bêx û binawanî kurd: qisey ewanî tir

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 13 Xulek  1326 Dîtin

ta em şwêne bîrubaweřî hendê le řojełatînas û mêjûnasekan bû beranber be kurd û řîşey kurd, înca hendêkî tir be corêkî tir boy çûn, her çende her yek egrêtewe, bełam bo ewe baseke bigat be encam naçarîn qisey ewanî tirîş bixeyne berçaw, çunke hîçyan xałî nîn le qazanc:

duktor «kontinaw»y ferensizî ełê: le dewruberî hezarey çwaremî pêş mîlad sereta yekem lêşawêkî koç kirduwekan ke hatûnete kêwekanî zagrosewe, seretay lafawekeyan wa der’ekewê le cinûbî deştî «sîbrîye û řûsye» we bûbêt. zanakan nawî em qewmeyan be «azyanîk - asyayî» danawe bo ewe le koç kirduwekanî tiryan cya bikenewe. le hezarey sêyemî pêş mîlad dîsan desteyekî tir her lew şwêne koçyan kird û hatne kêwekanî zagros û be nawî «arî» ya «hîndu - ewrûpî» nawbangyan derkird. emaney legeł danîştuwekanî pêşûda lepaş şeř û şořêkî zor, řêkewtin û înca wiłatî «bîn alinhirîn» yişyan dagîrkird. em pelamarey eman eweye ke le bełgekanî «bîn alinhirîn»da be pelamarî «gotî» û «kasî» nawî eba.

le layen koçkirdinî destey dûhem ke «arî» ya «hîndu - ewrûpî» bê dîsan duktor «kontinaw» ełê: le nawendî merkezîyewe dû hatin hî dû deste destî pê kird, yekêkî řûy kirde řojawa û çuwe ewrûpawe, destekey keş nawçey cinûbî balqanî girtewe û çuwe «yonan»ewe.

ca êste eger şwên qisey ew zanayane bikewîn ke ełên «mad» û «pars»ekan le hezarey dûhemî pêş mîladewe hatûnete řojaway êran - ke zagrose - naçarîn ke biłêyn lepêş ewanîşa dîsan arîyekan hîndu’ewrûpî koçêkî tiryan bo em wiłate her kirduwe, çunke le zimanî kasîyekana řegezî hîndu’ewrûpî ebînrê, wekû le nawî xwakan û padşakanyana der’ekewê. gelêkî tir lew zanayane ke le şityan kołîwetewe ełên: hatnî em hîndu’ewrûpîyane bo asyay biçûk le goşey şîmalî řojełatewe buwe, wate le derbendî qefqazewe - ke kurtitir řêgeyeke le beynî asyay biçûk û wiłatekey ewana - deste zanayekî tir ełên: «xêr, emane be «bisfûr»da hatûnete asyay biçûkewe, eme ew řêgeyeye ke lepaşa «galat»ekan pyaya hatin».

ew şitane ke qise le qewmî zagrosewe bika le hemûyan kontir bełgey «sargon» padşay «akad»e, ke le «475 ta 530»y pêş mîlad padşayetî akad - cinûbî «bîn alinhirîn»y kird û çû bo cengî zagros. lepaş dagîrkirdinî wiłatî «kazalo» ke le řojełatî dîclewe bû, çû bo nawçey «bedre» - ke ew serdeme «dir» yan pê ewt - girtinî bedre řêy bo kirdewe bo ewe biçêt bo «îlam, luřistan û kurdistan». le nûsrawekey sargonda nawî em şwênane û nawî «lubdo» ke le wiłatî kerkûkda buwe û hî wiłatî «lolobyom» û «gotyom» hemûy heye. ke sargon beser çû lem akadane çend padşayekî tir hatne nawewe, bełam le axirda erkî wiłatekeyan pê beřêne bira tageyşte «naram sîn». lêreda zagrosîyekan wîstyan ser lejêr fermanî bipêçênnewe, naram sîn hesta lepêşa wiłatî «kazalo» û «bedre»y dagîr kird û çû bo dewruberî «ałtûn kuprî» bo girtinî dewłetî «şîmûrûm», nawî em dewłeteş le parçe lewḧî padşakanî «ûr»da bînrawe.

