dił wekû mecnûn le ’eşqa deşt û der watey eka
pênc xiştekî ’ewnî le ser ẍezełî «safî»
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
2 Xulek
1048 Dîtin
dił wekû mecnûn le ’eşqa deşt û der watey eka
yar ke way zanî îtir leyla sîfet lomey eka!
ye’nî xoy teklîfî bezim û meclîsî badey eka
dił leber derdî fîraqî yare meylî mey deka
gwê le dengî saz û ’ud û bezmî nay û ney eka
gahê bo nûrî cemałit dił wekû perwaneye
gah le ’eşqî lêw û kułimit bulbulî dêwaneye
gah micewrî tekyeye gah milkeçî butxaneye
serdemê mest û xumar û xadîmî meyxaneye
wextê tesbîḧî le deste, sofye ḧey ḧey eka
gahê wa beřmał le şanî xałe zahîd xoyetî
gahê nasîḧî emîne, gahê fasîd xoyetî
gahê meyxane nişîne meste şahîd xoyetî
hênde caran ’alîmî ’amîl û ’abîd xoyetî
wextê cehil û fîsqî zore ’alemê lomey deka
gahê sułtanî cîhane gah ẍułam û bendeye
gahê bestey zulfî yare, gah le ẍem azadeye
min ke fîkirî cinûnî lê ekem madeye
car be carê zor be keyf û pêkenîn û xendeye!
hênde şew mecnûne şîn û girye bo leyley deka
careha ’erzî dekem bes tałbî nadanî be
bes le dij min wa le çoł û deşt û sergerdanî be
yar eger emrêkî kird fermanber û qurbanî be
pêy dełêm ey dił were êranî ya tûranî be
ew le beynî herdû řêge řû le deştî řey deka
řojî hoşyare diłim řojêkî wa mestaneye
gah le kêw û gah le deşt û gah le koy cananeye
çendî min lomey ekem waz bêne lay efsanye
dił nezan û şête ya serxoşe yan dêwaneye
ya îlahî îşî wa ’eksî be min ta key eka!
dił le řîzî mirduwan bû, takû êsta ger jya
çend le nêw şaran geřabû bibwe sa’îl û geda
’ewnîNasnava edebî to weḧşet le dił bo çî ekey herçî deka
dûrî yare dił le boye bê subate «safî» ya
takû lem seg merge dabê îxtyarî wey eka