bêx û binawanî kurd: «destey dûhem: mêdîyekan û berdestekanyan»
«hovî řonbis» û «hinrî pirîstîd» dû mêjunûsî benawbangin, ełên: ew qewme dirawsêyane ke cinsekanyan gelêk lêk nizîke hendê car be «arî» naw ebrên, emane pelêkin le qewmekanî «hîndu - ewrûpî» ke le dewruberî 2500 sał pêş mîlad le wiłatekanî řojełat û şîmalî řojełatî «deryay qezwên» da’enîşin, emane hendêkyan be kiştukałewe xerîk ebûn, bełam be têkřa her wekû le dewrî berdînda bin wane, meger hendêkî kemyan nebê ke geyştûnete dewrî «kanî - me’denî», bêcge lewe ke meřumałatyan bexêw ekird, lebarî tirîşda kemekêk her pêşkewtû bûn, le małata espyan zor pê xoş bû, bełam nûsîn her fêr nebûn. hendê lem arîyane çûn bo hînd, lewêda kitêbêkî pîrozyan be zimanî «saniskirîtî» pêkewe naw nawyan na «vîdas». em kitêbe le layen jyanî seretayî emanewe agadarîy başî têda heye. herweha hendêkî tir lem arîyane řûyan kirde řojaway cinûbî û deştî «řavdîn» û lewêda manewe. dû şe’bekey «mad - mêd» û «pars - parsay» le here behêzî em destey dûhemin. herweha «pirîstîd» ełê: nawnanî «hîndu - ewrûpî» be arî hełeyekî zile ke ta êsta biław buwetewe, řastîyekey eweye ew wişeye ke «êran - êranî» lê wergîrawe, beser ’eşayrî şaxekanî êranda butrî, ew ’eşayrane ke beşêkin lew qewmane ke hîndu’ewrûpîyan besera biřawe.
1- «mêd»: em qewme le qewmekanî hîndu’erûpîn, wate «arî». le sedey noyemî pêş mîlad le řojełatî deryay qezwînewe «wiłatî baxteryane» we çûnete řojaway şîmalî kêwekanî êran, wate wiłatî «mêdya», wirde wirde desełatyan beser dirawsêkanîşyana peyda kirduwe, le dwayî hatnî sedey heştemî pêş mîladda ḧikumetêkî serbexoyan damezrand û qewmî «parsay»şyan xiste jêr dest xoyan û şarî «hikmitan» «hemedanî kon» yan dirust kird û kirdyan be paytext.
mamosta says ełê: mêdîyekan ew ’eşayre kurdane bûn ke le řojełatî wiłatî aşûr da’enîştin û sinûrî xakekeyan ta cinûbî deryay qezwîn eřoyşit, zortir em qewme le layen loẍet û zimanewe eçûnewe serhîndu’erûpî û le layen řegezewe eçûne ser arî.
wekû hendê le řojełatînasekan ełên: zimanî mêdî em zimanî kurdî êsteye buwe, weya em loẍetî kurdîye binaẍe buwe bo ew «êran qedîm». hendêkî tir le zanakanî mêjû ełên: lepaş biřanewey dewłetî mêdî, hendêkyan betewawî wergeřane ser qewmî «pars - fars», hendêkîşyan leber dirawsêtî legeł qewmî kurdida bûn be kurd. bepêy em qiseye şe’bî «parsî»yiş leber ewey têkławî dû şe’bey kurd û fars bûn, ewanîş lenaw ewana tyaçûn. em nizîkîyeş ke êsta le mabeynî kurdî û farsîda ebînrê, ewe suraxêke le têkławbûnî ew dû şe’be arîye ke «mêdî» û «parsî»n.
«sîrulsin»yiş ełê: «kurdekan le netewey mêdîyekanin». bepêy emane şe’bî mêdî serçaweyekî zor nizîke lem destey dûhemeda bo qewmî kurd.
2- «nayrî - nehrî»: em qewme lepêş axir koçekeyana le kurdistan da’enîşin, řaste bełge konekan şitêk lemanewe nałên, bêcge le hî dewrî aşûrîyekan ke goya emaney mebeste, wa der’ekewê em ’eşrete le dewrî gelê konewe dû qewmekey «sûbar» û «gutû»y dirust kirduwe. ew gund û ’eşretane ke êsta le nawçey «nîrî - nehrî» dan le wiłatî «şemdînan», dûr nîye le paşmawey em «nayrî»yane bin. «mînoriskî» wekû «turudangîn»y řojełatînas ełê: nawçey «nayrî» ya «hubşikya» eme şîw û dołekanî «botan»e û em beşî řojełatî nayrîye le wextî xoya dewłetêkî serbexoyan dirust kirduwe. «mîcerson» ełê: eger temaşayekî dewrî «gotî»yekan bikeyn ke le beynî sedekanî 15û12 yipêş mîladda ejyan, ebînîn em nayrîyane -ke pêş mêdîyekan kewtibûn- le kurdistanî naweřastida jyanêkî başyan ekird û desełatêkî waşyan hebû ke tirs û lerzyan xistibuwe diłî dirawsêkanyanewe. her em qewme bû lepaşa nawekey gořa û bû be «kurd». em wiłatî nayrîye lew dewreda le ḧewzîy naweřast le řûbarî «zab»y gewrewe destî pê’ekird ta serçawey řûbareke. mêdîyekan ke ḧikûmetekeyan tyaçû berebere řûyan kirde em şwêne û êreyan awedan kirdewe.
