wek huzarêk le gułzarêk

wek huzarêk
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  722 Dîtin
wek huzarêk le gułzarêk
lanem hełbest leser darêk
beramber be guł hemîşe
nałînim kird buwe pîşe
le êware ta beyanî
min kirdibûm pasewanî
çirîke û awazî xoşim
nałey diłî piř le coşim
çîmen piř bû bû le şadî
nem bû hîç tirsî bê dadî
hîwam jyanî bê jan bû
sitem karîm lagran bû
hemû awat û mebestim
legeł xunçey xoşewîstim
kořê bibestîn dû be dû
pêy biłêm takey min û tû?
dax le dił û řenceřo bîn
cêgay řexne û pend û po bîn
xunçe girya yexey diřand
diłopêk firmêskî řijand
gutî: min cwanîy řuxsarim
bwîte hoy derd û azarim
diłnya nîm le hîç katê
destî baxewan nem gatê
bê bezeyî bêt bim çinê
řîşey jînim heł bikenê
bim ba le bazař be herzan
bim firoşî be nakesan!
dem jakênin heł dewerim
le jêr pêyanda demirim!