pendî pêşînan
kurd le layen pendî pêşînanewe edebêkî berzî heye; pendî pêşînan ’îbaretin le çend qiseyekî kurtî kurdî pêkewe nûsênrawin, me’nayekî berzyan têdaye. le zemanêkî zor konewe kewtûnete ser zimanêkî kurdî, çonyetî jyan û řewişt û bîrubaweřyan -çe le barî syasî û komełayetî, çe le barî řewştî xêzanî û keyn û beynî jyanî têkřayî, çe le barî dewłemendî û hejarî û payey dunyayîda- pîşan eden.
le pendî pêşînanî kurdîda we nebê ḧikmet û edeb le koşkêkî gewreda dabřijêt û înca wirde wirde ser bika be jûrekanî koşkekeda, wate: we nebê ḧîkmet le qa’îdeyekî ’ammeda bas bika û înca cuz’îyat dabgirêtewe, bełkû çakîyekey ke şitêkî biçûk ełêt, bełam etwanrê gelê şitî zil û gelê karesatî pê bişubhênrêt. herweha ke seyrî em pendane ekirê pyaw way berçaw ekewê ke le koxêkî terîk le awedanîyewe serî hełdawe û hîç şaristanêkî nedîwe, ke çî bo çonyetî şarekeş zor be puxtî eguncê. lêreda tozê legeł pendî pêşînanî «’îbrî»da lêk nizîk ebnewe.
dahatnî pendî pêşînan le wextî xoyda serçawekey eme buwe ke: kabrayek karesatêkî çawpêkewtuwe, qiseyekî bepêy ew karesate kirduwe, qisekey demawdem çuwe û mawetewe û buwe be pendî pêşînan, lepaş ewe her şitêkî tir řûy dabêt -ke legeł serçawey pendekeda tozê aşnayetîyan bêt- xêra ew pendey bo ewtirê. mesela le wextî xoyda kabrayekî dewłemend kuřêkî buwe zorî xoş wîstuwe, em kuře tałî û swêrî dunyay neçêştibû, bemla û bewlada em małî bawkey xoy biław ekirdewe. bawkekeş bêcge le amojgarîkirdinî diłî ne’ehat hîçî tirî legeł bika. yekêk lew amojgarîyaney ke kirdî pêy wit: řołe le xořayî em małe be dar û berdida mede «řojan řojî le dwaye». wate: hemû řojê to leser em xezêneye nabît, pişt be dunya nabestirê, gelê řojî naxoşî leşwêne. qisekey bû be pendî pêşînan û biław buwewe. îtir her şitêk wekû em karesate bê em pendey bo ewtirê.
zewqî kurdî le pendî pêşînana pêwîstî bewe nîye ke serçawey bas û xwasî hemû pendekan bizanît, ke çî buwe û çî nebuwe, her ke serey qiseyek hat, qiseke eka û pendêk ke aşnayetî legeł ew qiseda hebê legełî dênêtewe.
dîsan eme şitêke lew şite taybetîyane ke her le kurdida heye, kurd zor pabende be pendî pêşînanî xoyewe, her kurdêkî řemekî ya şarî, xwêndewar ya nexwêndewarit berçaw ekewê, her ke çwar qisey kird, xêra le beynyana pendêkî pêşînan dênêtewe bo ewe bîka be piştîwanî qisekey xoy, ełê: «pêşînyan wayanutuwe...».
le kurdida nexwêndewarekan zortir pabendin be pendî pêşînanyanewe ta xwêndewarekan, emeş suraxêkî bo ewe ke pendî pêşînan cewher û binaẍey zimanekeyane, boye zewqî kurdî petî çaktir legełya řêy ekewê. kurd legeł em pendî pêşînaneyana hendê qisey nesteqîşyan heye le basî «kurd û felsefe»da basî ew’ekirêt.
