nîştimanim ke seraser guł û bax û çemene

pênc xiştekî le ser şî’rî nalî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  903 Dîtin
nîştimanim ke seraser guł û bax û çemene
lalezarêke hemûy sûsen û şewbo û semene
her kesêk dij bêt be xak û gelekey nařesene
dił syaseng nebê ma’îlî xakî wetene
xałî le’lî ḧebeşe, sakînî burdî yemene
marî gencîneyî řûy zułfî le gerdin û şanî
wîstî wêney bigrê, destî delerzî «manî»
lutfî yezdane ke pêy dawenîgarî û cwanî
perçemî sunbilî û qeddî «qezîb elbanî»
zułfî be helûlî û xet řengî û wechî ḧesene
her kese corê duwa maweyî řojanî jyan,
kes be amanc negeyşit derkî nekird řazî nîhan
ke nezanî lemeda giştî hunermendî cîhan!
tel’etî ayetî can mezherî î’caz û beyan
lebî dirc û dehenî sîřiř û kelamî ’elene!
řêy necatim nîye ta demxene jêr gił û xak
min le gêjawî ẍema şêfte mawim tek û tak
dulberî şox û nîgarim bese sînem meke çak
dest le xwênim mede alûde meke damenî pak
xwênî min sabîte batił nîye wek řengî xene!
ḧałî bulbul çîye ew kate ke guł pê dekenê
zar û bêzar û serasîme le xew řadeçenê
ke bikem basî qed û qamet û ẍunçey dehenî
wek gołî ateşî xemlêwe be bergî çemenî
qametî nare bere, narewe, narewene!
qedî ye’qûb le xemî yusfî gumgeşte çemî
çawî tarîk bû ke wa goşe nişîn bû le xemî
hate gwêy mijde kitupiř kerewey derd û hemî
řewşinîy dîdeyî însane ke mijdey qedemî
řewşinîy dîdeyî ẍem dîdeyî «bît elḧizne»
diłî zarim be hîway geştî le baẍe êstaş
bo çî nazanî ke piř qel û zaẍe êstaş
’ewnîNasnava edebî bawiř bike herçende nesaẍe êstaş
diłî «nalî» ke însî qeredaẍe êstaş
daẍî serçawe û dêwaneyî dar û dewene!