kurd û felsefe
mêjûy edebî kurdî bêguman ebê aşnayetîyekî legeł felsefeda hebê, boye heyetî çunke edeb be têkřa yekêke lew liqane ke le felsefe bûnetewe. bełam eme eguncê ke ême bênîn nawî felsefe le kurdîda bihênîne nawewe legeł eweda ke řexnegir ełê: kurd ta êste edebêkî aşkiray nebuwe, îtir felsefe çon ebê demî bo bibrê?!
eme ełê, bełam êmeyş ełêyn: felsefe ’îbarete le bîndirêjî û řoçûn le xeyałatî maddîda. kurdîş emey hebuwe, ca eger ew řoçûne û ew tefkîre bexêw nekirabê eme ewe nageyenê ke felsefey nebuwe. serçawey felsefe şerit nîye ke leser şi’ûrêkî ’îlmîyewe serî hełdabê, bełam şerte ke qûł bêt û xeyałatî berz hełgirê, ke ’îlmîyet tya şerit nebû qise sawîlkeyek ke pyawêkî deştekî le řûy şi’ûrêkî sadewe kirdûyetî, eger to le barêkî ’îlmîda le binc û binawanî qisekey bikołêtewe, temaşa ekey serçawekey eçêtewe ser felsefe û ke çî kabra xoyşî ne zanîwye felsefe berî be kwêyeweye, ne zanîwyetî ’îlim çîye?!
lepêş eweda ke bas le felsefey kurdîyewe bikeyn pêwîste tozê lêy bikołînewe bo ewe le axra boman derkewê ew qise û fîkirane ke kurde deştekîyeke kirdûnî xałî nebûn le felsefe.
serçawey felsefe yonane, emeş lepaş ewe ke efsane bûnewe xêyan daye ewe be dewr xeyałe wird û têfkirane bisuřênewe ke legeł «zewahêr» y wekû hewa û asman û řoj û ew şitaneda aşnayetyan heye, tenanet wayan lê hat eger le bazař, ya naw kołan tûşî yek bibûnaye qise her qisey felsefî bû. ew bîrubaweřane ke yekêkî wekû eflatûnKes ya erestûKes deryanbiřîwe newek lew wextewe ta êsta bełkû le êstewe ta gelê wextî tir ’îlim xizmetî felsefe bika -wekû kirdûyetî- nagatewe bewan legeł eweş her şitêk bikat her xizmetî felsefekey ewan eka. seyr ekey suqratKes da’enîşêt û merdim be dewrya ko ebûnewe yekê pirsyarî ekird, yekê wiłamî we ři’egirtewe, yekê berberekanêy ekird û yekê řêy bo řûn ebuwe. lemane hîç tûře ne’ebû bełkû le serî eřoyşit ta eygeyande ew şwêne ke be danîştuwanî eselman: ew kisane daway ’îlim eken hîçî lê nazanin, eygeyande ew şwêne ke genc ebê xoy fikir bikatewe bo ewe şit bizanê newek her wekû kwêr bikewête şwên xełkî!. herweha eweşî pê ewtin ke em xoy hîç nazanê bełkû em şitane ke eyłê ḧîkmetêk û dengêkî nihênî pêy ełêt. we dûr nîye ew denge le layen xwawe bêt. ew keseş ke payeyekî ’îlmî bibwaye lenaw merdimda le qisekanî bigeyştaye ya negeyştaye eyut eme zindîq û kafre. ta le axra sê kes lew gewrane leberdem qazîda buxtanyan kird be suqrata ke eme eqłî genc têk eda û înkarî xwa eka û pelamarî yasay ḧikumet eda. îş way lê hat ḧukmî besera dira be kuştin be zehir xwardinewe leser em ḧaleş lew kateda ke zehrekey xwardewe her le suqratî feylesûf nekewt, her lewe nekewt ke qise le nefis û lemanewey nefis bika.