3- «kardixoy»: lêreda dû bîrubaweř beranber bem qewme ke «gezenefon» le geřanewî 10 hezar kesekeyda le 401 yipêş mîlad tûşyan buwe heye:
yekem: wişey kardixoy wişey gotî kone û be hoy dûrkewtinewey zemanewe têkçuwe û buwe be kardixoy. tenanet be hoy em dûrkewtinewe le dewrî «tukultî - nîrarî» padşay aşûr be «kutî» û «kurtî» naw ebra. le lêkdanewekey řojełatînas «dirayvir» wa der’ekewê em hemû wişe û nawane çe «kurtî» û çe «karda» ke dû qewm bûn le dewrî «arad - nanar» padşay «lagaş» - hemû her naw bûn bo em şe’bî kurdî êsteye zeman gořîwnî. eger em qiseye wa bêt eweman bo der’ekewê ke kardixoyyekan paşmawey gotîyekanî konin û hîçî tir.
dûhem: em şe’bî kardixoye dûr nîye ew wexte hatbêne kurdistan ke mêdî û farsekan kewtûnete şwênekanî xoyan tyayana nîştecê bûn. weya lepaş em wexte buwe ke naweřastî sedey ḧewtemî pêş mîlad egrêtewe, ke hatwîşin û wirde wirde desełatyan beser ’eşayrekanî kurdistana peyda kirduwe lepaşa bûn be yek. em qiseşe eçête diłewe, zor nizîke emane řûyan kirdibête kêwekanî êran û tyaya nîştecê bûbêtin, boyeş nizîke, çunke ’eşayrêkî zorî kurd le dewrî sasanîyekana le êranda hebûn. wekû «sîrsîdnî simîs»yiş ełê: ke em ’eşayrane loẍetî taybetî xoyanyan hebuwe û serbexo buwe, hîç peywendêkî beser loẍetî farsîyewe nebuwe, çunke em kontire le fars.
leser baweřî yekem em kardixoyyane le netewey ew gotîyanen ke wiłatî sûmer û akadyan dagîr kird û le qewmekanî zagrosewe serewxiwar bûnetewe. leser baweřî dûhem le řegezî hîndu’erûpî da’enrên, her wekû mêdî û farsekan. bêcge lemeş le mabeynî ew ’eşretaneda ke şe’bî kurdîyan pêk hênawe, hendê hozyan têda heye ke bełgekanî kon basyan eka, wekû ewey mamosta «awlimistîd» ełê: tîreyek hebûn ke pêyan ewtin «musrî», emane řîşey em ’eşretî «musrî - mizûrî» êsteyen, henûkeş wekû dewrey «sinaxrîb» le lêwarî řûbarî «xazir» da’enîşin.
xulase kurd le netewey destey yekem bê, wate qewmekanî zagros bin ke serçawekeyan qewqasîye û lepaşa be hoy lafawî koçkirdinewe le dû sedey heştem û noyemî pêş mîla û bûn be arî, weya her řastewxo le netewey destey dûhem bin, wate arîyekî bêxewş «hîndu’erûpî» wekû zortir le mêjûnûsekan herwa ełên. ewey gumanî têda nebê eweye: bîrubaweřekey destey yekem ke «kurd qewmêkî zor kone», emeyan baweřêkî behêze, legeł eweş hêşta her betewawî saẍ nebuwetewe, pêwîste be hendê lêkołînewey tir.
emîn zekî beg ełê: «legeł ew baweřeşda ke ełê: kurd le naweřastî sedey ḧewtemî pêş mîladewe hatûnete kurdistan, min lam waye baweřêkî qayîm nîye, be pêçewaney qisekey mamosta «sipayzir» û xełkî tirîş ke ełên serçawey kurd ew danîştuwe esłîyanen ke le kêwekanî zagros, weya her ew danîştuwe konanen ke le kurdistana danîştibûn, em baweře behêze û zortir eçête diłewe».
dîsan «emîn zekî beg» qisey řojełatînasekan û «sipayzir»yiş exate nawaxnî baweřî xoy û ełê: «eme řaste ke kurd leser zimanî qewmekanî tir gelê nawî heye, bełam eme ewe egeyenê ke her yeke nawî qewmêk buwe û cya buwe lewî tir, bełkû lewaneye bepêy zeman her qewmêk ke hatuwe nawî «kurd»y be şitêk birduwe, bełkû ewe ke sûmerîyekan pêyan ewtin: «gotî, cotî, codî» aşûrî û aramîyekan eyanut: «gotî, kurtî, kartî, kardo, kardaka, kardan, karkitan, kardak», êranîyekan eyanut: «kurtîw, sîrtî, kurdiraha», yonan û řoman pêyan ewtin: «kardiswî, kardixoy, kardok, kirdukî, kirduxî, kardiwîkay», ermen eyanut: «kurdu’în, kurçîx, kurtîx, kirxî, kurxî», ’erebîş eyanut: «kurdî, kardoy, bakarda, kartawye, curdî, codî».
