le nizîk gundêk şayî û loẍan bû

řêwî û dehoł
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  642 Dîtin
le nizîk gundêk şayî û loẍan bû
pyawêk ke pîşey dehoł lêdan bû
be xoşî û şadî û bezim û goranî
şayî degêřa şew ta beyanî
şayî tewaw bû wek hemû carêk
dehołî xiste jêr liqî darêk
řojêk mam řêwî be şadî û demax
le geşt degeřa, le bêstan û bax
řoyşit geyşte daristanî çiř
dengêkî gewrey hate gwê le piř
řêwî way zanî pîlan û dawe!
taybet bo kewłî řêwî kirawe
le tirsan xêra kewte řakirdin,
ta gyan řizgar ka le destî mirdin
řay kird mandû bû hełwêstêkî kird
awřêkî dawe serî biłind kird
hîç kesî nedît ke bê be şwênî
fêłbaze řêwî kewte têbînî!
demêk pişûy da ta ḧesayewe,
lew řêge hatbû řast geřayewe
çû bo şwênî deng hêndey nekêşa
şitêk serincî řêwî řakêşa
gutî: be dîmen gewre û mezne
le řwałetda pêstî bizne!
ya xud qawirmey xawen bêstane
ḧeşarî dawe lem daristane!
hełmetî bo bird qołî hełmałî
doł diřa dîtî naw zigî xałî
ke emey bînî řêwî ḧepesa,
gutî: min taze bûm be mamosta!
peykerî gewre, boş û betałe
meseley kurde çend hezar sałe