vînos wêney xoy kêşa be cwanî

vînos
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  922 Dîtin
vînos wêney xoy kêşa be cwanî
tenya nawî xoy nabû «xway cwanî»
řojêk be řêkkewt le řêguzarê
çawî heł engut le new nîgarê
hêzî pêy nema hengaw hełênê
wîstî řû be řû xoy bo binwênê
ewsake westa beramber be to
toqî bendeyî toy xiste esto
serî danewand wek serwî serkeş
řûy sûrî zerd bû wek sêwî dił řeş
le şoxî û şengî to şermezar bû
le biřyarî xoy gelê bêzar bû
gutî: kîjołe pepûley bêgerd
bijî be şadî bê azar û derd
be wêney xunçe demit kirdewe,
girewî cwanît le min birdewe!
belqîs û culêt, şîrîn û leyla
bo kenîzeyît hatne ber derga
swênd be yezdan û zend û awêsta
nem dîwe cwanêk wek to ta êsta
minîş bem hemû ’îşwe û nazewe
bem hemû nazî bê endazewe!
em twanî pîrêk bend kem le dawim
mil keç bwestê bo sîḧrî çawim
her çend cwantirîn kîjî feřengî
ke hawtat nîye le şox û şengî
to wek min nekey le řûy nezanî
xot be pêşeway cwanan bizanî
etoş beramber nazdarî kurdan
debîte gułałey mangî cozerdan
ger geştê bikey le kurdistana
benaw gułzar û bax û bostana!
pol pol debînî kîjî şox û şeng
bê laf û gezaf, bê hest û bê deng
her kam yek lewan naskitir le guł
perçem susin û egrîcey sunbul
ewan cwantirîn kîjî cîhanin
bê kil û kildan, mîkyac nazanin
giftugo şîrîn, pak xû û řewştin
nimûney cwanî destî siruştin
nazdar û dulber hem dił şikênin
bacî temaşa le çaw destênin!
bełam daxekem çerxî bed pîşe
řeşpoşî bo wan kirdote pîşe
zîzin le daxî mergî azîzan
zistan û behar, hawîn, payîzan!
le her çwar werza dîlî bê dadîn,
bê beş le xoşî û şadî û azadîn!