnete berçaw le dewrî şaristanî yekemî ademîzadda taqîkirawnetewe, goya dûsed hezar sałe ademîzad leser zewî peyda buwe, we bigre hendêk ełên nîwmilyon sałe. řegezêke ewende sał le topêkî wekû zewîda peyda bûbê, aya çe ’eqił û zimanêk etwanê dan beweda binê ke serçawey řûn bikatewe?! ba em xak û êsqane lêk bikatewe ke hemû biste zewîyek dûr nîye be mêşkî hezaran kes piř bûbêtewe û legełya têkław bûbêt?! legeł eweş xwêndin û xwêndinewe lenawyana zyatir le 6000 hezar sał nîye.
ke wa bû her qewmêk ya her nijadêk byewê şwênî zor konî bawbapîrî xoy ya qewmêkî tir řûn bikatewe, bêcge le texmîn û berawerdêkî ’eqłî, natwanê be bełgeyekî aşkira bem amancey xoy biga. bełkû her demêkî bo berê le nařastîyewe gelê nizîktire le řastî! bem bonewe ême û ẍeyrî ême le babet řegez û nejadî kurdewe - û bigre ẍeyrî kurdîşewe - natwanîn le 3500 sał pêş mîlad bewlatrewe biřoyn, dîsan dûr nîye em jimareşe her xałî nebê le texmîn.
be nejad û xwên û řewişt û ’en’enat, saẍ buwetewe ke kurd qewmêkî arîye û samî nîye, «arî le aryasewe hatuwe, be mana berader» ’alme nejadşinasekanî ewrûpa wekû «ujin pîtar» û «sûlak» û «vun lûşan» gelêk bem basewe xoyan xerîk kirduwe û lêyan kołîwetewe. emênêtewe ser ewe aya serçawey em arîyane sereta le kwêda buwe û le kwêwe hatuwe? bo em base wirdibûneweyekî wird û qûłî ewê. ca bew bonewe lepaş mutałayekî zor û pişkinînî kelên û qujbinî gelê şwên, eweman bo derkewt ke:
arîyekan le 3500 sał pêş mîladewe le cinûbî řûsyawe beser şîmalî qewqas û deryay řeşda berew xwar bûnetewe û hatûn bo dewruberî řojaway asya. dûr nîye em koçkirdineyan leber bê leweřî bi omałatyan û zor bûnî jimarey xoyan bûbêt, ke îtir lewêda cêyan nebûbêtewe. her ke bizûtûn û hatûn, bûn le dû beşewe: beşêkyan řûyan kirde ewrûpa û qewmekanî ewêyan lê dirust bû, beşêkyan her le deştekanî cinûbî řûsyawe hatûnete řojaway naweřast û řojaway nizîkyewe ta cinûbî hînd çûn. em beşeyan ke berew bûnewe le turkistanî îmřoy řûsyada xoyan girtewe û mawey hezar sałêk û lepaşa řûyan kirde cinûbî êran; maweyekî başîş lêreda manewe, înca bûn be dû řêçkewe: řêçkeyekyan beser hîmalayada çûn bo hînd û le «pencab»y êste gîrsanewe û netewey hîndyan dirust kird, řêçkeyekî tiryan be naw banî êranda biław bûnewe û be êranî nawyan derkird. dûr nîye hatnî emane bo êran 2500 sał pêş bigrêtewe.
