wişey kurd

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  4418 Dîtin

ewe bû le «destey dûhem: mêdîyekan û berdestekanyan»da witra wişey «kardixoy» wişey «gotî» kone û dûrkewtinewey zeman way lê kirduwe, tenanet serdemêk bem «kardixoy» yane ewtira «kutî» û «kurtî». emeşman bo derkewt ke «gotî»yekan yekêk bûn le qawmekanî zagros. «astirabun»y yonanî ke basî «atrupat - mad» kana qise le wiłatekeyanewe eka ełê: «şîmalî wiłatekeyan wiłatêkî kwêstane û hendê qewmî kwêstanî têdaye wekû «kadosî, emirdekan, tapûrekan û kurtekan». mebest bem «kurt» ane «kardixoy»ye.

dîsan yonanîyekan hemûdem be danîştûy wiłatî «botan» û «dûrgey îbin wi’umer» yan ewt «kirduxoy», goya wişey «xoy» belay ermenîyekanewe bo «cem’» bû wişeke betenya «kirdu»e. bepêy qisey «mînoriskî» le îniskilupîdyay îslamda mêjûnûsekanî yonanî em naweyan le kabrayekî yonanî bîstuwe lew wexteda ke «tîgran»y dûhem padşay ermenistan le sedey yekemî pêş mîladda wiłatî «kirduxoy» girt û padşakey kuşt û le 115y paş mîlad emîrêk le «kirdu’în» řast buwewe. ewende heye serkewtinî ermenîyekan lem nawçeyeda şitêkî wa nebuwe ke kar bikate ser qewmîyetekeyan.

«gezenefon» şagirdî «suqrat»y yonanî le geřanewey de hezar kesekeya le 401y pêş mîlad ełê: be wiłatî «kirduk»ekana têpeřîn, goya em nawey le ermenîyek bîstuwe û «k» le ermenîda bo «cem’»e û le şwên «x» danîştuwe, ke «k» ke labeyn «kirdu» emênêtewe.

mêjûnûsekanî ’ereb wişey kurd le «biqirdî» ya «biqirda» we ezanin. ya ełên: kurdî kuřî mirdî kuřî se’se’ey kuřî hewazin», ya «kurdî kuřî ’umerî kuřî mizîqya’», ya «kuřî ’amrî kuřî ma’alsima’». «tibrî» û «yaqûtî» û «abin asîr» wa ełên. mes’ûdîş hendê car ełê kurd le netewey kurdî kuřî esfendyarî kuřî menûçhirî pêşdadîye». hendêkîş ełên: kurd le «gurd»e, û gurd be manay pałewane.

îtir her kesê be corê qisey le wişey «kurd»ewe kirduwe. axir lêkołîneweyek ke ême lebarey wişey kurdida kirdiman bîrubaweřman hate ser eme ke:

wişey kurd her ew «kirduk» û «kirdu’în» û «kirduxoy» ya «kardixoy»ye ke «gezenefon» û «astirabun» tûşyan bûn, eme řewştêke le konewe hatuwe, her qewmêk wîstibêtî nawî qewm ya şwênêkî tir bênêt bepêy zewqî zimanekey xoy nawekey wituwe, wate zimanekey ew wişeye be çe corêk belawe sûk bûbêt bew core witûyetî, yonanîyekan bewe ke le ermenîyan bîstuwe «kirdixoy» - ca aya řast bûbê ya diro - her bew core leserî řoyştûn, dîsan geznefon ke gwêy le kirduk buwe, herwa pêwe çuwe, derdekey îstirabûn ke leser kirdu’în řoyştuwe. tarîx saẍî kirduwetewe û eyşîkatewe ke mebest bem hemû wişane qewmî kurd buwe, bełam le witnekeyda be hełe çûn.

wişey kurd le binaẍeda le «got»ewe hatuwe, gotekan ewe bû yekê bûn le qewmekanî zagros û pêş madekan kewtibûn. ke kewte dewrî padşayetî «tukultî - nîrarî» - padşay aşûr - nawî «got - gotî» bû be «got - gotî» û «kurt - kurtî». ew têkdaneş hemû dûrkewtinewey zeman way lê kird. dîsan lepêş îslamda be kurd ewtira kurt, betaybetî le karnamey erdeşîrî babekanda ke basî cengî erdeşîr û kurd eka, lemabeynî sedey şeşem û ḧewtemî pêş mîladda wişey kurdî be ziman û xetî pehlewî be kurt nûsîwe û em kurd be «kurt» kirdineş leber nizîkî şwênî dengî «t» û «di»ye, wekû ew nizîkîye êsteş le kurdîda her mawetewe be corêkî wa ke gelê car «t» ekirêbe «di» û «di»yiş ekirêbe «t», wekû ełê: «têm, dêm». ya «girtî, girdî». tenanet êsta meseleyek le kurdîda heye ke kurdekan da’enîşin lebeyn yekda û basî kurd dête pêşewe, be tûřeyîyekewe ełên: «kurd kurte» m, her çende ewan lew kate mebestyan eweye ke kurd leber ewe zor fîkir le şit nakatewe, tyaya ser nakewê û kurtî ehênê. bełam ehlî ’îlim û fîkir me’nay wa lê edenewe ełên: kurd ke le kurt wergîrabê û «kurt»yiş be zimanêkî kurdî yanê dirêj nîye û bê pişuwe û îşekey leme çatir nabê. emeş bełgeyek bû ke wişey «kurd» le «kurt»ewe wergîrawe û «kurt»yiş le «got» û gotîş nawî ew qewmey zagros buwe. emeş pêçewaney ewe nîye ke witra kurd le made, çunke madekan ke serkewn eçne ser «got - gotî».

emênêtewe ser «kirduxoy» ke wişey «xoy» nîşaney cem’ bû, em nîşaneye ke labra «kirdu»y emênêtewe, legeł «kirduk»ekey geznefonda yek egrêtewe, emîş «k» ke bo cem’e. «kardixoy» ş her «kirduxoy»e û «bor»y kafekeyan be «ser» xwênduwetewe. wirde wirde em «ser»e buwe be «e» û îtir bew core hatuwete xwarewe ta way lê hatuwe «e»eke buwe be nawaxnî wişeke legeł eweşda wa nîye.

ke wa bû ew «û» we ke le axrî «kirdu»da heye esłîye û le nûsînda ke xiraye pał wişey «sitan» wate «cê» ebê binûsrê, yanê binûsrê «kurdustan».