le řabirdûda weha řûy dawe

serguzeştey wirç û meymûn
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 6 Xulek  885 Dîtin
le řabirdûda weha řûy dawe
em beserhate wa bas kirawe
le wiłatêkî xoş aw û hewa
řegezî meymûn be xoşî dejya
wiłatêkî xoş fênk û be mîwe
wêney beheşt bû le hemû şêwe
kanî û serçawey hemûy lalezar
werzî payîzî xoştir le behar
xakî xoyan bû zor aşkira bû
pişt be pişt le kon boyan cêma bû
le sinûrî wan hêndêk berew xwar
wiłatêk hebû wişk û germe sar
nawî ew şwêne wiriç’awa bû,
wiłatêkî zor wişk û germa bû
řojêk le řojan wirçêk le birsan
sinûr be zîy kird hat bo daristan
hate naw xakî xoşî bozîne
ke wek beheştî xuldî berîne
wirçî çaw birsî witî: em xake,
bo meymûn naşê, bo ême çake
zorî xward mîwe û berî daranî
têr bû geřawe bo lay xêşanî
gutyan: le kwê bûy bê bas û xeber
ême lêt geřayn hemû deşt û der
gutî: beřastî îmřo le geşt bûm
nek leser zewî le naw beheşt bûm
řêkewt hełem kird lêre bem lawe
darî mîweye û serçawey awe!
wiłatêkî xoş, zor sazgare,
çwar werzî sałî hemû behare
řegezî meymûn dejî lem deşte,
ew deştey wekû baxî beheşte
êmeş lem dême lem germesare
hîç lê nehatûyn, birsî û aware
meymûn biçûk û bê desełatin!
lew peřî şi’adî û xoşî û awatin
êmeş be dîmen gewre û bekarîn
keçî hemîşe birsî û hejarîn
pêwîste hemû hêrşêk berîn
çi meymûn heye le nawî berîn
bîkeyn be xak û wiłatî xoman
madam be hêzîn, deguncê boman
pol pol dehan, bû be cemawer
gutyan: etoman wa kird be řaber
herçî to biłêy zor zor becêye
her emir bike, serman le řêye!
gutî: pêwîste her be «şebey xûn»
qeła ço bikeyn řegezî meymûn!
leşkir kewte řê hat bo daristan
eblûqeyan da demî berbeyan
bû be şeř û şoř hawar û kuştar
le meymûn kujra û geyşte hezar
peřagende bûn, perit û aware
hendêk zamdar û hendêk bêçare
kuř legeł bawik, bira legeł bira
mindał û dayk le yek dabřa
be şipirzeyîw ser lê şêwawî,
be mał wêran bûn be lê qewmawî
be şadî û xoşî wircî bedkirdar
bûn be xawenî bax û mêrẍuzar!
danay na tewan tewana debê
tewanay nezan, natewan debê
paş em řûdawe û em beserhate
meymûn kewtine xo be mate mate
bo pîlan danan bo řaw û tegbîr
bo řêk û pêkî hatin bo lay pîr
serokî meymûn kem hêz û pîr bû
bełam zor ana û dûr bîn û jîr bû
gutî: biraderan! êwe gwê bigirin
nirxî girane pendim lê bikiřn!
lêm den be lîs û be berd û be dar
xwên le ser gwêm biçořête xwar
dest û pêm bişkê, piştim zamdar bê
na bê hîç kamtan bom xefetbar bê
emca tikaye be bê gîr û dar
bim ben fiřêm den le nizîkî şar
gewre le pênaw gelî hejarî
xoy bext neka nabê řizgarî
çwar řoj paş êsta bełên bê botan
bigeřênewe wiłatî xotan!
herçî pêy gutin çon biřyar dira
fermanî serok cê be cê kira!
katê xor kewtin giznigî hetaw
wirçêkî pîre dehat bo ser aw
meymûnêkî dît ser û dest şikaw
hawarî dekird bira kes nemaw
wirçe emey dît geřawe bo şar
ewey dît bûy gutî be serdar
serdar emrî kird wirçêk destubird
be řakirdin çû meymûnî hawird
řûy kirde meymûn wirç be wirdî
pirsî pêm biłê kê way lê kirdî?
meymûn gutî pêy: gewrey gewranim
be cêm hênawe erkî serşanim
le řêy êweda der be der bûm
tûşî kiłołî û řenc û keser bûm
wirç pêy gut: meger karêk řûy dawe
bom bigêřewe le seretawe
gutî: gewrey xom lêt naşarmewe
ewey ke dîwme, bot degêřmewe
le paş ew şewe ke êwey bekar
hêriştan hêna bûn be gewrey şar
meymûn kewtûne xo ko kirdinewe,
bo hełmet hênan, tołe sendinewe
supayan zortir le bîst hezare
dû şewî mawey hêrş biřyare
hatim be êwe biłêm karesat
wekû dem bînî weham beser hat
wityan sîxuře em pîre boze
dijî netewe û řegez û hoze!
pîre wirç demêk kewte bîr kirdin
serî hełbiřî bo tekbîr kirdin!
gutî: ser leşkir bang ken be pele
takû le destiman neçuwe em hele!
debê her îmşew hêrşêk berîn
takyan lê bibřîn le nawyan berîn
deng dira le şar, biřyarir weha bû
leşkir beřî bê ke xor awa bû
be meymûnî gut: toş be zanayî
le gełman were bo şarezayî
her çend zamdar û kem hêz û pîrî
bełam be wefa û diłsoz û jîrî
emir ekem wirçêk bitkate ser şan
le pêşewe bî bo řê nîşandan
meymûn le wiłam gutî: becêye
bo xoşî êwe serim le řêye!
leşkir kewte řê meymûn řaber bû
her xoy deyzanî, çî le jêrser bû
řûy kirde çołêk wişk û dême kar
şew ta beyanî řoyştin be ẍar
pêş xorhełatin beyan řûnak bû
leşkir şipirze û mandû û hîlak bû
wirçêkî bayî řûy kirde meymûn
kwan le kwên takû byan keyn zebûn?
meymûn pêy witin ey quřtan beser
bo mergî êwe, bûm be řaber!
bwestin heta xor ser derdênê
germa corêke deman sûtênê!
legeł êweda hatim bo mirdin
bimirim le řêgay gel řizgar kirdin
gyam řizgar nakem lem deşt û çołe
kesêk zoł nebê destênê tołe
paş ewey meymûn bê tirs westan
geřanewe naw şar û daristan
îdî ew řojey wekû yadgar
hemû sał cejne be yadî serdar!