ey şahî zeman merḧemetî xot binwêne

pênc xiştekî ’ewnî le ser şî’rî «wefayî»
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  733 Dîtin
ey şahî zeman merḧemetî xot binwêne
zincîrî miḧbibet le diłim da mepesêne
bazarî melaḧet le cemalit meşkêne!
ey ḧusnî ezel wa nefesî xot binwêne
awêneyî řûy xote diłî min meşkêne!
dił ḧepis û giriftare le ḧełqey xemî gêsût
ten ’aciz û xemnake le ber dîdeyî cadût
her muntezîrî merḧemetim carê ke fermût
kewtûme şikencey xemî zulifit be temay řût
yarîm ke nekey çûm be telîsmatî xezîne
em çawe ke îmřo nezerî zewqî be mey da
nałey diłî zarim bû ke nałînî be ney da
ey dił seferî xêre eger bimrê le řêda
řabbire be daman û xyabanî yexeyda
nextê le guł û sunbul û nesrîn bweşêne
lew řojwe perwaneyî dił çû be çirada
bew dewłetî wesłet ke bigem řoḧ le behada
’eqił û dił û dînim hemû bê hûde be bada
çunke sebebî quřbî beqa wa le fenada
ey dił were ta zîndû debî xot bimrêne
perwane sîfet dêm be řûy lale ’uzaran
daym degrîm her wekû bulbul le kenaran
firmêskî dû çawim deřjênim wekû baran
çunke sebebî dewłetî xendey gułe baran
ey dîde heta hey bigrî xwên biřjêne
lew řojewe ey dił ke be nakamî beserçûy
zanîm xetere bo min û to ḧełqeyî gêsûy
êstake le jêr sełtenetî taqî dû ebroy
’eynî kerem û merḧemete her çî bifermûy
lutifit nîye carê be cwênim bidwêne!
sergeşte û dêwane be dû çawî xumarî
sewdaser û řîswa û melamet gerî karî
geh giř degrê dił û le nezer şem’î ’uzarî
sûtawe derûnim were ey badî beharî
zîndûm kewe bonêkî le ẍunçey demî bêne
dernaçê demî dulberekem qet le xeyałim!
her çende ke duçarî ẍem û cewr û melalim
’ewnîNasnava edebîm û le diłda zedeyî penceyî ałim
fermûte «wefayî» be diłî toye wîsałim
qurban her eto û dił were řoḧîş bistêne!