qise û basekey suqratKes û eflatûnî şagirdî -ke şagird berberekanîyekey xoy legeł mamostaya û pirsyar lêkirdinî û wiłam wergirtinewey hemûy nûsîwetewe û be «esîna»da egêřa- parçeyeke le edebî here berzî nimayey, hîç sûçêkî xeyałyan nehêştuwetewe ke fîkirî wirdî însanî bo çûbêt û neçûbêt ewan qiseyan lêwe nekird bêt. tenanet «binyamîn gofît» edebî gewrey îngilîz ke qise û basekanî suqratKes û eflatûnî kirduwe be îngilîzî ełê: «bêcge le fîkirey gawrî hîç fîkirêkî kon û tazey însanî nîye ke lewda nebêt» hendê lem bas û xwaseş le layen «ḧina xibaz» û «zekî necîb meḧmûd»ewe kirawe be ’erebî, yekemyan «alimcihûrye» duwemyan «alḧawrat». dû fîkirey berzî têda heye ke şayanî bas kirdin û kełkilêwergirtin bê, ême bekurtî lêreda eyłeyn yekem:
baweřî suqratKes ke ełê: «fezîlet ’îlme û řezîłe cehle» wate însan xirape naka mege le řûy nezanînewe nebê, eger şit bizanê hergîz tuxnî ew xirapeye nakewê. tenanet lew kateda ke pêyan wit fiłan û fiłan ewa dên zehreket bo dênin û etkujin! her witî: «gwêyan medenê çunke ew şitey eyken nayzanin» fîkirey berzî duwem le «miḧawrat» dîsan fîkirey suqrate ke ełê: «em şitane û em ’aleme ke ême eybînîn eme şêwey ’almêkî tir nîşan eda ke hêz û qeway ew ’alme bîr û baweřî ’eqlyeye. her şitêk ke ême eybînîn lêreda ewe tapoy fîkireye ke lewêy; eger to însanêkî cwan ya gułêkî cwanit xoş wîst ewe le řastîda wa nebê ew fesałey ewanit xoş bwê bełkû ewe fîkirey cwanyeket xoş ewê ke çuwete pêstî însan û gułewe. ewîş newek lew taqe însane ya lew taqe gułeda bełkû le cinsekeda. ca a’eme tozêkî zor kurt bû le xoşewîstîy eflatûnî (aliḧb alaflatunîErebî). bełam ewey ke tozê dirêjtir bê le barî felsefey ewanda sê şite: qisey «cimhûrî», qisey «difa’», qisey «mi’edbe». le cimhûryetîda basî ewe eka ke ḧikumetî berz eweye fîlsûfêkî fîkir tîj hełîsuřênê û bîxate jêr destî xoy wekû çon eqił leş heł’esuřênê ewîş ebê wabê. le difa’da ew qisaneye ke suqratKes leberdem qazîda be felsefe dîfa’î le nefsî xoy ekird. le me’debeda dastanêkî dûr û dirêjî le xoşewîstî eflatûnî ke lew peřî cwanî û naskî te’bîr daşt exate ber çaw.
lepaş eman «erestûKes» hat liq û popî felsefey be corê biław kirdewe ke ta sedey ḧevdehemîş lenaw feylesûfekana nawî erestûKes her feylesûfî řût bû îtir nawekey xoy le fîkir çûbuwe. be corê destî kêşa be ser baweřî merdima ke hîç feylesûfêkî tir ew payey nebû. heta le pyawanî řapeřîn «nihizة» peyda bûn; le ferense wekû «dîkarit» û le îngilîz wekû «bîkun» le îslamîş wekû «ẍezałî» kirdyan be hera le erestûKes wityan «hemû kes heqî ewey heye ke fîkir bikatewe û fîkir kirdinewe sinûrî bo nîye». legeł ewe erestûş wa nebê em řêgeyey le merdim girtibêt! çon eygirêt?! ewey ke ew pyawe bêt û xawenî ’eqłêkî tewaw ’almêkî wa bêt le hemû şitê bikołêtewe ta eybatewe ser řeçełekey, îtir çon řê le xełk egrêt, bełam peyřewî karekanî be dirêjayî ew sałane wayan le merdim geyand ke erestûKes mamostay yekeme û hemû şitêk ew witî gêřanewey bo nîye, em baweřey ewan tozê esłî fîkirekey ewî têkda.