«lolobî» ya «lolo» ke bapbire gewrey «luř» da’enrên, emane qewmêk bûn ke le «zehaw, şarezûr û suleymanî» da’enîştin, kontir şitêk ke le layen emanewe ke berçaw kewêt, nûsrawekey «naram sîn» ke le dewruberî 2500 sał pêş mîladewe nûsrawetewe. bepêy qisey «ji, dumirkan» «şutruk naḧunte» padşay here bedestî emane le 1200 yipêş mîlad berdekonekey le şarî «sîp - parî»ewe birde «şuş» û basî serkewtinî xoy be zimanî îlamî têda nûsîwe ke çon beser loloyekana zał buwe û tayfey tirîşî xistuwete jêr dest xoy!. loloyyekan le zehaw û şarezur û silêmanyewe hemûdem eçun řêbaz karwanî babilyekanyan egirt û řêger beynî kifir, kerkûk û ałtûn kuprîş her bedest xoyanewe bû.

nawî konî zehaw «padîr» buwe, em şwêne cêgey hełkendinî nexşey benawbang «enubanînî» buwe. ḧakmekanî «loloyî» le dewrî «naram sîn»da le gerwî qeredaẍ cengêkyan legeł leşkirekey kird û naram sîn şikandinî, sergozeştî em serkewtiney xoy le dawênî gerwekewe leser berdêk hełskendwe şwênî em derbendî «gewr - gawir»e legeł qeredaẍe nizîk be gundî «sêwsênan».

«gotî»: naram sîn legeł gotî bekana - ke emanîş yekêkî tirin le qewmekanî zagrus - kewte şeřewe û le dest emanewe şiksitî hêna, em gotî yane le bakûr û řojełatî şarezurda bun. ke naram sînyan şikand pelamarî loloyyekanîşyan da, heřçende ewanîşyan şikand bełam leber ewe le xoyan bayî bubûn le axirda her le şarezura behoy yekê le newekanî naram sînewe şikanêkî pîsyan beser hat.

ke em gotî bane kewtine «bîn alinhirîn» xełkî şwêneke zoryan bêz lê ehatnewe, lemaneş êcgar bablyekan çunke ewan xoyan be yasazan û şaristanî ezanî eyanut em gotî yane deştekîn!. dur nîye çûnî em gotî yane bo «bîn alinhirîn» leber ewe bûbêt ke hîndu’ewrûpyekan le bakûr û řojełatewe pałyan pêwe nabin. gotîyekan le paş «125» sał destyan le babil bereła bû, lepaşa le nawçey zagrosda bûn be derebegî û her ke bo xoy; wekû ewe le şîmalewe le nizîk zagros «urbîlom» «hewlêrî êste» bû be dewłetêk, le cinûbî hewlêr dewłetî «harş» ke «tûzxurmatû»y êsteye.

«kasî»: yekêkî tir le qewmekanî zagros kasîyekanin ke le şîmalî îlamewe çûnete «bîn alinhirîn», le dewruberî 2400 sał pêş mîlad, bełgeyan lem şîmalî îlamewe becê hêştuwe. zanakan zimanî em kasîyaneyan le zimanekanî qewqasî danawe. mebest le qewqasîş zimanî danîştûy kêwekanî zagrose; hî ew dewreyan ke gumanêk le arî bûnyana nîye. le gelê şitda ew kasîyane aşnayetî fîkirîyan legeł qewmekanî hîndu’erûpîda buwe, wekû ewe ke «esp» yan peristuwe û be tîşkî xwayan zanîwe. em biřwaye biřway qewmekanî hîndu’ewrûpî buwe, be pêçewaney bablîyekan, eman gwêyan bem core fîkirane nedawe.

yekêk le suraxî desełatî hîndu’ewrûpî beser kasîyekana wişey «bugaş-buẍaş»e ke be manay xwaye, em wişeye le zimanî «eslaw»ekana «bugir - biẍu», le hî «firûgî - firîjî»yekana «bagayu», le farsî konda «buẍ» buwe; ke em binaẍeye le wişey «biẍdad» û «biẍpur» û «azer firuẍ buẍ»da her dyare û mawetewe. le leqebî padşakanî sasanîda be manay xwa û xwawendigar hatuwe. yekê le padşakanî kasînawî «bugaş»e ke be manay xwaye.

