bêx û binawanî kurd: yekbûnî kurd û goran

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1743 Dîtin

emêntewe ser ewe hendê kes le zanakanî řojawa ke le qewmî kurdîyan kołîwetewe û baweřêkî tiryan derbiřîwe û witûyane: le wiłatî kurdekan hendêk hen wekû luř, hewramî, û hitid. emane le řegezî kurd nîn û pêyan nałên kurd, bełkû emane «goran»n. em qiseye ewendey tir pyaw le baweřî ew zanayane exate sersamîyewe! çunke aya be çî û le kwê emeyan bo derkewt. aya be çî qisekey xoyanyan birde ser ke emane qewmêkî ẍeyrî arî û mêdî bûn û le dewrêkî zor konewe hatûn le wiłatî kurdekanda nîştecê bûn? bêguman le wiłamî em pirsyare lam waye ya bêdengî ya bê hêzî pirsyar ebê be wiłamyan!.. ca bo ewe çe ewan û çe ew kisaneş ke ekewne şwên em fikirey ewan betewawî em baweřeyan le dił derçê û lêy peşîman bibnewe ełên:

bêcge lewe eger ew kesane ke pispořn le nijadşinasîda bên û betewawî le xwên û endam û cumge û çaw û mûy emane - ke ewan pêyan ełên goran û be ẍeyrî kurdyan der’eken - wird bibnewe û seyryan biken - wekû kirdûyane - le řûy yasayekî ’îlmîyewe ew haware eken ke emane kurdin û legeł řegezî kurda çe le kon û çile tazeda hîç cyawazîyekyan nîye û ziman û řîşey zimanekeşyan her yeke, dîsan bêcge lem qiseyeş min xom lem baweředam û ełêm:

emane ke ewan pêyan ełên «goran» û le kurdyan cya ekenewe her kurdin û hîç cyawazîyek lebeynyana nîye, ewende heye peydabûnî em nawe boyan her kurdekan xoyan le berebeyanî jyanî koçerayetîyanewe boyan danawin û ta êsta mawetewe. emeş bem core:

lenaw qewmî kurdida be têkřa em řewşte buwe û heye: ke «kurd» bew kurdane ełên ke dewarinşîn û koçerîn û goranîş bew kurdane ełên ke şarinşîn û ladênşînin. le serdemêka ke nîştecêyî le kurdida nebuwe em naweş nebuwe, lepaşa wirde wirde ew beşeyan ke destyan daye danîştin le şar û ladêkanda beşe koçerîyekan nawî «goran» yan bo danan û em wişeye min lam waye binaẍekey wişey «gořan»e leber ewe zor kewtuwete ser zimanewe buwebe «goran» goya beşî koçerîyeke leber ewe beşekey tir piştyan le jyanî koçerayetî hełkird pêyan witin «gořan» yanê leser řêwşiwênî ême layan da. eme bawe ket êkřay kurd be koçerî ełê «kurd» tenanet le lay ’erebîş her bawe ke têkřay ’ereb be ’erebe koçerekanyan ełên ’ereb. eger bepêy qisey ew zanayane bê wişey «’ereb» bo ew ’erebe deştekîyane ew me’na ke le wişeke wer’egîrêt ebwaye neydaye be destewe û ya be ladênşîn û şarinşînekanyan newtaye «’ereb» legeł eweş wa nîye.

meseley cyawazîy hendê le şêwe qise kirdinî em kurd gorananş eme wa nebê ewe pîşan bida ke řegezekeyan cyaye, bełkû eme pêhatî danîştin û koçerayetî û nawçey qise kirdine ke eme le hemû qewmêkda em cyawazîye keme lebeyn şêwey qisekirdinî danîştuwekanyana ebînrê, newek her lebeyn koçerî û nîştecêyda, bełkû le beyn şêwey qisekirdinî dû gund betenişt yekewe ya dû şar, bigre le hendê şwêna lebeyn dû geřek ke le şarêkda û le qewmêkda ebînrê. dey aya ekirê em cyawazîy şêweye lebeyn ew dû geřeke ya ew dû gundeda bikirête hoy cyawazîy řegezekeyan?!