were ey bulbulekey xoş xwanim,
bulbul
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
1252 Dîtin
were ey bulbulekey xoş xwanim,
hogrî xunçe gułî baxanim!
baxewan dengî nîye nîwe şewe
derfete takû beyanî mexewe!
ber lewey xunçe ke wa pê bikenê
baxewan hestê le xew guł biçnê!
çił be çił şwên gułî hîwa bikewe
boy xerîk be peleke dwa mekewe
hîç gumanim nîye her dest dekewê
koł nedanî gereke řencî dewê
her gelê dirêje bidat ger be xebat
bangî azadî le bo dêt be xełat
em beratey ke be xwên dest dekewê
nirxî bo dabnê jêr pê nekewê
berhemî řence bira bextewerî
darî azadî be xwên ber degrî!
were ey bulbulekey deng xoşim
mijde bê lêt ke minîş dił xoşim
min û to û gułeke yek degrîn
lêk cya nabînewe ta demrîn
to bixiwêne le liq û popî çiłan,
dengî azadî bigeyne be gułan!
hêrşî hêzî şika şořî xezan
çaweřê bin hełî ka badî xezan
guł be řûsûrî be naz pê bikenê
bergî bê şermî leberda bikenê
dostî êweş ke bełênda pêtan
hemû řû dawê binûsê butan!