edebêkî řûtî kurdî
ke ełêyn edebêkî řûtî kurdî, mebest eweye hîç şitêkî tirî têkław nebûbêt û nebêt. edebî qewmêk wekû temaşay cwanî wişekey ekirê, temaşay berzî me’nakey zortir ekirê. newek her ewende, bełkû edeb tenî me’naye, çunke wişe bo me’naye. gelê wişey wa le hemû zimanêka heye le řwałeta seyr ekey ke pyaw eyłêt be cwan dête berçawî, bełam ke seyr ekey hîç me’nayek nabexşê û be piřupûç da’enrê. şî’ir boye pêy ełên edeb, çunke me’nay berz û xeyałî wirdî têdaye, ke wa bû her şitêk ew berzîyey têda bû, ewe edebe.
edebî kurdî lepêş dahatnî şî’irda le řîze qiseyekda ke le zarî hendê pyawî nexwêndewarî dûr le şaristanewe derhatuwe û betewawî legeł ḧeqîqetda yek buwe, lepaşa dewrî şî’rî be sera hatuwe -ke şî’ir belay xeyałda eřwa- emane herkamî bigrît; çe edebî ḧeqîqî çe edebî xeyałî, her dû layan man’a le şi’ûrî xawenekeyan edenewe ke ewanîş bûn be řengî qewmeke û deng edenewe.
em qiseye ewe be ême pîşan eda ke edeb be corêkî têkřayî te’bîrêkî cwane le ’atîfe û le arezû û le şit. sereřay emaneş ew kesane ke le kurdida peyda bûn û paşmawekeyan bo ême bû be edeb û eygirîn be destewe dû cor bûn, ca çe xwêndewar bûbêtin çe nexwêndewar qisekeyan kewtibête ser kaẍez ya nekewtibê corêkyan her meylyan belay tebî’etewe buwe, wate: le basî guł û jyanî ladê û zewî û zar, lewe bew lawe neçûn, yekêk lem kesane eger wîstibêtî be serubałay şitêkda bêt çî be diła hatbê ke be fîkirî xoy şayanî ew şite bûbêt, witûyetî û te’bîrî le xeyałekey xoy dawetewe, beranber bew şitewe çe core wişeyekî boy pesend kirdibêt ewey wituwe, îtir be teng ewewe nebuwe ke ew kese gwêy lê egrê ya eyxiwênêtewe, lêy têbga yan tênega. ew ewendey mebeste ciłew bo xeyał bereła bika, ba ew xeyał û wişane beriztirîş bin le mewsûfekey her be tengewe nîye! eger seyrî em qiseye bikirê, kabra hîç şitêkî le ’atîfewe nenûsîwe ya newtuwe, ke çî eşłê şitekem edebe û edebîş aletêke bo te’bîrdanewe le ’atîfe.
ca em core kesane eger nûser bin pêyan ełên: «nûserî îbtîda’î» ya be kurdî biłêbin: «nûserî serbexo». ya dahêner. corekey tiryan eweye her belay geme û gałte û belay pyahełutna (hîcada) çuwe, eyewê edebekey bibê be edebêkî fêrker û xawênkerewe, eyewê basî jyanî naw şar bika newek hî ladêyî. we basekey legeł şitekeda zortir aşnayetî heye ta legeł diłî xoyda, we eger xwêndewar bêt û şitêk binûsêt eyewê şitekey bibê be derz û eqłî têda bika be ḧakim. em coreş dîsan eger nûser bin pêyan ełên: «nûserî îtîba’î» ya be kurdî biłêyn: «nûserî şwên hełgir». leser em qiseye zortir le kurdîda ew kesane ke edebekeyan pexşan (nesir) buwe, ca kewtibête ser kaẍez ya nekewtibê edebî îtîba’îye. ew kesaneş ke şî’ir buwe edebêkî «aybitda’îErebî»ye.