le seretay basekey duktor kuntinawewe ta em şwêne mebestiman her ewe bû ke be pêy ew şitane ke le bełgekanî «babil» û «îlam» û «akad»da dest ekewê, çonyetî danîştuwanî kêwekanî zagrosman bo derkewê. ewendeman bo derkewt ke le hezarey sêyemî pêş mîlad û bełkû pêştirîş qewmêk lem kêwaneda jyawin ke ziman û ayîn û řewştêkî seyryan buwe, bełam kes binaẍey řeçełekekeyan tênegeyştuwe. ewende heye bepêy em zimanane ke êste heye derkewtuwe ke «samî» nebûn, îtir aya key û leber çî lew şwêne dûre destî asyawe hatûnete em kêwane? emeyan tozê wine! hendê le zanakan be «azyanîk» yan danawin, hendêkî tir be «arî», lepaşa leber ewe ke hêşta bełgeyekî řêkupêkyan le bareyana çing nekewtuwe, pêyan witûn qewqasî, wate danîştuwanî ew kêwane ke serekanyan egene qewqas, bełam çaktir eweye ke her naw binrên be qewmî zincîre kêwekanî zagros, wate merdimî danîştuwanî em kêwane.

***

ewaney le mêjûy konyan kołîwetewe boyan derkewtuwe ke yekê le hoy here behêzî koçkirdinî qewmêk le şwênêkewe bo şwênêkî tir ewe buwe ke le piştewe pałepesto nirawin naçar bûn be koçkirdin û bo pêşewe řoyştin. betaybetî le basî kasîyekana em texmîne zortir exrête kar, çunke le dewrî ewana qewmêkî taze le zagros peyda bûn, pêyan ewtin «hîndu - ewrûpî». emane le seretay hezarey dûhemî pêş mîlad le deştekanî «turkistan» û şîw û dołekanî şîmalî «qewqas» û «deryay xezer»ewe hestan û hatne zagrosewe û bûn be dû beşewe.

beşêkyan řûyan na bo cinûbî řojełat û çûne «hînd»ewe û danîştuwekanî ewêyan xiste jêr dest xoyan û zimanêkî tazeyan biław kirdewe û nawyan na «saniskirîtî». beşekey tiryan ke tozê biçûktir bûn - řêgey řojaway zagrosyan girt û le hewargey kasîyekan nizîk bûnewe û legeł ewana be corêk têkław bûn ke be peristinî «surya - xway hetaw» û «marût - xway ta’ûn» û «burya - xway tofan» lêyanewe fêr bûn. herweha eweşyan le zagrosîyekanewe wergirt ke le batî «ga» û «ker» kełk le esp bibînin, çunke em bo ceng bekełkitre.

***

řojełatînasî benawbang «mîcerson»yiş leser basî em çonyetî kurde bîrubaweřêkî heye, leber ewe xałî le kełk lê wergirtin nîye, be kurtî û kurtikiraweyî qisekanî ewîş exeyne pêş çaw ke ełê:

«mebest be wiłatî «nayrî» tenya şîmalî řûbarî «zab»y serû nîye, bełkû eweye ke «tîglat pilîsir» û netewekanî nawyan bo danabûn û eyanut: nayrî ew qewmen ke le dewruberî serçawekanî dîcle û fuřatda da’enîşin û le şîmalî «nîfatis» wate «dyarbekir, xerpût, dersîm» û kêwekanî «bitlîs» û «turûs»da řa’ebuwêrin ke em wiłatane le 401y pêş mîlad «kurdu’î»yekanî têda bînrawe û tyayana danîştibûn.

