arayşî xoy dawe çemen werzî behare
werzî behar
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
928 Dîtin
arayşî xoy dawe çemen werzî behare
bûkî gułe amadeye, damadî huzare
binware ke wêney hunerî destî siruşte
em deşt û keje guł guł û řengîn û nîgare
beybûn û binewşe be cya sunbûl û sûsin
wek perçemî yare bereza wa le nezare
şewnim meye, nêrgiz qedeḧe, lale suraḧî
dar û dewen û deşt û çya mest û xumare
goranîye, ahenge, çi bezmêke le gułzar
qumrî be newaw nałeye çopî le çinare
ahîste nesîm dêt û debziwênê gełay dar
şabaşî deka gewher û mirwarî be bare
lu’ lu’ deřjênê le der û piştî binewşe,
bexşendeye guł ye’nî ke diłsozî hejare!
meygêř çi debê îmşo eger kořê bibestîn
lem baxe ke wek cennete cêy meskenî yare
em şare kiçî ḧorîye kuřyan hemû ẍîlman
seyrî ke hemûy şad û geş û xende le zare
dûr bî le beła û afetî nawextî zemane
em xak û gelî kurde neyarî be hezare
saqî qedeḧî mest û xumarim ke hemîşe,
dûr bim le xem û cewr û cefa û derd û pejare