erestû le seretada derzî le eflatûnKes wer’egirt bełam le dwayîda lêy cya buwewe. zyatir ew şite ke tyaya cya bûnewe «’alemî ’eqłî» bû. eflatûnKes ełê: ’alemî ’eqłî ya fîkirey «misil» heye we şit leser nimûney ew dirûst ebêtewe. wate wekû gya çon leser bincî xoy eřwêt, şitîş leser tûy xoy peyda ebêtewe. eflatûn be xeyałe berzekey perdey «madde» edřê wilay eya bo ewe le pişt ewewe efkarêkî řût bibînêt ke em efkare bewewe bo şit wekû binçîne wabû bo sûret bełam erestû ełê: şit ewey eynêrî û berdest ekewê, em şitane ke ême eyanbînîn emane le zatî xoyana ḧeqîqtêkin û le pişt emanewe hîçî tir nîye; wate «mi’anî micirde» hîç wicudêkyan nîye eme tenya eqłêkî însanîye û hîçî tir.
ca aya mêjûy edebî kurdî çê ewey le felsefe û çe aşnayetêkî legeł felsefeda heye betaybetî felsefey eflatûnKes û erestûKes?! wekû witra: leber ewe ke felsefe be me’na řoçûne le mesa’êlî wird û zanînî serçawey şite legeł xeyałbazî kirdinda ebête liqêk le leq û popî edeb we boyeş qise le erestûKes û eflatûnKes û suqratewe kira çunke ewan dahênerî felsefe bûn û ewan bûn ke ew ’îlmeyan hênaye nawewe pêwîst bû tozê leser çawey efkarekeyan bizanrêt. êste min ya ême ewe nałeyn ke kabrayekî kurdî deştekî nexwêdewar berberekanêy yekêkî wekû suqratKes ya erestûy kirduwe le fîkir û baweřda çunke ew kabraye ne nawî erestûy bîstuwe we ne zanîwyetî ’îlim çîye, betaybetî ’îlmî felsefe, bełam etwanîn ewe biłêyn ke nawçey kurdewarî xak û awekey lewane buwe pyawî wa pê bigeyenê ke qisekanî -ew qise sawîlkane ke eyka- bonî felsefey lêwe bêt ya xoyşî hîçî lê tênega.
kabra ke witûyetî «gya leser bincî xoy eřwêtewe», bełê ew herwa be pêy ’eqłî xoy le deştida çawî pêkewtuwe ke gya nařwêtewe ta le pêşa řîşe û tûy bincêkî nebê lepaşa qisekey kirawe be mesel bo ewe ke hemû şit ebê biçêtewe ser řegezî xoy. bełam em qise sawîlkeye eger bêtu berawirdî legeł qisekey eflatûnda bikirêt ke ełê: «’alemî ’eqlî heye û şit leser nimûney ew dirûst ebêtewe» wate hemû şit wêneyekî heye, wekû çon awêne wêne edatewe, mewcudatîş awaye em eçêtewe ser ew û ew eçêtewe ser ew ta le dwayîda egatewe fîkirêkî řût ke em fîkireş le zatî xoyda mewcûde, mebestekey eweyeke «madde» kone. meseley bince gyakeş hîç cyawazîyekî nîye legeł fîkirekey eflatûnda çunke ke witit gya leser bincî xoy eřwêtewe ebê bincekeş leser bincêkî tir û her bew core biřwa ta egatewe ew şwêne ke «madde»ye û lêreda ḧukim be konî made ekirêt. ke wa bo ew gyaye ke êsta to berçawit ekewê ewe wêneyeke le maddey ḧeqîqî ke melayîn sałe be milyon milyon bincêkî tir. bełam leser qisekey erestûKes wa nîye ełê ew gyaye ke to êsta eybînî her eweye û ebřêtewe. qise her qiseyek bibêt felsefey em kurde deştekîye lem meseleyda şan eda le şanî felsefekey yonan.