pendî pêşînanî kurdî -wekû şitekanî tiryan- lejêr perdey gwênedana mawnetewe û destî çap neyangeyştotê, tenya dû namîlkey lê çap kirawe, yekê lejêr nawî «qisey pêşînan gustaw lobon» y mamosta «îsma’îl ḧeqî şaweys» ke le çapxaney «eytam» le beẍda sałî 1933 bo carî yekem le çapî dawe ke 613 pende. duwemyan lejêr nawî «hezar bêj û pend» le layen mamosta «me’rûf cyawwigewe» ko kirawetewe û le çapxaney «necaḧ» le beẍda sałî 1938 bo carî yekem le çapî dawe, emîş hezar pende. le govarî «gelawêj» yişda bere bere 392 pend çapkirawe. herweha le govarî «dengî gêtî taze» û «dyarî kurdistan» û «dyarî lawan» yişda nizîkey 150yekî lê çap kirawe. ewende heye emane le yekyan wergirtuwe, wa nebê hemûyan cya bin. wa heye pendêke û le hemûyana nûsrawe. dîsan «pîremêrd»yiş 6448 pendî her yeke be şî’rêk le řojnamey «jyan» û «jîn»da biław kirduwetewe.
leber ewe ke witra pendî pêşînanî kurdî yekêke le binaẍey behêzî edebyatî kurdî, çend pendêk dênmewe legeł baskirdinî mebestekeyanda bo ewe ke yekê çawî be mêjûy edebî kurdîda xişand, lem řuweşewe boy derkewê ke zewqî kurdî ta çe payeyek jîrîy xoy derbiřîwe û geyştuwete çe şwênêkî edeb:
1- «destêk netwanim bîbiřim maç ekem» mebest eweye pyaw nabê hemû car kelleřeqî binwênê.
2- «be qisey xoş mar le kun dête der» wate pyaw be zimanî şîrîn etwanê beser hemû kospêkda zał bê.
3- «banêke û dû hewa!?» eme le sersamîyewe le şwênêka ewtirê ke cyayî lebeynyana nebêt, ke çî cyaş bikirênewe. serçawey em pende eweye ke jinêk kuřêk û kiçêkî buwe, jinî bo kuřekey hênawe û kiçekeşî dawe be şû. şewêkî hawîn hemûyan leser taqebanêk nûstûn, le nîweşewa hestawe çuwete ser cêgey kiç û zawakey lêfekey dawetewe be seryana û daypoşîwin û witûye: řołe sarde sermatan ebê. înca çuwete ewlawe bo ser cêgey bûk û kuřekey, seyrî kirduwe pêkewe nûstawin, lêkyanî kirduwetewe û lêfekey leser ladawin û witûye: řołe germe le germana epîşin, eme çîye wa xotan nûsanduwe pêkewe?! bûkekey agay le her dû karesateke buwe û witûye: hey hey «banêke û dû hewa»!.
4- «kutek ezanê qonaẍ lekwêye» mebest eweye îşêkî kirduwe her çend be xoşe legełî xerîk ebin řastî nałê, lepaşa dest eken be lêdanî û ew wexte be naçarî derî ebřê.
5- «ke zor bû qewałe betałe» qewałe kaẍezê ke tyaya enûsrê ew miłke ya ew zewîye hî fiłan kese, ke emey hełgirt ew miłke be hî ew enasrê. mebest eweye zor leser hemû şitêkeweye, ke zor bû qewałe û şite hîç naka.
6- «bo řîş çû, simêłîşî naye serî» mebest eweye yekêk dest bo îşêk eba ke çî lebatî ewe qazancî tya bika, zyanî tya eka, emey bo ewtirê.
7- «zoremlê mil şikanî ledwaye» mebest eweye pyaw ebê îş be pişû û hêmnî bika.
8- «gya eweye be demî bizin xoş bê» mebest eweye be hemû îşêk nałên çak.
