sał kijî payîz le axe lêwe

serguzeştey mam řêwî û wirç
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 3 Xulek  592 Dîtin
sał kijî payîz le axe lêwe
hełî kird serma û befir û kiřêwe
mam řêwî xoy legeł sê bêçû
degeřa şwênêk dabîn bika zû
ke le zistanda lêy diłnya bin
dûr le ajawe û derd û beła bin
bengaryan bû wirçêkî ser çil
ewîş lagełya sê bêçûy ser zil
řêwî lêy pirsî ey gewrey zana
xawen desełat hêz û twana
min wa xerîkim bo em zistane
şwênêk peyda kem bîkem be lane
ey êwe beřîz legeł bêçuwekan
le çî degeřên wêł û sergerdan
řwî kirde řêwî wirçî hîç nezan
gutî: wa minîş le tirsî zistan
aware bûm lem deşt û çołe
wa depşikênim em herde û dołe!
şwênêk peyda kem têyda sitar bîn
le serma û sołey zistan řizgar bîn
mam řêwî pêy gut: bełd nî lêre
to em xizmete bemin bispêre!
min zor şarezam le kêw û merze
eşkewtêk heye lem şaxe berze
her dûk wek bira bo em zistane
biçîn dirust keyn aramge û lane!
peyman bibestîn her wek yek xêzan
pêkewe bijîn ta dwayî zistan!
eto bigeřî le řaw û şikar,
min le mał debim bo xizmetguzar!
mawey çend řojêk wayan beser bird
ta řojêk serma û tofan hełî kird
wirçe ew řoje her çend xerîk bû
bo mał geřawe çî destigîr nebû!
şewgar dirêj bû her nebřayewe
be zigî birsî seryan nayewe
dîsan beyanî bo řaw û şikar
wirçe kewte řê be diłêkî xembar
emca mam řîwî legeł beçkekan
pîlanî řêkxist dijî wirçekan
kirdyan be gałe ha birdî birdî
beçke wirçêkyan bird bo pişt girdî
be bê řawestan wirgyan hełdiřand
be her şê û çwar goştekeyan xward
wirçe êware le řaw geřawe,
dîtî mam řêwî le řê westawe
diłî xurpey kird witî ha xêre
wa be xembarî westawî lêre!
mam řêwî gutî: cergim biřawe
le bêçwekanman yekêk xurawe
wirçe lêy pirsî lewaney tuwe
mam řêwî gutî: le bîrim çuwe!
ferqyan nakem hî kamemane!
bełam wa dyar bû ser zilekane
geřanewe mał be diłî xemgîn
ew şewe kirdyan be giryan û şîn
çend řojêk têpeřî lem fend û fêłe
dîsan hełî kird serma û řehêłe!
řêwî emcareş wek cay pêşû
şano geryekey hênayewe řû!
behar dyarî da beserçû zistan
dîsan mam řêwî legeł bêçuwekan
le ser zilekan her yekêk mabû
estêrey jînî ewîş awa bû
řêwî şardyewe gişt beçkekanî
le şwênêkî wa hîçkes nezanî
emca geřawe ser řîgay pêşû,
be heman gez û kîş û terazû
wirçe lêy pirsî hî kamemane?
mam řêwî gutî: serzilekane!
le řastî bo xot zor zor diłpîsî
boye hemû car wam lê depirsî
hî to yan hî xom bê diro kirdin
řojêk le řojan ferqim nekirdin
bełam legeł hî wek to birayetî
ser dekêşête dujminayetî
ewa řoştim wazit lê dênim
bełên bêt îtir qet net dwênim!{ne|}