lew tarîxewe îtir kurdistan buwe be nîştimanî qewmêkî konî destilênedraw û xawen zimanêkî serbexo. bełkû em qiseyeşman eweye: ew serdeme ke qewme arîyekan koçyan kird û şwênekanî xoyanyan becê hêşt û řûyan kirde «fars» û «mêdya» û hendê şwênî ewrûpa, qewmî kurdîş şwênekey xoy becê hêşt û řûy kirde kêwekanî kurdistan û kirdyan be şwênî xoyan. tenanet êste ême - ke qewmî îngilîzîn û le netewey seksûnîn - le bawwibapîrmana legeł kurdida yek egrînewe û ebîn be xizim. xwênî qewmî kurd têkławî xwênî hîç qewmêkî tir nebuwe, řegez û xwênî xoy le hemû dewrêka parastuwe û hemûdem hoşî be zimanekey xoyewe buwe, neyhêştuwe hîçî tirî têkław bibêt, ke dû ḧukmetekey mêdî û furs dwayîyan hat û farisk ewte jêr dest «pirs - eşkanî»yekanewe, mêdîyekan penayan birde kêwekan û benawî «kurdu’î» wate «kurdî» nawniran, îtir tarîxyan bem nawewe nasra.

ke temaşayekî lapeřey şîmalî řojaway asya bikeyn ebînîn hemû dem leber «aşûrî, fars, yonan, řoman, ’ereb, meẍûl û turk» şwênî ajawe û xwênřişitin buwe û westan û berberekanêkirdinî qewmî kurd bo emane le berberekanêkirdinî hemû şe’bêkî tir zyatir buwe û hemûdem koşşî eweyan kirduwe ke xwên û řegez û zimanekeyan be pak û puxtî bihêłnewe, le řastîşda em řewşte ke kurd heybuwe kes natwanê înkarî bika». herweha «mîcerson» ełê:

«em kêw û deştane ke kewtûnete şîmalî řêgey «řeha - mûsił»ewe le berebeyanî tarîxewe şwênî ademîzad bûn, sinûrêkî tebî’î û syasî bûn, ke şîmalî «bîn alinhirîn»y le cinûbî cya kirduwetewe. emeyş leweda eyzanîn ke le 1100 le dewrî padşayetî «tîglat pilîsir»da kêwî «tur’abdîn» ke ew wexte pêyan ewt «nîfat» bûbû be sinûrî şîmalî wiłatî aşûr. lepişt em sinûrewe wiłatî «nayrî» bû ke hemûcar «tîglat pilîsir» koşşî dagîrkirdinî ekird. lepaşa nawî wiłatî nayrî bû be kurdu’î ke eme řast «kurdîn» ya «kurd» egrêtewe. lemewe boman der’ekewê ke qewmî kurd le berebeyanî mêjuwewe řegezekey arîye û hatûnete em wiłate.

dîsan wekû lapeřey tarîx pîşanman eda, leşkirî gelê le qewme gewrekan wekû: «yonan, řoman û pirs» hemûdem naçar bûn bewe ke leberdem em kêwane û leser bizêwî danîştuwekanî, řû bikene deştekanî cinûb, çunke her em kêwane pîşanman eden ke lûtî gelê le qewmekanî řojełatyan şikanduwe, lew kateda ke wîstûyane şaławyan bo berin. tenya qewmî aşûrî yekem qewm buwe ke twanîbêtî biçête wiłatî nayrî ya kurdu’în, emeş eme nageyenê ke danîştuwanî em şwêne le qewmî êstey kurd paşkewtûtir bûn bo arezûkirdinî serbexoyî û azadî. qewme behêze dagîrkerekan le řewřewî tarîxda gelêkyan koşiş kirduwe bo ewe ke em qewmî kurde bixene jêr řikêfî xoyanewe, beřastî çon teqelakey ewan bo em amance pyaw exate bełacewîyewe, milnedan û berberekanîyekey eman gelê gelê pyaw sersamtir eka. bêcge lemeş her em kurde le řûpeřey řozgarda zor şitî wayan becê hêştuwe ke řojełatînas û mêjûnasekanyan hemûcar be xoyanewe xerîk kirduwe!

kurd ser bo kes dananewênê û milkeçî kes nabê, hemûdem ḧez be berizbûnewe û pêşkewtin eka, biste zewîyekî be xořayî nadorênê, zor zor bêzî le řewştî ew qewmane hatuwetewe ke wîstûyane dagîrî biken, bo ewe ke agadarî keyanî qewmî û zimanî arî xawênî xoyan biken, geřan û sûřaneweyan le şax û çyay wiłatekey xoyana pê xoş buwe, ca qewmî wa dwayî nayet û dwayî pê nahênrêt.