înkar nakirê ke edebî pexşan le dewrêkî konewe lenaw kurdida hebuwe, ba neşnûsrabêtewe, demawdem her gêřawyanetewe. emeyş ke eyłêyn wa nebê edebî çîrokî ya pendî pêşînan bêt, çunke çîrok dastanêkî meylew efsaneye, eguncê binaẍeyekî her nebûbêt û dest hełbest bêt, pendî pêşînanîş řîze amojgarîyekî kurt kurtin ke hîçyan bîst wişe piř nakenewe. bełam em edebî pexşane şitêkî waqîqîye, hem me’nakey berze û hem wişekanî cwane, hem perdey dewrekeyş egêřêtewe. bo nimûne ême lem şwêneda edebêkî pexşan -ke hîç yek lewaney pêşû nebêt- eyxeyne berçaw:
«carêk sê kabray kurd eçin bo şwênêkî dûr bo kasbî, çend sałêkyan pê eçê û her yeke sî dirawî ew dewre peyda eken û egeřênewe bo wiłatî xoyan. dunya zistan ebê, şewê řêyan lew zistane ekewête gundêk wi’ebin be mîwanî małêk. zor mandû ebin, dûyan xewyan lê ekewê, yekêkyan her çende eka leber pejare xewî lê nakewê. heł’esê eçête gwêy agirdaneke ke xawen małeke řîşe sipîyekey şoř kirduwetewe be serya emîş wekû ew kizołe eka! gelê da’enîşê hîçyan deng naken. dwacar mîwaneke ełê: «qiseye be çend?» ełê: «be de pare!» kuře leberî giran ebê, lepaşa zor tamezroy qise ebê, ełê:
«mame ewe depare û qisem bo bike!» parekey lê wer’egrêt û pêy ełê: «kesî mamî, eger dunya zistan bû, befir le zewîda bû, řêt kewte şwênêk û şew tya maytewe, beyanî ke hestayt dunya samane û hîç hewr be asmanewe nîye, bełam kizebay dêt, eger derîşyan kirdûyt nekey lew małe derçît, ta kizebakey beser eçêt!» emey wit û bêdeng bû. kuře witî: «mame qise bike» ewîş witî: «kesî mame min qise be diraw ekem, de dirawim biderê ta qiset bo bikem» kuře çarî nema de dirawî tirîşî daye, înca witî: «kesî mame, ta qiseyek lêt nepirsin xot le xotewe wiłam mederewe» û bêdeng bû, kuře witî: «mame qise bike» ewîş witî:
«kesî mame min hîç qiseyek bebê pare nakem, parem biderê ta qiset bo bikem!» kuřeş tenya de parey pê mabû ewîşî daye û înca witî:
«kesî mame, ke şitêkit çaw pê kewt û ber diłit nekewt le xotewe agir megre ta eçîte binc û binawanyewe». emey wit û bêdeng bû! kuře witî: «mame qise bike» ewîş witî: «pare bide», witî: «nîme» witî: «de heste biço binû!» hesta çuwe ser cêgekey xoy û nûst. beyanî legeł hawřêkanya hesta û kewtine xoyan, ke çûne derewe kuře seyrî kird befir le zewîdaye û bestûyetî, dunya samałe û kizebayekî tîjîşî dêt. be hawřêkanî wit: «min nayem êweyş meřon», lêyan bû be miřumişt; em ełê neřoyn ewan ełên biřoyn řoj leme xoştir nabê. kuře fîkirî kirdewe û witî: «min em qiseme be pare kiřîwe, êwe ke dananîşin û eron arezûy xotane min nayem...».
ewan lêyan da řoyştin û em mayewe, kabray řîşsipî hat be layewe û witî: «řołe ewe boç neřoyştît?» ewîş witî: «mame, qisem be pare kiřîwe!» witî: «başe kesî mame...» zorî pê neçû hewre çiłkineyekî hêna û kirdî be kiřêwe û tofêk, çaw çawî ne’ebînî! kuře ḧew řoj lewêda mayewe û řêy lê gîra. řojî heştem dunya xoşî kird û maławîy kird û lêyda řoyşit. zor neřoyşit seyrî kird wa hawřêkanî lewêda serma řeqî kirdûnetewe! parekeyanî le paxeł derhêna, witî: «ba bîbemewe bo mał û minałekeyan» ew řoje ta êware řoyşit, şewî besera hat, řêy kewte karwanserayek, lewêda mayewe û nûst. le nîweşewa çirpeçirp û dengedeng peyda bû. her be řakşanewe çawî hełbiřî seyrî kird wa çend zelamêk her yeke kołêkî giranyan pêye û hatin. xançîyeke xêra hesta çuwe ew lawe delaqeyek le sûçî jûrî karwanserakeda bû, hełîbřî, zelamekan be kołekanyanewe çûne ewê, emîş delaqekey leser daxsitinewe û hatewe ser cêgekey xoy nûstewe.
