şwênî kurd

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  2642 Dîtin

bepêy qisey «da’irة alim’arf aslamî» ebê wiłatî kurdustan parçezewîyekî biçûk bêt, cinûbî řojełatî le luřistanewe dest pê bika ta «maltye», belay şîmalî řojawawe. dirêjayîyekey 600 mîl û panayî le 120 ta 150 mîl bêt. «mîcer ferdirîk mîlîçîn» ełê: «wişey kurdustan le zimanî konda beşwênî kardokîyekan ewtira le wiłatî ḧekarî. le cuẍrafyay tarîxîda wa der’ekewê ke wiłatî «wan» lenaw ḧikûmetî «ermen»da buwe. kurdustanî naweřast û cinûbî be wiłatî aşûr û hendê le cezîrey beynî «bîn alinhirîn» ewtira. wekû çon be giran sinûrêk bo «ermenistan» da’enrêt, bo kurdustanîş herwehaye. çunke her yek lemane be hoy arezûy dagîrkerewe sinûrekanyan destikarî kirawe. ermenyay kon le şîmalewe pałî dabû be řûbarî «kuř» û kêwî «lazistan»ewe, le cinûbewe be kêwekanî «turus», le řojełatewe be mêdya, le řojawawe be nawçekanî «sîwas, amasye û qeyserî»yewe. êste ke wişey «kurd» le şwênî ermen danîştuwe çar nîye ebê biłêyn şwênî ermene konekan êste buwe be hî kurd».

«kurdustanî ’usmanî» le şîmalewe kêwekanî «ararat» û wiłatî «kurc» bû, le cinûbewe beẍda û dewruberî, le řojełatewe êran, le řojawawe «lazistan» û wiłatî asyay biçûk bû. dyare eme hemû demêk lewane bû têk biçêt.

«emîn zekî beg» ełê: bo ewe le řastî le me’nay kurdustan têbgeyn pêwîste ew şwênane bizanîn ke kurdî lê da’enîşê û be xoyan ełên kurd û kurdustan. temaşa ekeyn em şwêne le şîmalewe kêwekanî ararat sinûrî kurc egrêtewe, wate ew nawçeye ke dirêjayî řojełatekey 43/02 ewendeye, ke eme wiłatî fars egrêtewe. eger xetêk le farsewe bikêşîn û biçêt beser «erzuřom, erzincan, dersîm, xerpût» heta «dyarbekir» lewêwe be dirêjayî řûbarî «dîcle» bo kêwî «ḧermîn»da em xete ebête sinûrêkî řojawa bo kurdustanî ’usmanî. bełam sinûrî cinûbî bo kurdustan ebête «kêwî ḧemrîn»; lêreda kurd û ’ereb têkław ebin. sinûrî řojełat bo kurdustanî ’usmanî ew zincîre kêwaneye ke kewtûnete beynî êran û ’usmanî û bûn be sinûr.

«ewlya çelebî» ke geřokêkî benawbangî ’usmanîye û le 1066 h geştêkî be kurdustanda kirduwe ełê: sinûrî şîmalî bo kurdustan wiłatî «erzuřom»e, lewêwe kurdustan dest pê eka û beser «wan, ḧekarî, cezîre, ’îmadye û dertengida» ta egate besere».

leser qisey řojełatînasekanî wekû «mînoriskî, duktor řoso, sîrgun malkulim, hasil, gwanîn» û «emîn şerefeddîn bitlîsî» yiş, hemû wiłatî «luřistan, kirmaşan, erdełan, mukirî, cinûbî řojełat û nîwey beşî cinûbî azerbaycan» hemû kurde, herweha herêmî «xûy, sełmas, wirmê û mako» yiş.

be corêkî tir: têkřa wiłatî kurdustan em şwênaney dagîr kirduwe: le řojełatewe pał eda be êranewe, yanê le xûzistanewe dest pê eka bo ’îraqî ’ecem û hemedan û zengan û tewrêz ta egate řûbarî aras le qewqasî cinûbî. le řojawawe egate «ayene» û «sîwas» û pał eda be «anadoł»ewe. le şîmalewe egate qewqas û lway «lazistan». le cinûbî şerqî û cinûbewe řîze xetêke le xûzistanewe dêt û egate «kêwî ḧemrîn» û bo «kêwî sencar» le deştî şam û lewêwe bo «girdidaẍ» ta eçête sinûrî eskenderûnewe.

 

em kurdustane ke bem core bas kira ebê be sê beşî gewrewe:

1- «kurdustanî řojełat» ke «azerbaycanî řojawa» û wiłatî «sine» û «luřistan» y gewre û biçûke.

