siławî zor û çepkêk gułî sûr

vyetnam
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  726 Dîtin
siławî zor û çepkêk gułî sûr
denêrim le bo xor hełatî dûr
siław le vyetnam mekoy dilêran
laney neberdan, mełbendî şêran
siław le vyetkong leřêy azadî
awaz neberdin hergîz nabezin
herçend zorîşe jimarey dujmin
fiřoke û tank û agir û asin
bełam kar naka le bîr û ayîn
da na çiłekênê diłî połayîn
supay dagîrker le řêy bêdadî
nawestê le řûy hêzî azadî
gelê aşnay çîn û şurewî
azadî xwazî hemû řûy zewî
hemû piştigîrî gelî vyetnam
le qaremanî vyetkong ser samin
împiryalîzmî xawenî dolar
her detwêtewe wekû befrî par!
jyan dwa řojî xoşî bo gele
ḧukmî siruşte pêy nawê pele
şemal zû be zû wek peykî řewan
biřo be pele bebê pişûdan
berew vyetnamî be xwên sûr kiraw
berew vyetnamî giř tê ber diraw
ewsa geyeştî be bê tirs û lerz
biçuwe baregay vîtekongî nebez
biłê: erkî řêy dûrim kêşawe
siławî gelî kurdim hênawe!
bo ew lawaney ke çek le şanin
gyan bext kerî řêy nîştimanin
ta be xwênî geş sûr nebê wiłat
hergîz ew gele naga be awat
mijde bê biłê zorî nemawe
zordar le dengî gelan tirsawe
çiłî zeytûn û kotrî bîkaso
mijdeyî aştî degeyenin be to