jimarey kurd: qisey řojełatînasan

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 7 Xulek  1566 Dîtin

êste ême be sere qisey ew řojełatînas û mêjûnûsane enûsîn ke le layen jimarey kurdewe dwawin, lepaşa bîrubaweřî xoyşiman der’ebřîn.

kurd le êran:

«da’irة alim’arf aslamî» ełê kurdî êran her nîw milyon ebê. legeł eweda lêjney komełî qewmekan «’isbة al’emimErebî» ke çûne mûsiłCih bo qise le kurdekanî êranewe be ḧewsed hezar (700000) kesyan danan. her nûsînekey ewan le şwênêkî tir le basî sabłaẍCihda ełê: «em wiłate dûsed hezar kese».

le basî kirmaşanCihda ełê: «danîştûy em wiłate - ke beşî zorî kurde sêsed hezar (300000) kese». beşî řojawa û cinûbî û cinûbî řojełatî deryaçey wirmê le azerbaycan ke duwmilyon danîştûy heye hemûy şwênî kurd buwe. nawçey sełmas sêzde hezar kurdî lêye. nawçey xûy û makoyş herweha kurdin, herêmî «sindûs, şino û lacan» ewe hemûy her kurde. «kirzûnKes» lepaş emane ełêt: «jimarey kurdî sabłaẍCih 250 hezare, hî kirmaşan 230 hezare, hî erdełan 130 hezare» leser em qisane jimarey kurdî azerbaycan -bêcge le wiłatî sabłaẍ- be lanîkemewe egate dûsed hezar (200000) kes. wiłatî erdełan ke paytextekey sineye û hemûyan kurdin? jimarey nîştecêkanî 150 hezar kese, ke koçerîyekanî bixrête ser egate 250 hezarkes.

lemewe eme der’ekewê ke kurdî em çwar şwêne nizîkey milyonêk ebê, eger kurdekanî «xorasan, kirman, fars, taran, qezwên û hemedan»y bixeyne ser legeł hemû «luřistan» - ke hî em luřistane leser baweřîn «kirzûn» le sałî 1881da hî piştiko» û «pêşko» geyştûnete 421 hezar kes, 210 hezarî feylîye û leser qisey řojełatînas «řabîno» le sałî 1904da hemû feylî 180 hezare,130 hezar le pêşko, 50 hezar le piştiko - zyatir le dû milyon kurd der’eçê le êranda. le řastîda ta êste bêcge le texmînî řojełatînasekan jimareyekî řastî le êranda nidarwe be destewe.

kurd le turkya

«da’irة alim’arf aslamî» ełê: «jimarey kurd le turkya bepêy ew amare ke sałî 1925 le mosko biław kirayewe geyştuwete milyon û nîwêk» bełam bełgekanî turkî ełên jimarey koçerîyekanî kurd le turkyada 96 hezar kese. emîn zekî beg ełê: «dananî kurd le turkyada be milyon û nîwêk min naçête diłmewe, çunke her le «da’irة alim’arf aslamî»da ełê: jimarey danîştuwanî wiłatî «erzuřom» û «wan» û «bitlîs» û «xerpût» lepêş şeřî «1918- 1914»da geyştibuwe «2,642,000» kes. lemane «1,828,000» kesyan musułman bûn. herweha nîwey danîştuwanî erz û řom kurdin legeł çend şwênêkî tirî benawbangida. ke wa bû naçête diłewe ke kurd lew çwar şwêneda le milyon û nîwêk kemtir bêt».

dîsan «sîr mark saykis» û «duktor virîg» ełên: bêcge lemane gelêkî tir le turkyada heye, wekû ewe ke le ḧewzî řûbarî «qezil îrman» û le nawewey «qûnye» û «enqere»da hejde ’eşretî kurd heye ke nizîkey ḧevde hezar xêzanin, le «sîwas» û řojełatî û le «zaza» ’eşretî «qoçgîrî» gewreş heye. eme bêcge lew pênc tîreyeye ke kewtûnete nawendî nawçey «erzincan» û «zaza» we dwazde hezar xêzan ebin. le şîmalî xelîcî eskenderûneşewe çwarde ’eşretî tir hen zyatir le dwazde hezar xêzan ebin. ’eşretî «berazî» ke le dewruberî «urfe» n ḧevde hezar «17,000» xêzan û bûn be 12 tîrewe. têkřa em ’eşayrane ke 58 hezar xêzan derçûn, nizîkey 300 hezarkes ebin, ke kurdekanî «qars» û «erdehan» bixrête pałyan tenya kurdî turkyay êste zyatir ebê le dû milyon.

