werin ey şořş gêřanî felestîn,

felestîn
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  685 Dîtin
werin ey şořş gêřanî felestîn,
le pênaw çarenûs kořê bibestîn
hemû dagîrkeranî ême yekser
be zeḧmet bibte çwar milyon be defter
nifûsî gişt ’ereb bikirêt jimare
sed û penca û dû milyon dyare
le bîst dewłet zyatir xo dezanin
hemû xawen supa û hêz û kyanin
lewane kamî dostî zayonîzme,
le naw botey ’ereb kem nirx û nizme!
ewane řû řeş û bedkar û gêjin
le cyatî yarmetî xwênim deřêjin!
eger dagîrkeran çend xwên biřêjin
sizay bedkarîy xoyan her deçêjin
le zor xakî ’ereb nizîk we ya dûr
temaşa çon be xwênî min kira sur
çi hêzêk natwanê bimişkênê,
le řast dojmin be çokim dabhênê!
ewende xwên deřêjim bête lafaw
ke dujmin wek pełaş bênête ser aw
ser û mał û jin û mindałî sawa
be giłpey agirî dûjmin sutawa
diruşmêkim heye min koł nedane
heta serkewtinim her bê wiçane
xuda yařebê be yarîdey birayan
be serkewtin debê ceng bête payan
debê ałay felestîn heł şeka bê
be xwên azadî têda nûsrabê
řîkardosêkî tir hêrş bihênê
selaḧeddînê mawe bîşkênê!