beyanî řoj buwewe û nebuwewe kuře seyrî kird wa le dûrewe hendê swar be çekewe be taw řûyan kirde em karwanseraye û dewryan da û dû kesyan hatne jûrewe û řûyan kirde xançîyeke û wityan: «îmşew xezney padşa biřawe, şwên pêman hełgirtuwe ta êre, êste kê hatuwete em şwêne û kê nehatuwe?» xêra kabrayekî tir karwançî lewê bû û hełîdaye û witî: «şewê dengedengêk lêre hat em kabrayeş her ewende agay lê bû xançîyeke witî: «hîç nebuwe û kes nehatuwete êre, em kabraye diro eka». swarekan gelê geřan hîçyan dest nekewt, kabray karwançîyan girt, têrupřyan lê da û bałyan şetek da û wityan: «bibê û nebê agat lêye» her çende feryadî kird hîç kełkî nebû. înca ke lem heraheraye bûnewe çawyan be kuře kewt, wityan: «to îmşew çît dîwe û çît nedîwe?» ewîş hate qise û her çêkî ber çaw kewtibû boy gêřanewe, ewanîş çûn delaqekeyan hełçiřî, zelamekanyan be kołekanyanewe hênaye derewe û gelê şitî tirîşyan hêna ke hemûy dizyetî bû, we em xançîyeş diz desek bû boyan! bałyan best û legeł kabray karwançî û dizekan û hemûyan daye pêş û kuřeşyan legeł xoyan bird û çûn bo lay padşa. hemû karesatekeyan bo padşa gêřayewe, padşa ewanî xiste bendîxane û pareyekî zorîşî da be kuřeke û berełay kird. kuře çû lem pareye dyarîyekî zorî bo mał û minałî kiřî û berew mał buwewe. řoyşit, řoyşit ta çuwe awayîyekey xoyan, şew bû geyşte cê, le dûrewe seyrî małekey xoyanî kird, qutîle çirayekî tya esûta, temaşay kird wa kuřêkî tazepêgeyştû serî xistuwete ser řanî jinekey û serî edozê, carcarîş maçêkî ekatewe! kabra berçawî tarîk bû, şîrêkî pê bû le kelanekey derhêna û biřyarî ewey da herke çuwe jûrewe bebê qise be şîrêk jinekey û kabra bikujêt. zor zor be pele çû ta nizîk buwewe, lewê hoşêkî pya hatewe û qisey kabray řîşsipî fîkir kewtewe û peşîman buwewe. şîrekey kirdewe be kelanekeya û be pêkenînewe çuwe małewe.
jineke çawî be mêrdekey kewt, serî kuřekey ke nûstibû leser řanî dana û hat be pêşwazî mêrdekeyewe, dayna û be dewrya hat û nan û şitî bo hêna û lepaşa kewtine qisekirdin û pirsî: «ew kuře kêye?» jinekeş be pêkenînewe witî: «naynasîtewe? ewe kuřte!» pyaw hesta çû maçî kirdewe û gelê şukirî xway becê hêna, kuřeş xeberî buwewe û hesta destî kirde milî bawkî û beyek şad bûnewe!».
temaşa ekey em parçeye şêwey core edebêkî pexşanî kurdî be ême pîşan eda, çe lelayen me’nawe, çe le layen wişewe cyayîyekî zorî heye legeł ew edebî şî’rî û pexşaneda ke lem dewrî dwayîyeda kewtûnete ser kaẍez û nûsrawnetewe. ew kesane demawdem em core edebaneyan gêřawetewe her çende me’nakey deskarî nekirawe, bełam dûr nîye wişekanî zyad û kemî besera hatbê legeł eweş seyr ekey be aşkira edebêkî îtîba’ît ber çaw ekewê û beriztir edebêkî pexşan exwênîtewe.
le bindest emewe dewrey edebî şî’rî hatuwete pêşewe, edebî şî’rî le seretada ba me’nakeşî giran bûbêt, le layen wişewe her zor sade buwe, çwarxiştekîyekanî «babatahîrKes» û şî’rekanî «pîrî şalyarKes» ememan pîşan eden.