ḧikûmetî ferensî le kitêbî zerdida ke sałî 1892 derîkird, ew kurdaney kewtûne turkya we be «3,012,897» kesî danawin. «cenrał zelangî» řûsî, kurdî turkyay lepêş şeřî «1918 - 1914»da be «2,800,475» kes danawe. ḧikûmetî ’usmanî xoy le sałî 1914da tenya kurdî turkyay danawe be «2527840» kes. eme bêcge le danîştuwekanî «deyrzûr» û «mûsił». her cor bûbêt leber em şeřane û leber koçkirdinyan û tûşbûnyan be giranî û tałanewe, ew jimareye nemawe.

kurd le ’îraq

le ’îraqda goya bepêy qisey ew lêjneye ke komełî qewmekan nardibûyan bo ’îraq le sałî 1925da bo pirsyar kirdin «496,050» kurd heye, wate tenya le «hewlêr, mûsił, kerkûk û suleymanye». bełam bêguman eme şitêkî řast nîye, çunke ta êste amarî tewaw nekirawe tawekû ewan emeyan bo derkewê. herweha kurdekanî lway «dyale» û «kût» yişî nexrawnete serî. belay minewe kurdî ’îraq zyatre le «600,000» kes, eger jimarey danîştuwanî ’îraq 3 milyon bêt, nîsbetî kurd legełya pênc yeke.

kurd le řûsya

le sałî 1910 kurdî «erîvan» û «qars» le qewqas jimarey geyştibuwe «125,000» kes, legeł emeda ḧikûmetî řûsî kurdî nawçekanî «zengezûr, cwanşîr, cubra’îl û aras»y nenûsîbû. beřastî jimarey ew kurdane ke wan le quqasa û kewtûnete komarî «cimhûryatî» «ermen» û «azerbaycan» û «gurcistan»ewe hîç dyar nîye. bełê «mufisّli ciẍrafyay ’iraq» dayanî nawe be «50,000» kes, bełam eme wa nîye? çunke tenya qars ke lew wiłate ber turk kewt «25 ta 30» hezar kurdî têdaye. emeş bepêy ew amarî dwayîye ke jimarey «qars»y geyande «63,107» kes. legeł ewe ew kurdane ke le qewqas manewe bepêy amarî sałî 1900 le «150,000» kes kemtir nebûn.

kurdî belûçistan, hîndistan, efẍanistan

kurdî belûçistan «300,000» kesêk ebê, le hîndistanîş le nawçey «sind» le ’eşretî «biraxoy» - ke dûrnîye eme le bira xoyekanî belûçistan bin û çûbêtne ewê - «48,108» kes heye. «murginistîrin»y řojełatînasîş wekû «da’irة alim’arf aslamî» qise le kurdî efẍanewe ekat? bełam hîçyan jimare naden be destewe.

kurd le sûrya

emîn zekî beg le zimanî «misîw zimîrman» funsûlî řûsyewe eygêřêtewe ke goya ḧefta ta heşta hezar kurd le suryada heye. mamosta «’elî seydo goranî» ełê: kurdî surya «115,500» kese. ew jimare ke emîn zekî beg bo hemû kurdî danawe bem coreye: êran dû milyon, turkya milwên û nîwêk, ’îraq şeşsed hezar, řûsya û sûrya dûsed û sêhezar, belûçistan û hîndistan hemûy «4,680,000» kese.

le «alqizîة alkirdîةErebî»y duktor «bileç şêrkoKes» ke le 1930da daynawe ełê: jimarey kurd egate heşt milyon wiştêk. dîsan xawenî kitêbî «alimis’ilة alkirdîة bîturkyaErebî» le lapeřey 46da ełê: kurdekan xoyan ełên: jimarey hemû kurd lepêş şeřî 1914 ta 1918da «5,387,280» kese. wate le turkya «2,987,960», le ’îraq «749,380», le êran «1,300,000», le sûrya «289,940» le ermenyada «60,000».