dîsan ełê: «ewey cewan le awêneda eybînê pîr le xiştî kada eybînê». řaste ew kesey em qisey kirduwe eqłî her ewende be sawîlkeyî biřî kirduwe pîr cwan le yek bikatewe beweda ke pyawî pîr dunyay zor dîwe û şitî zor taqî kirduwetewe eger îşêk hate pêşewe ba zor tarîkîş bêt leber dunya dîdeyîyekey her eyzanêt, bełam pyawî cwan leber ewe germ û sardîyekey le dunyada nedîwe le şit naga ta wekû wêney naw awêne boy řûn nebêtewe. hatuwe ew şitey pîreke eybînê kirdûye be şitêkî nadyarî û tarîkî wekû xiştî kał, xişt hîç wêneyek nadatewe dwawe. we hî cwanekeşî kirduwe be şitêkî dyarî ke wêney awêneye û be puxtî der’ekewê. bełam eger lêkołîneweyekî ’îlmî bikirêt berzîy em qiseye gelê gelê le jûr ew arezuweweye ke ew kirdûyetî:
goya eger man’ay lê bideynewe leser baweřî em «madde» kon nîye bełam şitêkîşî le kon negeřawetewe. her karesat û kirdeweyek ke řû eda lem kewneda wêney karesatêkî tire wekû xoy, tapuwekey le hewadaye, ewîş wêney yekêkî tire û ewîş hî yekêkî tir ta eçêtewe ser řegezî esłî ke eqłî deyemîne, eqłî deyemînîş belay emewe ’adete; em pyawe pîre ewendey şit bînîwe ke her yeke wêney yekêkî tir buwe ta geyandûyete ser eqłî deyemîn. êse eger kitupir şitêkî tirî çaw pêkewt pêwîst bewe nîye çaweřêy ewe bika ta wênekey bibînî, bełkû xêra eybatewe ser řegezî xoy hîç perdeyek le beynyana nahêłêtewe. bełam cwaneke pabendî perdeye, leber ewe karesatî nedîwe le ḧeqîqet tênaga, şit leber çaw ewewe hemû wêneye bo şitî tir. ke wa bû leser em qisane ewe derkewt ke «madde» ’adete belay hendê kesewe ke pyawe pîrekeye, kone belay hendêkî tirewe ke cwanekeye. ca emênêtewe ser ewe ke kabra le řûy em şi’ûre ’îlmîyewe qisey nekirduwe eme şitêkî tire, mebesteke eweye efkarî kurdî efkarêkî felsefeye.
carêk kabrayek amojgarî kuřêkî xoy eka pêy ełê: «řołe! bîgêje, bêbêje, bêwêje». em kabraye kabrayekî koçerî buwe, ne dîwexananî dîwe ne qutabxanan û ne ’îlim û dastanî řabirduwan, aya em qise berzey le kwê derhênawe? ke ełê, řołe eger wîstit qise bikeyt lepêşa qiseke wekû çon genim eyken be kew «seren»da û eygêjnewe lepaşa eyken be «bêjeng»da û eybêjnewe û puxte ebê, toş qiseket awa puxte ke û ew wexte bîłê. dey eme bêcge lewe ke pyaw biłêt nawçe û hewa û aw û xakî kurdewarî daway em core şitane û em çeşne qise berzane eka hîçî tir be destewe nîye. dîsan eme bêcge lew ’almane ke le kurda hełkewtûn û hemû le barêkî ’îlmîda le felsefe û ḧikmet kolîwyanetewe û be hezaranî wayan hebuwe ke xoyan le ḧikmet û felsefeda bîreweryan heye û gelê kitêbîşyan leser danawe. bełam ême leme nadwêyn; yekem leber ewe çunke hoy xwêndinewey felsefekeyan geyanduwete ew payeye, duwem ke kitêbîkyan leser danawe û bîr û baweřyan derbiřîwe hemû be zimanêk buwe ke ẍeyrî zimanekey xoyan buwe!. legeł emaneşda qełem her be nazewe ełê pyawanî wekû «ebû ḧenîfey deynewerîKes, ḧesenî kuřî necay feylesûfKes, meḧyeddin xełatîKes, eḧmed kuřî ḧeyderKes, řesûłî zekkîKes, ’elî kuřî zekîKes, muḧemmedî kuřî řesûłKes, mela şerîf kuřî mewlana yûsifKes, şêx muḧemmed qesîmKes, şêx ’ebdulqadrî mehacirKes û mela ’ebdûřřeḧmanî řojbeyanîKes» le kurdida hełkewtûn le felsefe û ḧikmetda estêre û danrawekanyan edrewşêtewe. eme nimûneyek bû egîne eger nawî ’ilmay kurd hełbidřî gelê kitêb piř ekatewe legeł eweş ke beşî here zoryan leber nenûsînyan nawekanyan legeł leşekanyana çuwete gořewe!