2- «kurdustanî şîmalî» ke wiłatî «xerpût, dyarbekir, wan, bitlîs, erzuřom», beşê le wiłatî sîwas û nawçe şaxawîyekan le wiłatî «fars, erdehan» û «qeredaẍ» le qewqasî cinûbî.

3- «kurdustanî cinûbî» ke wiłatî «suleymanî, kerkûk, hewlêr, mûsił» ta «bedre» û «mendelî» wihendê le lîway «dyale»ye betewawî «xaneqîne» we.

panayî em kurdustane bepêy yaddaştê ke be desteweye «530000» kîlometrî çwargoşeye.

şarekanî kurdustan:

le êran: «hemedan, kirmaşan, sine, sełmas, xûy, sabłaẍ, seqiz, bane, serdeşt, şino, bîcař, wirmê, myandiwaw, kirind, sungur».

le ’iraq: «suleymanî, kerkûk, hewlêr, amêdî, zaxo, dihok, akirê, řewandiz, goye, pênciwên, hełebce, xaneqî, kifrî, ziřbatye, bedre, mendelî».

le turkya «mako, bayezîd, dyarbekir, qars, erzuřum, wan, bitlîs, erzincan, dersîm, cezîrey îbnu’umer «al’izîz», małte, mer’îş, urfe, exłat, mûş, mardîn, xuzat, me’den, başqeła»

le her sêkyana bêcge lemane şwênî tirîş heye.

 

kurdustan wiłatêkî şaxawîye, heta berew şîmal û řojełat biçêt her berz ebêtewe û ta egate kêwî ararat ke nizîkey pênc hezar pê berze, wirde wirde ke řû bikate cinûb û cinûbî řojawa nizim ebêtewe, kêwekanî şîmal hemû cengełistan û şîw dołe piřyetî le kanî û aw û dêhat. kêwekanî řojaway - zyatir ewaney beser sinûrî êran û turkyadaye - bêdaristan û berdełanin. înca heta berew kurdustanî řojełat biřwa dest ekatewe be daristan. kêwekan be zistan hemû serpoşî befir eden be sera, tenanet deştekanî řojawa û řojełatîş egrêtewe, le zor şwêna şeş mang befir le zewî daye. be hoy baran û befrewe zortir řûbarekanî řojełatî naweřast û xwarû lew pêk dêt, serçawey «dîcle» û «furat» û řoxanekanî tiryan le kêwekanî şîmalîyewe heł’equłêt, serçawey «qezil wezan» û «sîrwan» û «ełwend» û «qeresûr» û «kerxe» û «awdêz» le kêwekanî řojełatyeweye. emane hemû eřjêne xelîcî farsîyewe. tenya «aras» û «qezel wezan - sifîdřûd» nebê, eçne deryay qezwînewe. hemû wiłatî kurdustan -çi kêw û çe deşt- piřyetî le kip «kan», hînewt, asin, ałtûn, zîw, gogird, berd, qełayî, çîmento, poła, leḧîm, geç, qisił, dermanawî hemû core û gelê şitî tirîş.

kurdistan legeł eweşda ke şaxudaxe lepêş hemû şitêkda şwênî kiştukał û małate. betaybetî ew şwênaney ke hewakey sazgare bax û bêstan û hemû core darî beberî têda heye.

le kiştukała emaney heye: genim, co, birinc, peřşe, genmeşamî, zuřat, herzin, nok, nîsk, maş, kuncî, fasolya, lobya, tûtin, loke, petate, çewender, pyaz, sîr, temate û gelê şitî tir.

le mêweda emaney heye: tirê «be hemû çeşnekeyewe», gwêz, sêw, behê, hencîr, henar, hermê, qeysî, qox, tû, çwale, finq, zeytûn, hełûje, gêłas, bałûk, mêwij, sirîniçk, xirma, basûq û gelê şitî tir.

le małata emane bexêw ekirên: «esp, êstir, ker, ga, gamêş, meř, bizin». ew şitaney ke eynêrne derewe: «tûtin, loke, xurî, merez, mazû, beřû, gizgil, gezo, hengiwên, gwêz, mêwij, çwale, řon, penêr, hemû core pêstêk, ketîre, doşaw, mom, gyasalime, małat» û gelê şitî tirîş.

le pelewera: «mirîşk, mirawî, ’elîşîş, qaz» bexêw eken. bo řabûrdinîş «kotir, tawis, baz, kew».

le îşukara: «cołayî, qałî û beřekirdin, bozû, zeřingerî, tifengisazî, xencersazî, dartaşî, seřacî» û gelê şitî tirîş eken legeł cût û ga û geledarîda.