seyr ekey em hemû naw û gořane le paşerokî tebî’etî şêwey qewmekanewe buwe, newek leber ewe ke emane çend qewmêkî cya cya û ’eşayrî têkławwipêkeław bûbêtin, tenanet em naw gořane êsteş her heye, wekû ewe ke ’ereb ełê «bindiqye», latîn ełê: «vinîsya», turk ełê: «wendîk», herweha wişey «mad» parsekan «mada», aşûrî «amada», yonan «mid»y pê ełên.
herweha hendêkî tir le řojełatînasekan ełên: «em hemû nawe ke bo kurd heye wa nebê hîçyan le hîçyanewe dûr bin, bełkû hemûyan lêkewe nizîk û pêkewe bestirawin, ca ya hemû beser hemû qewmî kurdida witrawe, weya her yeke bo ’eşretêk witrawe, çunke kurd giştî ’eşayr buwe û zor zorîş bûn».
hendêkî tir le řojełatînasekan ełên: «şe’bî kurdî le naweřastî sedey ḧewtemî pêş mîladewe hatûnete kurdistan». eger em qiseye řast bêt, dû xirape řûy tê eka: yekem: emane ke koçyan kird û hatne kurdistan, çon cênşîn bûn? dûhem: çon twanyan qewmî nîştecêy şwêneke bixene jêr dest xoyan? le katêkda ke ew wiłatî kurdistane řê nekewtuwe çoł bêt heta wekû qewmêkî labelayî bêt û be asanî bitwanê tyaya danîşê!
«emîn zekî beg» ełê: leser baweřî min etwanîn xirapey yekem bewe laberîn biłêyn: emane ke lew tarîxeda hatûnete kurdistanewe, paşmawey ewan bûn ke zûtir hatbûn, eman ke hatin leber ewe ke legeł hînekanî pêşûda xizmayetîyan hebû be sûk û asanî řê kewtin. eger em baweře werbigrîn xêra eweman eçête diłewe ke serçawey qewmî kurd «gotî, lolo, kasay, mêd, nayrî» buwe. bełam labirdinî xirapey dûhem nextê girane, çunke nexşey «asnugrafî» qewme konekan ke le kitêbî řojełatînas û pispořekana berçawman ekewê, şwênî «kurdu’în» ya «kardiwîkay»yekanman pîşan eda ke goya ewane qewmêkî taze hatûn û le nawçeyekî biçûkdan. lemaneş wekû nexşey «sîr mark saykis» ke sedey şeşemî pêş mîlad nîşan eda ełê: em nawçeye lebeyn dyarbekir û serçawekanî «zab»y gewredaye ke panî û dirêjîyekey ta 188y pêş mîlad, her wekû xoy mabuwewe.
nexşey bergî 3y kitêbekey «kambirîk - tarîxî kon» çonyetî sedey şeşemî pêş mîlad der’exa, ełê: nawçey «kurdu’în» le řûbarî «bitman»ewe buwe ta cinûbî «deryaçey wirmê» ke eme wiłatî botan û şîmalî kêwî cûdî egrêtewe ke çî ew nawçeye ke pêy ełên «kurdu’în» deyekî ew wiłate nabê ke qewme konekanî kurdistan dagîryan kirdibû. xo eger biłêyn qewmî kurdu’în zor biçûk bûn, ca qewmêk ewende biçûk bûbêt çon etwanê le mawey dû çerx û nîwda zał bibê beser ew hemû qewmaneda ke le xakî kurdistana bûn? legeł eweşda ebînîn dewłetêkî wekû aşûr çend car legeł em qewmaneda cengî kirduwe û hîçî be hîç nekirduwe! dîsan «geznefon» xoy ełê: «lew kateda ke le "aşûrye" geřamewe bo "terabzûn", tûşî pelamarî kurdu’înekan bûm». em qiseye eweman bo der’exa ke qewmî kurd le axrî sedey pêncemî pêş mîlad, wa nebê tenya her ew nawçe biçûkey dagîr kirdibê ke kewtuwete cinûbî «wan»ewe, bełkû her le serçawey «zab»y gewrewe dagîrî kirduwe ta egate lêwarî deryay řeş. dyare eme bełgeyekî tire bo ewe ke şe’bî kurdî wanebê şe’bêkî taze bûbêtin hatbêtne kurdistanewe, bełkû lepêş sedey ḧewtemî pêş mîladîşewe her lewê bûn, be nawêkî tir nawyan birdûn.