9- «şwênî şêre û řêwî gêrey tya eka» eme bedaxewe le şwênêka ewtirê ke lepêşa pyawê bekar xerîkî îşêk bû bêt û êste ew nemabêt û yekêkî bêkare dest bida bew îşewe.
10- «dar be pwazî xoy nebê naqłeşê» mebest eweye eger qewmêk xoyan binçîney yek dernehênin kes pêyan nawêrê.
11- «gya leser bincî xoy eřwêtewe» mebest eweye hemû şit eçêtewe ser řegezî xoy.
12- «qedrî mang nîye ta negate şew» wate: pyawî zana wextê der’ekewê ke le şwênêk bêt nirxî zanînekey bizanrê.
13- «çî biçênî ewe edrwîtewe» wate: le kirdewey çak çaket dest ekewê û le hî xirap xirapeye.
14- «nan bo nanewa û goşt bo qesab» wate: ebê her kes be îşî xoyewe xerîk bêt, eger yekêk destî daye îşêk ke serřişitey tya nebû le kełkî exa û îş têk eçê.
15- «ke şîrit weşand ebê qełẍanit pê bê» mebest eweye pyaw nabê herwa bizanê ke dest eweşênê, ebê eweşî aga lê bê ke destîşî lê eweşênin, ca ebê be amadeyî biçête meydanî îşewe newek le nîwey řêgeda pekî bikewê.
16- «swar heta neglê nabê be swar» mebest eweye pyaw byewê biga be şitêk ebê tenguçełemeşî bête řê.
17- «şeř le şêf û aştî le xerman» (şêf: werd) wate: îş ebê le seretawe yek layî bikirêtewe.
18- «çem bê çeqeł nabê» mebest eweye her qewmê to bîgrî xirapî her têdaye.
19- «çepłe be destêk lê nadrî» mebest eweye yarmetî lebeyna nebê îş naçête ser.
20- «asnî sard be fû germ nabê» mebest eweye her îşê ke destî diraye ebê pyaw xoy bo amade ka û çî bo ew îşe pêwîste bîka.
21- «kêwêk eřûxê kendełanêk piř ebêtewe» eme be axewe ewtirê. mebest eweye yekêkî gewre lenaw eçêt bo ewe yekêkî hîç û pûç ser hełda.
22- «her dewene û ebê be dar» mebest eweye pyaw nabê dujminî biçûk be hîç bizanê.
23- «le ḧîzî cûtyare ga kawêj eka» mebest eweye eger serdarî îş serdar bê, dest û peywend natwanin xirape biken.
24- «boye pêt ełêm kake çolekem bo bigrît» mebest eweye wextê etwanî merdim bixeyte jêr bar û byankey be aşnay xot ke çaket boyan bibêt.
25- «sał be sał xozge be par» mebest eweye îş heta eřwa belay xirapewe eřwa.
26- «qise kewte zarê ewête şarê» (zar: dem) mebest eweye ke pyaw nabê nihênî der biřê.
27- «swar espî xełk bît her pyadeyt» mebest eweye pyaw nabê çawî le małî merdim bê.
28- «berx her lenaw kozda namênê» mebest eweye pyaw pabendî gořane.
29- «qel be qelî ewt řûřeş» mebest eweye pyaw ebê lepêşa temaşay xirapey xoy bika înca hî merdim.
30- «ewî le mişk bê cewał edřê» mebest eweye weçey xirap her ekêşêtewe ser xirape.
emane herwa nimûneyek bûn le pendî pêşînanî kurdî. pyaw ke seyryan eka xêra boy der’ekewê ke lebeyn çwar dîwarî şiřewe seryan hełdawe, bełam le layen man’awe hemû kes danî pêda enê ke çende berzin û çon beser hemû şitêkda -ke her tozê aşnayetî lebeynyana bê- serewnxûn ekirênewe? we çon ew wişane ke bekaryan hênawin hemû be corêkî sade xistûyanete yek û hîç gîr û giriftî têda nabînrê?