em řêçkey dûheme perey send û zor bûn, hendêkyan le deştekanî êranda cêgîr bûn û be parsî nasran. hendêkîşyan be řewştî koçerayetî kewtine şaxekanî zagros û wekû ew şaxane pel pel bûnewe û «lolo, gotî, kasî, manay, kardoş, xaldî, kardoha û mad» yan lê pêk hat û her yeke bo xoyan dewrêkyan gêřa, her çende be jyanî koçerayetî mabûnewe, bełam dewrî ḧikûmetayetîyan heł’esûřan; tenanet gelê carîş pelamarî deştekanî êran û wiłatî aşûrîşyan eda. dur nîye em tîrey «lolo»ye sereta be «lolo» nawyan derkirdibêt û lepaşa bere bere nawekeyan gořabê ta hatuwete ser «mad». mebest be koçerî lêreda tenya eweye ke danîştûy kêwekan bûn, çunke ewaney le deştekanî êrana manewe wirde wirde nîştecê bûn û leşar û ladêkanda damezran. wekû berçawman ekewê em řêçkey dûhemeş bûn be dû beşewe; qewmekanî zagros, danîştûy deştekanî êran. lenaw hênekanî deştî êrana «pars» hełkewt -ke hexamenşîyekan eçnewe ser ewan - lenaw hênkey zagrosîşda «mad» hełkewt. ke kurdekan eçnewe ser ewan .
«mad»ekan dewłetêkî zor bedesełatyan hebuwe, tenanet le dewrey «hwexşetre» dûhem padşay behêzî mad parsekan betewawî kewtine jêr çingî emanewe, bełam ke hexamenşîyekan hatne kayewe îtir dewłetî mad ew desełateyan nema û řûyan kirde kizî.
êste mebest ewe nîye ḧikûmet hebuwe ya nebuwe, bełkû mebest eweye lepaş lenawçûnî ḧikûmetî mad wa nebê şe’beke lenaw çûbêt, bełkû ew şe’be bere bere her mayewe û xoy parast û be dewruberî kêwekanî zagrosda biław bûnewe ta geyşte ser kurdî îmřoj. ke wa bû derkewt ke «kurd» le netewey «mad»e û «mad»yiş qewmêkî arî bûn. eger lem řêgewe boy biçîn ewa qewmî kurd le bapîre gewreyanewe legeł qewmî farisda yekyan girtewe wekû legeł hîndida bûn be yek, xo eger le řêgeyekî tirewe boy biçîn ełên:
sereta ke arîyekan le kilkey şaxekanî qewqasewe hatin bem dîwa ew beşeyan ke řûy kirde hînd ewan lewê bûn be hîndî, beşekey tiryan ke le kêwekanî zagros manewe lepaş ew ke maweyek be jyanî koçerayetî řayanbuward wirde wirde hendêkyan řûyan kirde deştekanî êran û lewêda nîştecê bûn û destyan kird be şar dirust kirdin û bûn be şarî û bere bere, řewřewey tarîx řengî jyanî gořîn û qewmî farsî lê pêk hat. leser em qiseye kurd binaẍeye bo fars û fars esłekey kurde ca îtir tîre tîre bûnewe leman lolo û kasî mad pêk hat û lewan pars hexamenşî û sasanî dirust bû eme şitêkî tire. ewende heye farsekan be hoy nîştecêbûnyan le ladê û şarekanda û hełsukewt qise têkławkirdinyan be ẍeyrî qewmî xoyanewe - ke eme le pêwîstî tebî’etî şarinşînîye - zimane řasteqînekey xoyanyan gelê gelê têkdawe û êste be corê qise eken be degmen eçêtewe ser şêwey parsî û mêdîyekan - ke emane řîşey her dû zimaneken - bełam kurdekan leber řêkewtinî mełbendî û koçerayetî û şaxnişînî dûrtir bûn le qewmî bêganewe kemtir têkławyan buwe be têkławbûnêkî weha ke kar bikene ser têkdanî zimanekeyan - meger le dewrey îslamîda nebê ke hendê wişey ’erbî be hoy aşnayetî ayînyewe têy kewt - bem core bebê têkdan û destilêdan zimanekey xoyanyan parast û hêştewe, ewane ger serřişite û zanyarîyan le layen zimannasînewe heye be aşkirayekî zor aşkira ezanin ke zimanî kurdî çaktir û poxtetir eguncê legeł zimanî bapîregewrekanyanda ke mad û parse, betaybetî legeł saniskirîtî û kitêbekey zerdeştida.