kurd û xetabe

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  1660 Dîtin

edeb wekû çon sûçêkî felsefeye sûçêkîşî xetabeye ca xetabe wextêk ebê be edeb ew wişane ke xetîb eyanxate ser kaẍez û be denge nêr û bê tirsekey eyanxiwênnewe ya wişekan le diłya bimênêtewe wekû çon le gwêy gwê girana deng edatewe û kar ekate ser ’eqłîyetyan, ya ewete eger ’eynî ew wişane nemênêtewe me’na berzekanî cêgeyekî way girtibê le diłî ew kesaneda ke eybîyen wekû agir ke tuxnî pûşû ekewê û şořşêk exate pûşuwekewe, ewîş ew şořşe bixate ewan. be corêkî têkřayî xutbey gelê le xetîbekanî ’alem her le zemanêkî konewe ta êsteş wekû dengî goranîbêjan çon hewa birdûyetî û naw û nîşanêkî lêwe nemawe, ewanîş bew core têkław le hewa bûn û nawwinîşanêkyan nemawe! çunke xetîb ew qise kereye ke ewestê û dest eka be qise kirdin û be hełřişitinî me’nay berz le qałbî wişey cwanda beser ew komełe ke boy řawestawin û gwêyan lê girtuwe, bêguman em core şitane her le zemanêkî konewe buwe, betaybetî le «esînaCih» pileyekî zor berzî wergirtibû, bełam leber ewe nûsîn le dunyada zor nebû qisey xetîbekanîş zor ne’emayewe. zor be giranî ew qiseyey ewan hełyan’eřişt beser xełka hemûy leber bikiraye û lepaşa bixrayete ser kaẍez. ełêm: lepaşa, mebestim paş zemanêkî zor dirêje, wirde wirde ke şaristanî zor bû lepêşa dengî xetabe lenaw îslamekana bû, înca kewte ewrûpayşewe, lewêda coş û xiroşêkî pêk ehêna. ke řewştî kobûnewe (aḧtifal) le ’alema peyda bû, xetabe hengawêkî tirî hawîşt, ke le parlimanekan le wiłate dîmukiratîyekana damezran, xetabe be carê pelî biławkirdewe. ke çapxane be xoy û řojname û govarewe kewte nawewe, xetabe geyşte çiłepopey berzî, boye geyşit çunkî xetîbêk le kongirîsêkda xutbey bo hezar ya de hezar kes eda, taqe řojnameyek be carê beser sed hezar kesda biławî ekirdewe, em xwênerane eger le hezar wişe tenya şořşî wişeyekyan werbigirtaye bo berizbûnewey payey xetabe ałayekî kem nebû.

xutbe sê core: corêkî eweye ebîsrêt bełam naxwênrêtewe, corêkî exwênrêtewe bełam nabîsrêt, sêyem yan eweye ke karîgerîyekey çaw têr eka û gwêçkeş piř eka. wate: exwênrêtewe û eşbîsrêt. yekî wekû «giladsitun» xutbekanî xoy ke exwêndewe agirêkî ekirdewe, ke çap ekira le asnî sard sarditir ebû. «edmendibîrkKes» ney’ezanî xutbe bida ke eçuwe parlimanî îngilîzîyewe kê le hemû kes bêzmantir bwaye, beserya zał ebû, ke çî le katêka ke çap ekira agirêkî exsite ’alemewe. «pîremêrdKes»y şa’îr û edîbî kurd her bem core ke ehate qise kirdin demî beyeka ehat, bełam ke edeb û xutbekey çap ekira agirî le diłî berdida ekirdewe!

eme herwa ser û purtêk bû le basî xetabe, be corêkî têkřayî, bêyne ser basêkî taybetî bo kurd:

xetabe le kurdida mêjûyekî nîye, boye nîyetî çunke ême qise le xetabey kurdî petîyewe ekeyn le mêjûy edebî kurdîda. kurd ta seretay sedey bîstem her meydandarî û neberd û suraxêkî bibê ba lejêr çawdêrî turkida buwe ya hî fars. encamî syasî emane mawey nedawin ke şi’ûr bewe biken xutbe be zimanî kurdî eguncê bibê. emênêtewe ser ewe ke komełêkî kurdî petî bûbêtin û le meydanêkî şeřa řawestabin û serkerdekeyan hestabê bo hanehanedan yan hendê qisey bo kirdibêtin. emeş carê ew kese le řûy ew şi’ûrewe em qisaney nekirduwe ke eme xutbe eda, duwem leber ewe xwêndewarî le nawa nebuwe, ew qisey ke kirdûyetî herwa řoyştuwe. hendê şwênî tirîş buwe ke xetîb xutbey têda dawe, wekû ewe çûn bo ẍeza, ew xetîbe bełê qisey bo kirdûn, bełam piřî kirduwe le ayetî qur’an û le ḧedîs û le qisey ew pyawçakane ke be zimanî ’erebî qiseyan kirduwe, eweş le mebestî ême der’eçê, çunke ême xutbey xetîbêkman ewê ke be zimanêkî kurdî petî le şwênêk westabê, komełeyekî nexwêndewarî be zimanekey xoyan tê geyandibê. bêguman emeş karesatî řozgar boy řêk nexsitûn, egîne kurdîş lew dewraney pêşûda xetîb be me’nakey êmey têda hełkewtuwe.

bełam le seretay sedey bîstemda betaybetî lepaş şeřî «1914-1918» kurd le çaw ew hemû paşkewtûtîyeyşda, her core hengawêkî hawîşt bo xutbedan û zyatir lew kurdaneşda ke kewtibûne xakî ’îraqewe, xetîb le mana zyatir hełkewt ke bitwanê le komełêkî gewreda dest bika be qisekirdinêkî agirînî kurdî bîxate ser kaẍez. herweha le kurdekanî mukiryanîşda em suraxe ebînrêt. lem dewrî dwayîyeda le seretay «mîcersonKes»y îngilîzî bo suleymanîCih be dwawe, lew şare bepêy nawçe gelê xetîbî berz berz hełkewtûn. le bergî duwemî em kitêbeda basî ewan û hînekanî sabłaxCih -ke em dû şwêne serçawen- ekeyn.